Dataset Viewer
Auto-converted to Parquet
title
stringlengths
2
147
url
stringlengths
3
219
content
stringlengths
1
310k
Li ser hin termên kêşedar çend pêşniyaz
https://botantimes.com/li-ser-hin-termen-kesedar-cend-pesniyaz/
Gava em hewl bidin termekê di zimanê xwe de bi cih bikin, divê pêşî em serî li zimanê çavkanî û zimanên din bixin, di pênaseya wan bifikirin û paşê wan li zimanê xwe bînin. Ji bo vê jî şertê pêşîn ew e divê em di nav zimanê xwe de bikarin biramin û ji bo termê peyvê di mehneya wê ya rast de tercîh bikin, ne em serî li wateyên wan ên mecazî bidin. Kurmancî hem ji aliyê rastnivîsê ve hem jî ji aliyê termînolojiya hin war û qadan ve tam cihgir nebûye. Arîşeyên di van waran de hîn didomin. Lê ya baş ew e ku ziman di van mijaran de her diçe dikemile, kil û kêmasiyên xwe kêmtir dike û zimanekî nivîskî yê standard jî pêk tê û cihê xwe digire. Kar dimîne li ser milê bikarhêner û weşangeran da ew ji berê bêhtir hişyar bin û rîayet li van rêzik, biryar û pêşniyazan bikin û wan bi cih bînin. Di serî de daxuyînim, mebesta min a ji vê nivîsarê ne ew e da ez bi awayekî giştî ji kêşeyên vekîtê ango rastnivîsê û terman behs bikim. Bi dayîna nimûneyan ez dixwazim balê bikişînim ser çend terman ku di pratîkê de li ser wan lihevkirineke tam çênebûye û di weşanên kurdî de ew ne mîna hev tên bikaranîn. Ev yek bi xwe jî nîşanî me dide bê çawan lihevnekirin heye. Yek ji wan termên ez hez dikim balê bikişînim ser awayê bikaranîna “hilbijartinên herêmî” û “hilbijartinên xwecihî” ye. Ev her du jî li şûna “local election”a îngilîzî û “yerel/mahallî seçim”a tirkî tên bikaranîn. Bi vê cure hilbijartina hanê li bajar, bajarok û qesebeyan şaredar (seroka/ê belediyeyê), meclisa şaredariyê (belediyeyê) û endamên meclisa giştî ya bajêr tên diyarkirin. Her wiha di vê de keyayên gund û taxan û ezayên wan jî tên hilbijartin. Hilbijartinên herêmî û yên giştî ji vê cuda ne. Yek an li herêmekê yan jî li herêmên ji hev cihê û ya din jî li tevahiya wî welatî ji bo organên hikûmet û yên birêvebirina dewletê tên kirin. Eger em li gorî rewşa Tirkiyeyê bibêjin, a niha hilbijartina giştî ji bo hilbijartina serokkomar û parlamenteran tê kirin. Nexwe mebest ji hilbijartina lokal/mehelî, ne hilbijartina herêmê yan jî “xwecihî” ye. Jixwe peyva “xwecihî” ji bo vê, termeke kêşedar e. Çima, em niha behsa wê bikin. Ev bêjeya bi awayê “xwecih” û “xwecihî” berginda peyvên “native” û “autochton”a îngilîzî û “yerli”ya tirkî ne. Di kurmancî de sînonîmên wê peyvên wekî binkî, binekî, binecih û binelî hene. Mirov dibêje gelê binkî, ew binkiyê vê derê ne, ew gelên xwecih in û hwd. Loma jî nabe ev peyv li şûna lokal/mehelî bê bikaranîn. Ji lew re hilbijartinên giştî û hilbijartinên herêmî, cureyên hilbijartinan e û ew ji yên cihkî, bi gotina din, ji yên lokal/mehelî bi temamî cuda ne. Li şûna vê peyva xwecih/xwecihî, di kurmancî de cihî û cihkî hene û ew bergindên bêjeyên lokal û mehelî ne. Bi kurtasî pêşniyaza min li şûna wan her du bikaranînan ev e: hilbijartinên cihkî/cihî. Termeke din a pêtêkildar jî “îdareya mehelî” ye, eger xwecih/xwecihî bê tercîhkirin, nexwe divê ew jî bibe “birêvebirina/kargêriya xwecihî.” Li şûna vê jî pêşniyaza min awayê “birêvebirina cihkî” ye. Terma din jî ya me dîsan eleqedar dike, “xwebirêvebirin” e û nabe jê re jî “birêvebirina/rêveberiya xwecihî” bê gotin. Çawan li jorê jî me aşkera kir, xwecih/xwecihî, ne hemwateya lokal ango mehelî ye. Puxteya van derbirînan: cihkî, cihî: lokal, mehelî. herêmî: êrdimî, navçeyî, zonal. xwecih: binkî, binecih, otokton. xwebirêvebirin: xweîdarekirin, xudgêran, birêvebirina xwe bi xwe. Di kurmancî de gotineke din a bi awayên ji hev cihê tê bikaranîn heye, ew jî terma “xweparastin”, “xweparêzî” û “parastina cewherî” ye. Ev jî kêşeyeke me ya din e û divê jê re jî çareseriyeke rast bê dîtin. Di zimanê me de awayên “xweparêzî”, “xweparastin” û “xwebergirî” hene û bi mehneya parastina xwe bi xwe ye. Li şûna wan, tercîhkirina “xweparêzî ” yan jî “xweparastin” çêtir e ji “xwebergirî”yê. Ji ber ku wateya peyva “bergirî”yê ya rast tedbîr e, rêlibergirtin e, lê wek mecazî li şûna parêzî/parastinê jî likar e. Di meseleya terman de helwesta rast û licih, hilbijartina wateya pêşîn û rast a peyvê ye. Loma wekî berginda “self-defence”a îngilîzî, “autodéfense”a fransizî û “öz savunma”ya tirkî, şêweya “xweparêzî”yê çêtir dibînim. Em bên ser bikaranîna gotina “parastina cewherî”yê; ev awayê ji bo xweparêziyê, bi ya min bi temamî şaş e. Esilê “cewher”ê ji “gewher”a îranî ye û ji ber nebûna dengê “g”yê di erebî de mîna cewher derbasî wî zimanî bûye. Ji bilî mehneya wê ya micewher, mehneyeke wê xwerûya/puxteya tiştekî ye û ya din jî wek termeke felsefî, ew tişt e ku di binyada bûneweran de hîç naguhere, wekî xwe dimîne. Bi zimanê îngilîzî cewher “essence” û bi tirkî jî “töz” e. Lê mebest ji xweparêziyê, termeke leşkerî ye, ew yekîneyên hêzê ya ji bo parastina xwe ye. Îcar cewherî rengdêra cewherê ye. Loma jî ew awayê bikaranînê ya “parastina cewherî” qet nabe û eger bêyî dudilî were gotin, şaş e. Çawan ji mînakên zimanên din jî diyar dibe (self û auto), divê ew bi “xwe”yê çêbe. Mîna “xweser” û “xweserî”yê, ku bergindên wê yên îngilîzî û fransizî autonomous/autonomy û autonome/autonomie ne. Her wiha bi tirkî ew özerk/özerklik in. Dîsan li şûna wan peyvên me yên mîna xudmuxtar û xudmuxtarî hene û di van terman de jî “xud”, heman “xwe” ye. Gava em hewl bidin termekê di zimanê xwe de bi cih bikin, divê pêşî em serî li zimanê çavkanî û zimanên din bixin, di pênaseya wan bifikirin û paşê wan li zimanê xwe bînin. Ji bo vê jî şertê pêşîn ew e divê em di nav zimanê xwe de bikarin biramin û ji bo termê peyvê di mehneya wê ya rast de tercîh bikin, ne em serî li wateyên wan ên mecazî bidin. A rast rê û rêbaz diyar in û tecrubeya dinyayê jî li ber çavan e, dimîne em jî bi hendaze tev bigerin, berî termekê yan jî têgihekê çêkin, hewce ye em serî li çavkaniyên xwe yên zimanî, wekî ferhengan bidin. Eger di wan de nebin îcar pêwîst dike mirov alîkariyê ji saziyên xwe yên zimên û kesên eleqedar û pêewle bixwaze. Awayên din dibe sedema çêbûna sergêjî, geremol û arîşeyên hîn zêdetir. A baş ew e em çavan kil bikin ne ku kor bikin. Tevgerîna bi awayê berpirsane divê ji bo me giştan rêbaza sereke be û em hewl bidin terman rast û di cih de bi kar bînin.
Li ser teşeya berê ya lêkera “mirin”ê
https://botantimes.com/li-ser-teseya-bere-ya-lekera-mirine/
Di cureyên berhemên wêjeya devkî de, di qalib, biwêj û gotinên pêşiyan de, di bêjeyên darêştî û yên hevedudanî de bi awayekî fosîlîzebûyî şêweyên kevn, form û morfemên kevnare yên hêvişandî tên dîtin ku ew ji bo peyitandina vê yekê çavkaniyên hêja ne. Carinan li ser teşeyê peyvekê pirs bi mirov re çêdibin bê çima wisan lê hatiye û ketiye rewşeke din. Ev yek demeke dûr û dirêj mirov tim bi xwe re dibilîne. Îcar te dît ji nişka ve fikirek hat hişê mirov an jî bi xêra dîtina nimûneyekê mijar ronî dibe. Ev rewş pir li min diqewime. Bi rastî jî pirs maka bersivê ye. Di kurmancî de hin lêkerên xwerû hene ku bi domana demê re ji aliyê şêweyê ve guherîn di wan de çêbûye û ji ber pêkerên cihê, ji aliyê fonolojîk ve qewamên dengî di wan de rûdane. Wekî “avêtin”, “girîn” û “mirin”ê. Ji van lêkeran teşeya “avêtin”ê bi awayê “avêştin”ê jî heye. Jixwe ji rayeka wê ya dema niha, ji “avêj”ê (ku li gorî rêzika giştî ya tewanga lêkeran, di rayeka dema niha de “ş” dibe “j”), xuya dibe ku ew “avêştin” e. Ev lêker bi farisî “avîxten” û bi soranî jî “hawîştin” e. Herçî lêkera “girîn”ê ye, ew di farisî de bi awayê “girîsten”ê ye. Lê roja îroj ev lêker di kurmancî de mîna “girîn”ê li kar be jî, wekî di devoka Farqînê de, carina ji bo kêşana dema borî mîna “girîtin”ê jî tê kişandin. Ev şêweya “girîtin”ê hema dike ku yekser forma “girîsten”a farisî bê bîra mirov. Lêkera “mirin”ê, ku mijara vê nivîsarê ye, lêkereke welê ye û eynî mîna lêkera “girîn”ê, ne xwedî du rayekan e. Wekî tê zanîn, bi awayekî giştî du rayekên deman, hem rayeka dema niha hem jî ya dema borî, hene û hemû dem li ser wan rayekan tên kişandin. Ji bo her du deman jî tenê rayekeke lêkera “mirin”ê heye ku ew jî “mir” e. Helbet ev rewş ne bêsedem e, sedem ew e ku ev lêker deforme bûye, deng jê kêm bûne û ji ber vê ji teşeya xwe ya berê averê bûye. Ji bo peyitandina vê em pêşî serî li awayên wê yên zaravayên kurdî bidin. Di kirmanckî/zazakî de ew “merdene” û di kurmanciya naverast (soranî) de jî “mirdin” e. Di zimanê farisî de îcar ew “morden” e. Ev cure lêkerên ku di her du zaravayên kurdî de bi “-den” û “-din”ê diqedin, bi piranî di kurmancî de ew bi “-tin”ê bi dawî dibin. Wek mînak; lêkera “xwarin”ê bi kirmanckî “werdene”, bi kurdiya naverast “xwardin” û bi farisî jî “xurden” e. Di zaravayê kurmancî de vê lêkerê ango “xwarin”ê hem awayê xwe yê bi şekilê “xwartin”ê hêvişandiye hem jî di lêkera darêştî “vexwartin/vexwertin”ê de hebûna xwe ya berê parastiye. Lê ji xeynî mehneya wekî vexwarina avê, di leyîstikan de bi mehneya jêbirinê jî tê bikaranîn. Wekî “Min xarên wî vexwartin”, ango “min jê birin.” Di van mînakan de jî meseleya “-tin”ê ya di zaravayê kurmancî de bi awayekî aşkera xuya dibe. Îcar mirov dişê bi rêya qiyasê ango analojiyê û her wiha bi peydakirina nimûneyên ji zargotina xwe jî bigihîje awayê wê yê berê. Ji lew re carinan peyv di qewlêrk, biwêj, gotinên pêşiyan û di gotinên qalibî de xwe dihêvişînin. Lêkera “mirin”ê jî lêkereke wisan e ku ew di qewlêrk û lêkerên darêştî de forma xwe ya bi awayê “mirtin”ê parastiye. Min berê di teza xwe ya masterê de, ku ew wek pirtûk bi navê “Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji aliyê Binyatî ve)” ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin, behsa vê mijarê kiribû û cih dabû qewlêrkek û lêkerên dariştî. Min ev qewlêrka li jêrê ji Farqînê berhev kiribû: Mele seyê me mirt Me eyar jê daçirt Tomast dagirt Helal e heram e? Min îsal jî li Wanê, ji zarê parêzera hêja Jînda Rûgeş Koçakê, ku ew ji Nordizê û ji Mamxuran e, ev a hanê ya li jêrê nivîsî, ku tê de jî awayê “mirt”ê derbas dibe. Seyê sorê zirt Ço zozana mirt Me rûn eyarê dagirt Helal e an heram? A rast, her du qewlêrk pir dişibin hev û temaya wan yek e ku hebûna forma “mirt”a di her duyan de, balê dikişîne ser forma berê ya bi şêweya “mirtin”ê. Di kurmancî de bi mehneya “tefandin”, “temartin” û “vemirandin”ê lêkera “vemirtin”ê heye û awayê “mirtin”ê xwe tê de hîn mihafize kiriye ku varyantên wê jî “vemirîtin” û “vemartin” in. Îcar em bên ser sedema ku çima her du rayekên lêkera “mirin”ê jî yek e. Ji ber ku “mirtin” bûye “mirin”, deng jê kêm bûye loma. Eger wek mirtin bimaya diviya ku rayeka dema niha “mir” û rayeka dema borî jî “mirt” bûya. Jixwe em di awayê “vemartin”ê de rayekên wê yên “vemêr” û “vemart”ê xweş dibînin ku hîn jî kêşana wê di zimanê gelêrî de tê bikaranîn. Di cureyên berhemên wêjeya devkî de, di qalib, biwêj û gotinên pêşiyan de, di bêjeyên darêştî û yên hevedudanî de bi awayekî fosîlîzebûyî şêweyên kevn, form û morfemên kevnare yên hêvişandî tên dîtin ku ew ji bo peyitandina vê yekê çavkaniyên hêja ne. Zargotina me, bi gotina din wêjeya me ya gelêrî ya devkî, ne bi tenê gencîneya raboriya zimanê me ye, bi her awayî ve raboriya me jî tê de ye. Maye ku em bi xweşikî pûte pê bidin, li serê lêkolîn û analîzan bikin û raboriya xwe jî pê ronî bikin. Erê ziman diyardeyeke guherbar e, wekî xwe namîne. Lê tevî vê rewşa wê ya hanê ya zimanî, teşe û awayên bêjeyan ên berê jî di nav zargotina me de hene û ji bo morfolojiya kurmancî bi xwe jî, ew kan û jêderkeke sereke ye.
Pirtûka ku min cara pêşî bi kurmancî xwendiye
https://botantimes.com/pirtuka-ku-min-cara-pesi-bi-kurmanci-xwe-xwendiye/
Heta min ev pirtûk nedîtibû, haya min ji hebûna alfabeya kurdî ya latînî tune bû. Berî 12’ê Derbeya Leşkerî ya sala 1980’yî, li Farqînê ji xeynî çend nivîsên bi kurmancî yên li ser dîwaran min qet tiştekî bi vê alfabeyê nedîtibû û nexwendibû. Di jiyanê de carinan hîkariya kes, tişt û bûyeran li mirov dibe ku heta dawiya temenê mirov jî ev yek didome. Ev hîkarî dibe ku erênî yan jî neyînî be. Di jiyan min bi xwe de hin rewşên wiha hene ku mora wan a li ser min mayînde, şopa wan xuya ye û ew ji bîra min naçin. Carinan wekî jibîrbûyî bixuyên jî, lê ew di binhiş de bi cih bûne û wan ji xwe re hêlîna xwe çêkiriye. Ha te dît ji ber sedemekê wan serê xwe li me derxist û xwe bi me dan hisandin. Ez dê behsa rewşeke erênî bikim ku dibêjim baş e ev yek li min qewimî û vî kesî tesîreke wiha li min kir. Wek evîna ku tîra xwe ya eşqê li dilê mirov bide û çendî mirov ji ber binale û jê bigazine jî lê êşa wê êşeke xweş e. Ev kes Ehmedê Xanî û şahkara wî Mem û Zîn e. Pirtûka pêşî ya ku min bi kurmancî xwend ev bû. Helbet a bi herfên latînî, ya ku M. Emîn Bozarslan ew ji tîpên erebî wergerandibû ya latînî û li rex rûpela çepê ya bi kurmancî îcar li milê rastê jî rûpela wergera wê ya bi tirkî hebû. Sala 1981 bû, mercên derbeya leşkerî û sepanên wê bi tundî didomiyan. Bi gotina gelêrî kesî newêrî bigota “ez misliman im.” Hevalê min ê rehmetî Kenan, ku me bi hev re dibistana seretayî û navîn xwend, lê ji ber nexweşînekê xêr ji jiyê xwe nedît û bi wê ter û ciwaniya xwe serê xwe danî ser axa sar, ev berhem anîbû dibistana navîn, lê bê ka bi çi cesaretî! Em hevalên nêz bi dizîka li dorê piçikîbûn û me bi meraq lê dinihart. Paşê min jê standibû û biribû malê û her bi min re ma. Lê piştre çi ji wê bû ez pê nizanim. Heta min ev pirtûk nedîtibû, haya min ji hebûna alfabeya kurdî ya latînî tune bû. Berî 12’ê Derbeya Leşkerî ya sala 1980’yî, li Farqînê ji xeynî çend nivîsên bi kurmancî yên li ser dîwaran min qet tiştekî bi vê alfabeyê nedîtibû û nexwendibû. Wekî “bijî” û “Roja Welat”, ku niha ev tenê di bîra min de mane. Helbet haya min jê hebû ku bi herfên erebî berhemên bi kurmancî hene, mîna Mewlûda Kurmancî ya Melayê Bateyî û Nûbara Ehmedê Xanî. Ev jî ji ber wê yekê min dizanî, hem apê min mela bû hem jî hin hevalên me diçûn li ber destê melayan dixwendin, loma. Carinan ji min tê pirsîn bê ev eşq û hewesa kurdî çawan bi te re çêbû? Ez li devereke polîtîk mezin bûm, ku ev yek bû sedem ez hîn zûtir bi xwe û li kîbûna xwe bihesim. Heta li Farqînê gelek mamostayên me yên wekîl (ji ber ku yên esîl tune bûn) bi xwe kurd û ji Farqînê bûn. Hin ji wan siyasî bûn, behsa kurdbûna me, rewşa kurdan ji me re dikirin. Qet ji bîra min naçe, di dersa gramera zimanê tirkî de gava behsa kêşana lêkeran a li gorî deman dihat kirin, min ew didan ber ên kurmancî. Mesela digotin “şimdiki zaman eki -yor e” (Gireya dema niha -yor e), min jî xwe dipirsî ka bi kurmancî ew çi ye. Mîna gidiyorum, okuyorum, söylüyorum (diçim, dixwînim, dibêjim), lê min pê dernedixist ku ya me jî di- ye û tê serê lêkerê. A bi saya vê pirtûkê, bi saya Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî ez li zimanê xwe germ bûm, helbet bi xêra birêz M. Emîn Bozarslan jî. Ez hem hînî alfabeyê bûm hem jî hînî peyvan dibûm ku min bi wan nedizanî. Jixwe min navê ez behsa giranbûna zimanê berhemê bikim. Bi kurt û kurmancî bingeha min a xwendin û nivîsîna bi alfabeya latînî ya kurmancî ev berhem e. Jixwe piştre me karî xwe bigihînin rêziman û berhemên din ên bi kurmancî û berdewambûna li kudandina vê rêyê. Bextekî min î çê jî ew e ku pirtûka min cara pêşî wergerand kurmancî jî dîsan li ser Mem û Zînê bû. Pirtûka hêja H. Mem a bi navê Üçüncü Öğretmen Xanî ku li ser analîzkirina berhemê û kodên ramanî yên Xanî ne, min bi navê Mamosteyê Sêyemîn Xanî wergera wê kir û di sala 2004’an de ew ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin. Bi vî awayî hem pirtûka ku min pêşî bi kurmancî xwend a Ehmedê Xanî hem jî ya cara ewilî min ew wergerand kurmancî li ser heman berhemê ya heman kesî bû. Ev jî niviştareke ango qedereke xweş e ku hate serê min. Ev berhema Xanî, ku ew fîlozof, şair, ramanwer, mitesawif, perwewrdekar, danerê pirtûkên dersê yên bi kurmancî û hîmdarê ramana neteweyî ye, yek ji wan pirtûkan e ku ez nikarim bibêjim min xwend û xelas. Ev berhema nemir a ku ji gelek aliyan ve tim hewce pê dibînim, pirtûkeke welê ye ku tim serî lê didim û jê sûd werdigirim. Her cara ku ez wê dixwînim bi ser tiştekî din ve dibim û ji bo min çavkaniyeke tênebihur a zimanî ye jî. Jiyan carinan tiştên wiha li mirov diqewimîne ku jixwe ew bi tehl û tirşiyên xwe, bi şîrînî û xweşiyên xwe ve mişt e. Ez bi vê rûdana hanê ya ku li min çêbûye gelek kêfxweş im û ji ber cihekî mistesna yê Ehmedê Xanî û şahesera wî Mem û Zîna wî bi min re heye jî, ez xwe bextewer dihesibînim. Belê tişt dibin sedema çêbûna tiştên hêja û xweş jî. Berê mirov ber bi aliyekî de didin ku heta mirov sax be li darê dinyayê êdî ew ji mirov re dibin, aqil, tecrube, şîret û rênîşander.
Hîn ku roja zimanê me li me neçûye ava…
https://botantimes.com/hin-ku-roja-zimane-me-li-me-necuye-ava/
Meseleya zimên li me bûye wekî meseleya hirçê. Dibêjin, heft çîrokên hirçê hene her heft jî li ser hirmiyê ne. A me xemxwerên zimên jî wisan e. Em jî tim behsa rewşa zimanê xwe dikin, balê dikişînin ser xetera li pêşiya me. Ji ber ku ziman êş, kul û birîna me ye, loma em tim jê digazinin. Bi dengekî bilind dikin qîrîn, qirik û gewriyê li xwe diqetînin da ku em xwe bi “xwe” bihisînin. Lê ka dengê me çi qas digihîje cihê cih, gotinên me li girseya armanckirî çi qas tesîr dikin, ev jî pirseke din e. Lê dîsan xem nake, em dê her bibêjin û bibilînin. Çawan ku giyayê hewşê tehl e, gotinên kesên ji malê jî pirî caran di vî warî de “pere” nakin, loma hez dikim bi alîkariya tesbîtên du sazî û damezirewayên giring ên ku di warê zimên de xwedî îtibar in, bi pîverên wan balê bikişînim ser rewşa zimanê me. Ji bo ku mirov bi awayekî zanistî bikare behsa rewşa zimanekî bike hewce bi hin krîteran heye. Bi van pîveran, tabloya heyî ya zimên a li Bakur dê hîn xweştir aşkera, xuya û berbiçav bibe. Saziya pêşî Summer Institute of Linguisticse. Li gorî wê pêkerên, ango faktorên ku dibin sedema windabûna zimanekî ev in: 1) Kêmbûna axêverên zimanî 2) Temen 3) Rêjeya axaftina zarokan a bi wî zimanî 4) Bikaranîna zimên a di gelek waran de 5) Hestên neteweyî û helwesta axêverên wî zimanî ya der barê zimanê wan de 6)  Koçkirina li metropolan 7)  Rêsa û sepanên hikûmet û mizgeftan/dêran 8) Zimanê perwerdeyê 9) Astengên aborî û kedxwarî/îstismar Li gel van nehên hanê ev jî giring in – Nebûna alfabeyeke standard – Kêmbûna berhemên wêjeyî – Hindikbûn an jî nebûna bikarhênerên çalak ên ku bi wî zimanî dixwînin û dinivîsin – Nebûna prestîj û piştgiriya li wî zimanî Tevî van yekan eleqe, daxwaz, beşdarî û biryarên birêveberên civaka wî zimanî jî diyarker in. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî, ji bo ku mirov di rewşa xetera de li ser zimanekî bigihîje, neh pîver peyitandine: 1) Veguhastina zimên a ji nifşekê li nifşeke din 2) Hejmara kesên ku bi wî zimanî diaxivin 3) Rêjeya kesan a li yekûna nifûsa ku bi wî zimanî diaxivin 4) Guherdetiyên di warê bikaranîna zimên de 5) Berteka zimên a li qad û nîvengên nû 6) Hebûna keresteyên hewce yên ji bo hînbûna zimên û hînbûna xwendin û nivîsînê 7) Helwest û polîtîkayên dewlet û saziyan, rewşa zimanê fermî û bikaranîna wî jî tê de 8) Helwesta wan takekesên civakê ya ji bo zimanê wan 9) Miqdar û wesfê belgeyên heyî yên têkildarî zimên. Pîverên van her du saziyan hema bibêje wekî hev in, zêde cudahiyeke beloq di navbera wan de xuya nake. Mirov dikare li gorî rewşa xweseriya xwe çend pîverên din jî li wan zêde bike. Mîna zimanê navmalê, zimanê medyaya koma zimanî, zimanê li sazî dezgehên vê civakê, zimanê sereke yê rewşenbîr, pêşeng û pêşkêşên vê civakê û hwd. Min navê ku ez yek bi yek li ser van pîveran rawestim û bi van pîveran li ser rewşa zimanê me wisan dûr û kûr şirove û analîzan bikim. Daxwaza min ew e ku xwînerên vê nivîsarê bixwînin, bila ew bi xwe serê xwe ji bo rewşa me ya zimanî biêşînin û tabloya heyî teswîr bikin. Lê bi kurtasî be jî, ez dixwazim dîsan çend gotinan der heqê vê yekê de bibêjim. Hem daneyên xebatên zimannasiya civakî (sosyolenguîstîk) ên li ser zimanê kurdî hem jî çavdêriyên me yên li ser qadê, dike ku em di vî warî de têra xwe reşbîn bin. Ji ber ku têkçûna zimanî ya di navbera nifşan de zêde dibe, rêjeya nezanîna bi kurdî ya di nav zarok û ciwanan de pirtir de dibe. Veguhastina ziman a li nifşên peyhatî kêmtir dibe. Tesîra tirkî ji bajar û bajarokan êdî ber bi deverên gundewar ve diçe. Ferdên ku asta wan a perwerdeya bi zimanê serdest bilind e, li gorî kesên kêmxwende yan jî nexwende zehftir asîmîle dibin. Ziman bêhtir di nav kal û pîran de zindî ye. Bar li ser pişta wan maye. Zimanê kesên ku ji civakê re serkêşiyê dikin jî bi giranî bi tirkî ye. Bi dêûbavan re hişmendiya zimanî qelstir dibe. Loma  zimanê navmalê dibe bi tirkî. Ji ber vê jî zarok ne di nav kurdî de lê belê di nav zimanê tirkî de tên dinyayê û mezin dibin. Ne bi zimanê xwe, bi zimanê tirkî radibin. Ji ber ku ziman bi awayekî xurt êdî li nifşa nûhatî nayê veguhastin, pê re jidestçûna çanda kurdî jî, her cure zargotin jî pêk tê. Ziman hem hilberînerê çandê, hem hilgirê wê hem jî veguhêzerê wê ye, îcar gava ev rola ziman nemîne, ziman rolek ji rolên xwe ji dest dide. Divê tim di bîra me de be ku hem dewamkerên zimanekî hem jî dahatûya zimanekî zarok in. Îroj gava ji kurdan tê behskirin, yekser tê gotin ku girseya herî hişyar û polîtîk ew in, gelê birêxistî ew e. Lê eger mijar ziman be, bi xwe ez nikarim bibêjim ku ev hişyarî, ev hişmendî û xemxwerî ji bo zimên heye. Li hêla din, bi kurdên hişyar û polîtîk re, çendî ku ew li xwebûna xwe û her tiştê aîdî nasnameyê ne dibin xwedî jî, eger bi awayekî giştî bê gotin, hişmendî û giringiya bikaranîna zimên a di her warî de bi wan re lawaz e. Divê ew ji bîr nekin ku kî li pêş be çavê xelkê bi her awayî lê ye. Ji ber ku ew li pêş çavên civakê kesên mînak in, loma jî berpirsiya wan hîn zêdetir e. Her takekesê civaka kurd hewce ye li ser van pîverên navborî serê xwe biêşîne û bi awayekî zelal wêneyê rewşa zimanî ya li pêşiya me, bipeyitîne û derpêş bike. Rastî tehl be jî divê em bibêjin. Wek gotina dawî: Divê em pir xema zimanê xwe bixwin û karê îroj nehêlin sibehê. Ne sibehê lê îroj jî li me dereng e. Eger em zû dest nebine xwe dê ev çilmisîna zimanê me bi xurtî bidome û dê roja zimanê me jî li me biçe ava.
Li gorî Ewliya Çelebî binyada kurdî û zaravayên kurdî
https://botantimes.com/li-gori-ewliya-celebi-binyada-kurdi-u-zaravayen-kurdi/
Ewliya Çelebî dibêje dozdeh lîsanên kurdî hene, lê navên şazdeh heban bi rêz dike: Zaza, lolo, cîloyî, ewnikî, mahmûdî, şîrwanî, cizrewî, pisanî, sîncarî, herîrî, erdelanî, soranî, xalidî, çekvanî, imadî û rojkî. Çelebî ew wek cureyên zimanê kurdî nîşan dide, hal we ye hema hema bi piranî ew navên eşîran û yên cih û waran in. Gelek seyah, oryantalîst û mîsyoneran behsa kurdan û hinekan jî ya binyada zimanê kurdî kiriye. Yek ji wan seyahan jî Ewliya Çelebî ye ku du caran li Kurdistanê geriyaye. Gera pêşî sala 1640 û ya diduyan jî sala 1655’an e. Çelebî di berhema xwe ya navdar Seyahetnameyê de, der heqê kurdan de jî cih daye gelek tiştan û li ser kurdan û zimanê kurdî agahiyên balkêş derpêş kirine. Em serê pêşî ji gotinên wî yên li ser binyada kurdan dest pê bikin. Gava Ewliya Çelebî efsaneya li ser peydabûna zimanê kurdî vediguhêze, wek kesê çavkanî jî dîrokzanekî ermenî yê bi navê Mîxdîsî nîşan dide, lê kes pê nizane bê ka ew kî ye. Li gorî wî, di tofanê de keştiya Hz. Nuh li ser Çiyayê Cûdî rawestiyaye û wexta av vekişiyaye cara pêşî avahî li wir, bi avabûna bajarê Şirnexê hatine lêkirin. Hikumdarê bajêr jî, ji umeta Hz. Nuh Melîk Kurdîm bûye. Ev kes li serê Çiyayê Cûdî şeş sed sal jiyaye, zarokên wî jî li her derê belav bûne û wan ji zimanê îbrî (îbranî) cuda zimanekî welê afirandiye ku ne şibiyaye farisî ne jî zimanê derî. Awayekî din ê vê rîwayetê jî wiha ye: Îcar bûyer li Meyafarqînê, bi navê xwe yê niha li Farqînê qewimiye. Melîk Kurdîm piştî şeş sed sal li ser çiyayên bilind jiyaye bi şûn de, biryar daye li Farqînê bimîne. Gava nesila wî zêde dibe, ji bo wan jî zimanek ji zimanê îbrî serbixwe, zimanê kurdî afirandiye ku ew ji zimanên klasîk ên mîna erebî, farisî, derî û pehlewî cihê ye. Tiştê balkêş, Ewliya Çelebî ev rîwayeta hanê ne ji kurdan lê belê ji yekî biyanî neqil dike û em pê nizanin gelo ka di wê serdemê de, li nav kurdan baweriyeke wisan hebûye yan tune bûye. Lê qebûleke wisan hebûye ku kurdî zimanekî kevn û ji zimanên îbrî, erebî û farisî bi temamî cuda bûye. Li hêla din, qiyaskirina kurdî ya li zimanên din jî ne bêsedem e. Ji lew re Ewliya Çelebî ji pirtûka meşhûr a Kemal Paşazade ya bi navê “Deqaiq el-Heqaiq”ê îqtibas dike ku ev kitêb der barê zimanê farisî de hatiye nivîsîn. Li gorî hedîseke di wê berhemê de dibihure, zimanên ehlên bihiştê erebî, farisî û derî ye. Ji van veguhastinên Ewliya Çelebî wisan tê femkirin wekî wî bi xwe zimanê kurdî yek ji wan zimanê heyî yê destpêkê, heta dibe wekî ew zimanê ewilî be, pejirandiye. Li gorî baweriyeke din, îcar zimanê cemaeta Nuh jî îbrî ye. Bi kurtasî tiştên Ewliya Çelebî di heqê binyada zimanê kurdî de vediguhêze, wiha ye. Niha jî em cih bidin zanyariyên wî yên li ser zaravayên kurdî. Ewliya Çelebî dibêje dozdeh lîsanên kurdî hene, lê navên şazdeh heban bi rêz dike: Zaza, lolo, cîloyî, ewnikî, mahmûdî, şîrwanî, cizrewî, pisanî, sîncarî, herîrî, erdelanî, soranî, xalidî, çekvanî, imadî û rojkî. Çelebî ew wek cureyên zimanê kurdî nîşan dide, hal we ye hema hema bi piranî ew navên eşîran û yên cih û waran in. Ji bilî erdelanî û herîrî, ku ew devokên zaravayên soranî ne, yên din jî hemû bi zaravayê kurmancî dipeyivin. Berî Ewliya Çelebî, Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnameya xwe de (sala temamkirina berhemê 1597 e) kurd ji aliyê ziman, nerît û rewşa wan a civakî ve bi awayê kurmanc, lor, kelhûr û goran kirine çar beş. Îroj jî bi awayekî giştî zaravayên kurdî mîna kirmanckî (zazakî), kurmancî, soranî, loranî û goranî tên senifandin. Ez dixwazim balê bikişînim ser tiştekî din jî. Gava nîqaş li ser zimanê kurdî tên kirin, nemaze derdorên neteweperestên tirk derpêş dikin ku dozdeh zaravayên kurdî hene. A ev meseleya dozdehan jî wekî me bi kurtasî li jorê jê behs kir, ji Ewliya Çelebî diqewime. Bêyî ez li ser fikirên Ewliya Çelebî û rîwayetên li ser koka kurdan û zimanê kurdî tiştekî bibêjim, min tenê qîma xwe bi veguhastinên wî yên li ser vê mijarê anî û min hewl da ez bi awayekî kurtasî be jî, ev agahiyên hanê bi we re pareve bikim. Li destpêka salên 1990’î min gotara Martin Von Bruinessen a bi navê “Onyedinci Yüzyılda Kürtler ve Dilleri: Kürt Lehçeleri Üzerine Evliya Çelebi’nin Notları” (Di Sedsala Hevdehan de Kurd û Zimanên Wan: Li Ser Zaravayên Kurdî Notên Ewliya Çelebî) xwendibû. Ev xebata hêja di nav weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Studia Kurdica (No 1-3, sal 2, Nîsan 1985) de hatiye weşandin. Min ji vê nivîsarê sûd wergirt, kesên mereq dikin û dixwazin kitekitên vê jî bizanin, ew dikarin serî li vê meqaleya hanê bidin û jê sûdmend bibin. Ev tişt rîwayet, efsane dibin çi dibin ew zane, lê tiştek heye ku tesîra van baweriyan li ser civak û ferdên civakê çêdibe. Kes baweriyên xwe bi wan tînin û wekî rastiyekê, mîna heqîqetekê hişk bi wan digirin û xwe bi wan diparêzin. Eynî wekî çawan par îmamê mizgefteke Tehranî gotibû zimanê kurdî zimanê dojehê ango cenemeyê ye. Hin kes jî xwe dispêrin hedîseke nesahîh û diangêjin zimanên bihiştê jî erebî, farisî û derî ne. De îcar bifikirin ev tiştên li ser zimanê kurdî hatine gotin, eger ji bo erebî, ji bo farisî yan jî ji bo tirkî bihatina gotin kî dizane niha ew di çi rewşê û em jî di çi halî de bûn. Ji aliyê bawermendan ve tê qebûlkirin ku Nuh bavê duyem ê mirovahiyê ye û mirovahî gişt ji nesla wî peyda û zêde bûye. Gelo li şûna navê Melîk Kurdîm eger nav ereb, tirk an faris bûya, niha wan xwe kiribû pêşiyên hemû mirovahiyê û hem ew hem jî zimanê wan zimanekî pîroz bû. Elbet a esil zanyariyên zanistî ne, lê divê neyê jibîrkirin bê çawan netewe xwe li ser efsane, rîwayet û destanan jî xurt û qewî dikin û wan ji xwe re dikin hêmaneke damezirîner a yekîtiya xwe. Ji bo neteweyan hêma, sembol, destan û baweriyên çandî jî keresteyên giring tê dîtin bê çawan ew îşaret bi raborî û ruhiyeta wan a hevpar dikin.
Tekhne Grammatike: Bingeha rêzimanan
https://botantimes.com/tekhne-grammatike-bingeha-rezimanan/
Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji zimanekî din nayê wergerandin. Jixwe tiştekî welê jî çênebûye. Sûdwergirtina ji rêbaz û termînolojiyê dibe, lê zimanek bi zimanekî din nayê îzahkirin. Carinan li ser platformên dîjîtal û medyaya civakî jî ez rastî “rexne”yekê têm ku îdîa dikin rêzimannasên kurd li gorî rêsayên zimanê tirkî rêzimanên xwe amade kirine. Gotina ez paşê bibêjim, hema ez di serî de bibêjim, ev awa “rexne” ne li cih e û sûcdariyeke bêbinî ye. Eger bê gotin, rêzimannas di bin tesîra zimanê xwe yê pêperwerdebûyî de mane û formasyona wan hîkarî li wan kiriye, ev tiştekî fehmdarî ye. Eger zimannas û amadekarên rêzimana kurmancî yên kurd di bin hîkariya metodolojî û termînolojiya zimannasiyê û yên rêzimanê de bimînin, ev jî tiştekî asayî û ne qabilî rexnekirinê ye. Lê taybetmendî û xweseriyên zimanê kurdî li gorî rêzikên zimanekî din hatibin şayesandin û ravekirin, a ev yek lêgirtina rexneyê heq dike. Ji bo ji van gotinên min, mexseda min baş bê fehmkirin, zelalî û serwextbûnek çêbe, hez dikim behsa xebatekê bikim bê çawan ew bûye bingeh û jêderka rêzimanên neteweyên din jî. Wexta min teza xwe ya masterê amade dikir, ez rastî zanyariyeke balkêş hatim ku heta wê gavê haya min jê nebû. Ew jî berhema Dionysios Thrax (berî zayînê teqrîben sala 170-90’î) a bi navê “Tekhne Grammatike” bû. Dionysios ev berhema navborî li ser zimanê grekî amade kiriye û ev jî nimûneya pêşîn a kitêba gramerê ya klasîk a li Rojava ye. Tê gotin ev berhem, berhevoka encama xebatên nêzikî 400 sal berî wî û yên dema wî ye [1]. Xebatên li cîhana Rojava rê li ber rêzimana klasîk/rêzikparêz vekiriye û nemaze bi saya berhemên Platon û Arîstoteles jî cara pêşîn termînolojiyeke zimannasiyê çêbûye ku hemû pêvajo û taybetiyên zimanekî Ewrûpayê pê hatiye şayesandin û bêjeyên havildar ên mîna “navdêr” û “lêker” bi xwe jî hatine bikaranîn [2]. Herçî berhema Dionysios “Tekhne Grammatike” ye, ji bilî hevoksaziyê (sentaksê), der barê hemû mijarên zimên de 13 qirn wek deqeke hîmî li Rojava hatiye pejirandin [3]. Ji ber ku gramera Dionysios li zimanên neteweyên derî cografyaya Ewrûpayê hatiye wergerandin, wekî zimanên ermenî û suryanî û ji xebatên li ser rêzimanê yên îbranî û erebî re jî bûye rênîşander [4], loma dibe bê gotin ku ew xebat bi domana demê re ji bo piraniya berhemên rêzimanê yên zimanên neteweyên din jî bûye nimûne, çavkanî û palpişt. Ev xebata Dionysios, bûye maka rêzimana nerîtî (kevneşopî) û ji bilî rêzimana zimanên neteweyên Rojava, wê bi awayekî hîkarî li xebatên rêzimana zimanên neteweyên derrojavayî jî kiriye. Ji lew re, gava bê gotin yûnaniyên berê ji gelek aliyan ve berek daye her cure xebat û vekolînên li ser zimên û zimannasiyê, dê ne tiştekî zêde pirole ango mibalexe be. Rêziman şaxeke pir kevn a zanistê ye û destpêka wê heta berî zayînê diçe. Yek ji armancên wê yên sereke jî perwerdeya zimên e û ew bi xwe rêzikparêz e [5] ku tevahiya rêzikên zimanekî jî li xwe vedihewîne. Ev ranêzikiya rêzimana rêzikparêz, dixwaze wan rêzikên zimanî yên bikaranîna zimên bi rê ve dibin bipeyitîne û der heqê wan de agahiyan bide xwîneran. Îcar rêzimana şayesî (teswîrî) berevajî ya rêzikparêz, hewl dide di serdemeke diyar de li ser zimanekî yan jî li ser zimanên lêzim raweste û rêzikên wan bişayesîne, lê der barê rêzikekê de darazeke vebir nade. Di roja îroj de êdî mijarên bi gramerê eleqedar in, di bin banê zimannasiyê de tên kirin û ev zanista zimên jî di sedsala XIX’an de geşe bi xwe daye, bi pêş ketiye û bûye zanisteke serbixwe. Ji ber her zimanek xwedî taybetiyên xwe yên xweser in, loma rêzikên rêzimanê bi awayekî giştî ji bingeha zimên bi xwe tên derxistin. A giring ew e ku rêsayên zimanê dabaşa lêkolînê ye, ne li gorî zimanekî din bên diyarkirin, lê rêzikên wî zimanî bi xwe bên aşkerakirin û li gorî termînolojiya zimannasiyê jî nav li wan bên danîn, ew rewş bên têgihîkirin, şayesandin û ravekirin. Jixwe gava mirov li rêzimanan dinêre, xweş dibîne bê çawan mijarên wan ên sereke mijarên mîna fonetîk, morfolojî, sentaks, semantîk, leksîkolojî û xalbendî ne. Çi klasîk çi modern, rêbaz û teoriyên heyî divê ji mirov re bibin rêber û rênîşander, bi saya wan mirov zimanê xwe baş binase, rêzik û rêsayên wê bipeyitîne, rêzimana zimanê xwe çêke û wê têr biedilîne. Herçî rêzimanên me yên hatine amadekirin, eger bi awayekî giştî bê gotin, ew ji xebatên gramera kevneşopî/klasîk ne serbixwe ne. Jixwe çaxa bi çavekî lêkolînî û hilseganî li wan were mêzandin, dê bi hêsanî bê dîtin ku ew berhemên hanê rasterast nebe jî, lê qet nebe bi awayekî neyekser di bin hîkariya vê paşxaneya dîrokî de ne. Bi awayekî girêdayî vê rêbazê mane. Di gel vê yekê, zimannas û amadekarên rêzimanê yên li ser zaravayê kurmancî, di gelek warên rêzimanê de ramanên wan ji hev cuda ne. Peyt û hizirên wan ên li ser rêzikên rêzimanê bi temamî hev nagirin, di navbera wan de nakokiyên zehf şênber û berbiçav jî hene. Mîna nêrînên wan ên li ser cureyên bêjeyan, senifana cureyên lêkeran, navlêkirina rêzikên rêzimanî (têgihîkirina diyardeyên zimanî û rêzimanî), tewang û rastnivîsînê. Îcar ev rewş dibe ji ber sedemên formasyona/perwerdeya wan a bi zimanê serdest be yan jî ji ber hîkariya wî zimanê be ku yên rêziman amade kirine, wan xwastibe bi termînolojî û rêbaza zimanê xwe yê perwerdeyê rêzikên zimanê xwe tesbît bike, zimanê xwe yê dayikê jî bişayesîne û der barê vê yekê de agahiyên raveker û vebir bide bikarhênerên zimên. Loma dibe bê angaştin ku yek ji sedemên vê cudabûna wan a ji hev jî, ji ber vê rewşa amajepêkirî be. Gotina dawî, “Tekhne Grammatike”ya Dionysios wek nimûne bûye bingeha gramerên klasîk û bi saya xebata wî neteweyên ewrûpî û derewrûpî jî jê sûd wergirtine û wan li ber wê rêzimana xwe amade kiriye. Loma mirov dikare bi dilekî rehet bibêje, gramerên din bi awayekî têjikên wê ne, ji ber wê çêbûne. Mirov ji metod û teoriyan îstifade dike, bi xêra wan mirov bi ser rêzikên zimanê xwe ve jî dibe. Lê ya esil ew e mirov rêzikên zimanê xwe bipeyitîne, wan aşkera bike û awayê xebitîna wan bişayesîne. Zimanên ji heman malbatê û yên ji komên cuda yên vê malbatê ne jî, dîsan ji aliyên wekî denganî (fonetîk), teşenasî (morfolojî), hevoksazî (sentaks), kirpandin, gencîneyan peyvan û hwd. ve ji hev cihê ne. Jixwe gava ev krîter nebûna, ew nedibûn zimanên serbixwe. Loma mirov dikare termînolojiya hevpar bi kar bîne, lê divê diyardeyên zimanê mirov li gorî qaydeyên wî zimanî bên pênasekirin û eger hebin divê navên cuda li rêsa û taybetmendiyên wî zimanî bi xwe bên danîn û rewş jî bên têgehîkirin. Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji zimanekî din nayê wergerandin. Jixwe tiştekî welê jî çênebûye. Sûdwergirtina ji rêbaz û termînolojiyê dibe, lê zimanek bi zimanekî din nayê îzahkirin. Çavkanî: [1] Doğan Aksan, Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim, C. 1, 4. Baskı, Türk Dil Kurumu Yayınları, Ankara 2007, r. 18. [2] Steven Roger Fischer, Dilin Tarihi, 3. Basım, Muhtesim Güvenç (Çev.), Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, İstanbul 2015, r. 144. [3] Steven Roger Fischer, h..b., r. 144. [4] Süheylâ Bayrav, Yapısal Dilbilim, Multilingual, İstanbul 1998, r. 30-31. [5] Zeynel Kıran & Ayşe (Eziler) Kıran, Dilbilime Giriş, 3. Baskı, Seçkin Yayıncılık, Ankara 2010, r. 47.
Şaredarî û xizmetên ji bo ziman, çand û hunerê
https://botantimes.com/saredari-u-xizmeten-ji-bo-ziman-cand-u-hunere/
Şaredarî, bi awayekî klasîk êdî ne ew şaredarîyên berê ne. Jixwe ji bo kurdan ew hîn cudatir in. Vîna temsîla cihkî, hêza birêvebirinê û desthilata wî cihî ne. Loma divê li gorî taybetmendiyên deverî bi her xizmet û pêdiviyên cur bi cur ên wê derê bibilin, kêşeyan çareser bikin û daxwaziyên şêniyê deverê dabîn û bîter bikin. Di wexta hilbijartinên cihkî de namzedên hevserokên şaredariyan ên DEM Partiyê der heqê ziman, çand û hunera kurdî de jî hin soz dan hilbijêran ku gava ew werin ser kar ew dê di van waran de gavên giring biavêjin. Yek ji wan soz û wehdan jî, mijara tabelayên bi kurdî bû û aşkera kiribûn dê ji ber vê yekê baca tabelayên bi kurdî kêm bikin. Ev xala dawî piştî hilbijartinê bi xurtî hat rojevê û hin derdoran jî bi tundî êrîşî vê biryara hevserokên şaredariyên DEM Partiyê kir ku xwedêgiravî ew cudahîkeriyê dikin. Paşê tiştinên din jî qewimîn û hat angaştin xwedîgiravî alaya tirk ji cih hatiye rakin, sirûda neteweyî nehatiye xwendin û hin propagandaya reş ên li dijî şaredariyan hatin kirin. Em bi niyet û armanca wan dizanin, ji ber ew alîgirên feraseta asîmîleker û statukoparêz in, çavê wan bi tu tiştekî kurdan bar nade, loma ew wan ji xwe re dikin behane û wisan dikin qarewar. A bi wan nexweş û jê ne razî ne, çalakî û xizmetên bi kurdî ya ji hêla van şaredariyan ve ye, îcar a di dilê xwe de bi aşkerayî nadin der, lê tiştên din ji xwe re dikin mertal û welê dest bi êrîşan dikin. Em wan bi ya wan bihêlin û bên ser mijara xwe ya hîmî. Şaredarî, xizmet û çalakiyên dikevin nav sînor û berpirsiyên wan jixwe tên zanîn, ji lew re em dê behsa wan nekin. Em dê balê bikişînin ser şaredariyên gel, ew ên ji hêla tevgera siyasî ya sereke ya gelê kurd ve dihatin birêvebirin û pratîkên wan ên berê bê çawan wan rengê xwe dida rûçikê bajar, bajarok û beldeyan û bê çawan ew hêdî hêdî li esilê xwe, li nasnameya xwe ya rasteqîn vedigeriyan. Wan şaredariya ne tenê mora xwe li çalakî û xizmetên xwe dixist, her wisan li bajêr jî dida. Gava mirov hîn ji derve diket nav bajêr bi vê guherînê dihisiya û pê derdixist ku desthilateke cuda ya şaredariyan li vir heye. Bi nivîsarên kurdî yên li ser tabela û bîlboardan, pankart û afîşên bi kurdî, bajêr xwe û nasnameya xwe dida nîşandan. Dîsan bi çalakiyên çandî û hunerî yên mîna konser, şano û mîhrîcanan hewaya bajêr û deverê diguherandin. Jixwe bi xizmet û xebatên xwe yên di bin banê şaredariyan de mîna Şanoya Bajêr, konservatuwar, sînema, dayîngeh (kreş) û xizmetên pirziman wekî tabelayên pirziman ên yekeyên îdarî yên şaredariyan, çalakiyên xuyabarkirina zimanê kurdî, handana axiftina bi kurdî, nivîsarên kurdî yên li ser cih û mekanan, danîna navên kurdî yên li park, bîrdarî û kolanan û yên wekî wan hîkariyeke din a erênî li şêniyên bajêr dikir. Psîkolojiya ji ber qedexebûn, pest û pêkutiya li ser nasname û rastiya gel çêbûye, têk dişikand. Eger bi kurtî bê gotin, sepanên berê yên li ser gelê kurd dihatin meşandin berevajî dibûn, rastî û heqîqetê serê xwe hildida, bi xwe ve dihat, li xwe dibû xwedî û xwebûna gel tevî hemû nirxên wî xuyabar dibûn, bihara kurdî û çanda kurdî dest pê dikir. Li aliyekê siyaseta red, înkar û asîmîlasyonê û li aliyê din têkoşîna li dijî vê polîtîkayê, ya xwedîbûna li xwe hebû. Şikandina wê hest û ramanê, ya ku divê li sazî û daîrên dewletê tenê bi tirkî bê peyivandin, bi mirovan re fikira azadbûna zimanê wan çêdikir. Dibû sedema baweriya bi xwe û vegera li rastiya xwe. Mesela ez ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibêjim, ku di sala 2016’an de ez çend mehan lê xebitîm û piştî hatina qeyûm ez jî wekî gelek kesan ji kar hatim avêtin. Ev tiştên me li jorê gotin, berî me dest pê hatibû kirin. Wek mînak, di sala 2011’an de komxebatên ji bo termên bi kurdî yên îdarî û beşên di bin banê şaredariyê de hatin lidarxistin û ez jî yek ji wan beşdaran bûm. Tabela bi kurdî û tirkî dihat amadekirin. Li hêla din berhemên bi kurdî jî ji hêla şaredariyê ve dihatin çapkirin ku ew bi piranî li ser dîrok, çand, xwarinên bajêr, muzîk û dengbêjiyê bûn. Wexta min bi qasî heft mehan lê kar kir, min bi xwe nêzî deh berhemên kurdî wek edîtor û redaktor amede kirin û ew hatin weşandin. Çend ji wan ji bo materyalên konservatuwarê bûn. Mîna Alfabeya Muzîkê 1, Bi Çalakiyan Fêrî Muzîkê Dibim 1, Stranên Kurdî 1 û Stranbêjî û Çanda Dengbêjiyê 1. Hem ji ber derfetên şaredariyan hem jî ji ber ew îdareyên cihkî ne, tesîra wan gelek zêde ye. Ew zêdetir dikarin xwe bigihînin girseya armanckirî û bergeha xebat û xizmetên xwe berfirehtir bikin. Loma bendewariya ji wan zêde ye û berevajîkirina feraset û têgihîştinên şaş jî ji wan tê hêvîkirin. Xaleke din a giring a hez dikim jê behs bikim, mijara termên îdarî yên bi kurdî ne. Gelek şaredariyan wê demê jî dest bi nivîsarên duzimanî ya tabelayan û hwd. kiribû. Lê ji ber ew xebat bi awayekî navendî nedihatin meşandin, di warê ziman û rastnivîsînê de şaşiyên zêde beloq çêdibûn û di navbera wan de hevgiriyek li ser terman nebû. Bi ya min hewce ye ji niha ve DEM Partî û Desteya Birêvebirinên Cihkî der barê vê mijarê de hişyar bin û nehêlin da di van waran de çend serîtî çêbe û van xebatan bi awayekî navendî birêxistin bike. Şaredarî, bi awayekî klasîk êdî ne ew şaredarîyên berê ne. Jixwe ji bo kurdan ew hîn cudatir in. Vîna temsîla cihkî, hêza birêvebirinê û desthilata wî cihî ne. Loma divê li gorî taybetmendiyên deverî bi her xizmet û pêdiviyên cur bi cur ên wê derê bibilin, kêşeyan çareser bikin û daxwaziyên şêniyê deverê dabîn û bîter bikin. Li aliyê din jî divê xebatên xwe bi hesasî bikin, bi berpirsiyane tev bigerin û tu behaneyan jî nedin destê xêrnexwazan ku çavên wan li ser biryar û kirinên wan in, di kozik û kêmînan de ji niha ve destên xwe di hev didin da tiştek bê serê wan. Wek gotina dawî, hewce ye ew li dijî her tiştî hişyar bin, konsantrasyona xwe bidin ser kar û berpirsiyên xwe yên hîmî û pêwîstiyên gotina “em dê xwe jî û bajarê xwe jî bi rê ve bibin” bi her awayê bidin nîşandan. Ji lew re tiştê dest dike dê û bav nake.
Hûn bi kîjan zimanî xewnan dibînin û pê çêran dikin?
https://botantimes.com/hun-bi-kijan-zimani-xewnan-dibinin-u-pe-ceran-dikin/
Di wexta xeberdana ji pestan de jî bikaranîna zimanê dayikê giring e û ew jî nîşana asîmîlebûnê yan jî nebûnê ye. Ji lew re gava mirov ji pestan dibêje jî ne li hemdê xwe ye, hiş ne li serê mirov e. Di serî de bibêjim ku derdê min ne ew e ez ji aliyê zanistî ve li ser têkiliya mêjî û zimên bisekinim û der heqê xewnan û binhişê mirov de jî analîzên psîkolojîk bikim. Jixwe ev yek ji min zêde ye û derî zanîna min e. Loma ya herî baş ew e ku mirov mijara newrolînguîstîk û psîkanalîzê ji pisporên wan qadan re bihêle. Mebesta min ji vê nivîsarê ew e ku ka em kesên ji bilî zimanê xwe yê dayikê bi zimanekî din an jî bi çend zimanan dizanin, bi kîjan zimanî xewnan dibînin û gava em aciz an jî tehl dibin gelo bi kîjan zimanî çêran dikin, yanî dijûn û sixêfan dikin. Her wisan ew kesên gava ji pestan xeber din, bê ka kîjan zimanî bi kar tînin. Bi ya min ji bo kesên pirziman ev her sê rewş jî giring in ku bêyî hemd li mirov diqewimin. Kesên ku qet xewnan nabînin hene yan tune ne, ya rast ez pê nizanim. Lê tiştek heye ku gelek mirov xewnan dibînin. Îcar hin kes pir xewnan dibînin hin kes jî kêm. Kesin hene îcar ew dikarin bi hûrgilî giliyên xewnên xwe bikin, lê belê kesin jî hene ku xewnên wan nayên bîra wan û loma nikarin wisan bi kitekit behsa xewnên xwe yên dîtî bikin. Ez bi xwe pir kêm xewnan dibînim û bi piranî jî detayên wan xewnan hema bibêje nayên bîra min. Belê, temaya vê nivîsarê têkiliya zimanê dayikê û xewnan, ya çêran û xeberdana ji pestan e. Der heqê zimanê dayikê û xewnan de ez pêşî ji serpêhatiyeke xwe behs bikim. Ez xwendekarê zanîngehê bûm û wê demê jî bi kurdî re eleqedar dibûm. Her civata ez lê bûma teqez mijar her zimanê kurdî bû. Li beşa me ya civaknasiyê yeke troçkîst hebû ku ew di pola çaran de bû, lê ez xwendekarê sala pêşî bûm. Ew û hevalên xwe bi me dibiliyan da me bikin troçkîst. Rojekê di sihbetekê de ji min pirseke wisan kir ku ez qet berê tê nefikirîbûm. Helbet axiftina me ya bi hev re bi tirkî bû. Gote min: “Kurdo tu xewnan bi kîjan zimanî dibînî?” Ez wisan di cihê xwe de sekinî mam. Ji ber ku ez hîç li ser vê yekê nehizirîbûm û jixwe xewnên min nedihatin bîra min, tenê min jê re got ku “Nayê bîra min û vê meseleyê jî qet bala min nekêşaye.” Ev pirsa wê ji min re bû derd û heta êvarê vê meraqê destê xwe ji pêsîra min berneda. Ez wê demê li wargeha xwendekaran dimam, bi têfikirîna li ser peydakirina bersiva pirsê razam. Serê sibehê bi kêfa ji ber dîtina bersivê, ez ji nav nivîna xwe derketim û zûzûka min xwe amade kir û ketim ser rêya dibistanê da ez bersiva xwediya pirsê bidimê. Yekser çûm kantînê û min çavên xwe lê gerandin. Min ew di nav hevalan de nedît. Min pirsî, gotin min ku ew hîn nehatiye. Wan jî meraq dikir bê ez çima wisan bi kelecan lê dipirsim. Min rewşa xwe ji wan re got. Piştî nîvroj bû ne şaş bim hat, ez çûm balê û min gotê: “Min bersiva pirsa te dît lê mesele piçek tevlihev xuya dike. Min îşev xewn dît. Ez di xewna xwe de hem bi kurdî hem bi tirkî dipeyivîm. Min bi hevalên xwe yên kurd re bi kurdî û bi yên din re jî bi tirkî xeber dida.” Bersiveke kurt da min: “Nexwe tu hîn asîmîle nebûyî.” Haya min heta wê rojê ji vê rewşê nebû. Têkiliya zimanê dayikê û xewnan, dîtina xewnê ya bi zimanê xwe yê dayikê ya kesên pirziman û meseleya asîmîlasyonê… Eger kesek ji bilî zimanê xwe duçarî zimanekî din bûbe û hîn jî bikare bi zimanê xwe xewnan bibîne û ev jî wek krîtera asîmîlenebûnê bê dîtin. Mijara axiftina bi tirkî ya bi yên ne kurd re jî dîsan tiştekî asayî ye ku ji ber zimanê danûstandinê, yê danînan têkiliyan a bi wan re bi tirkî bûye. Di wexta xeberdana ji pestan de jî bikaranîna zimanê dayikê giring e û ew jî nîşana asîmîlebûnê yan jî nebûnê ye. Ji lew re gava mirov ji pestan dibêje jî ne li hemdê xwe ye, hiş ne li serê mirov e. Ez bi xwe li vê yekê jî bûme şahid ku kesê tifaqek lê qewimiye, birîndar û bêhiş ketiye, gava ji pestan xeber daye bi zimanê xwe naliyaye, lûbandiye, gazî dêya xwe yan kesekî din kiriye yan jî hawar li kesan daxistiye. Di vê rewşê de jî binhiş di dewrê de ye û ev jî pîverek e ku divê neyê paşguhkirin. Mijara din jî kirina çêr û dijûnan e. Ev jî gava mirov aciz dibe, cihekî mirov tehl dibe, ji ber rewş û qewamekê ditengije, ha te dît bêyî hemd ji dev gotinek derket û wisan xwe pê rehet dike. Ez ne şaş bim, hevalekî gotibû ku der heqê meseleya zimanê dayikê û kirina çêran de, bi zarokên pirziman re xebatek hatiye kirin. Bêyî haya zarokan ji wan hebe, bi zanebûn ew hêrs kirine û bi vê jî xwastine berteka wan bizanin bê ka ew bi kîjan zimanî çêran dikin. Zarokên ku tenê acizaya xwe bi çêrkirina bi zimanê xwe yê dayikê derbiribin, ew wek kesên neasîmîle hatine pênasekirin. Em dev ji zarokan berdin, em salmezin bi xwe jî, ez jî tê de, di rewşên wisan acizî, zivêrî, tehlbûn û tengijiyê de bi zimanê xwe çêran dikin. Ji ber ku bi zimanê serdestan kirina dijûnan wekî zimanê mirov dilê mirov rehet nake. Zimanê pêşî, zimanê dayikê qeyda ewilî ya mêjî ye. Zimanê ku mirov piştre hîn dibe yan jî werdigire li ser wî zimanî bi cih dibe. Pir zor e ku zimanê duyem û yên din ku bi dû re hatine hewisandin û wergirtin, bikarin cihê zimanê pêşî bigirin. Jixwe di van her sê rewşan de bêyî vîn û hemdê mirov ev ziman serî hildide ku wî pêşî cihê xwe di mêjî de girtiye û kesayetiya mirov şêwandiye. Ew ên duziman an jî pirziman, hûn jî ji xwe bipirsin bê zimanê we yê xewnan, ê çêran û gotina pestan kîjan e. Zimanê we yê ku hûn paşê fêr bûne gelo serî ji zimanê we yê dayikê standiye yan na û testeke biçûk li ser rewşa xwe pêk bînin. Zimanê mirov mal û hêlîna hebûna mirov e. Eger tu jê neqerî ew terka te nade.
Rastnivîsîna çend peyvên nîqaşbar
https://botantimes.com/rastnivisina-cend-peyven-niqasbar/
Eger mehneyeke din ji peyvê neçe hewce ye her cureyê peyvê bi tena serê xwe bê nivîsîn û rastnivîsîna zimên jî zêde neyê dijwarkirin. Ji lew re alozbûna vekîtê ji bo hînbûna rastnivîsînê dibe sergêjî û kêşe. Lê pêwîstiya me bi rastnivîsîneke hêsan jî heye. Zimanê nivîskî û zimanê standard, du termên zimannasiyê ne. Bi kurtasî, zimanê nivîskî şêweyek ji devokên zimanekî ye ku di nivîsînê de ew wek standard tê bikaranîn. Her wiha zimanê standard jî cureyekî zimên e îcar ew xwe dispêre qaydeyên hevpar û bêyî şopa çîneke civakî û yan jî cihkî li ser hebe, di warên mîna kargêrî, hiqûq, perwerde, bazirganî û medyayê de ew hem nivîskî hem jî devkî tê bikaranîn. Ji van her du terman xweş diyar dibe bê çawan pîvan, rêzik û standardek li ser bikarhênerên zimên tên sepandin û ji wan tê xwastin da ew rîayetê li vê yekê bikin. Gava dabaş dibe kurdiya nivîskî û standard, çendî wek raman û nêrîn hema hema her kes pêdiviya vê rewşê bipejirîne jî, lê pratîka me ya di vî warî de mixabin ji hev cuda dixuye. Mijarên taybetîdar ango spesîfîk li aliyekî, der heqê rastnivîsîna hin peyvên sereke de jî em lihevnekirî ne. Di weşan û berhemên me yên nivîskî de kêşeya rastnivîsîna hin peyvan bi awayekî beloq bi ber çavên me dikeve. Ev rewşa hanê jî bi piranî ji zimannas, rêzimannas, ferhengnivîs (leksîkograf), edîtor û redaktoran diqewime. Heta carinan nivîskar bi xwe jî awayê vekîta xwe li weşanxaneyan ferz dikin. Helbet sedema sereke ya van gelş û aloziyan, nebûna saziyeke me ya zimanî ya otorîte ye. Eger saziyeke me ya welê hebûya û mîna otorîte ji aliyê hemû kurdan ve bihatiya qebûlkirin, me dê gişt bi gura rêzik û rêsayên wê bikira, em dê bigihîştina zimanekî nivîskî û zimanê me jî dê ber bi standardiyeke edilandî ve biçûya, kil û kêmasiyên me, cihêtî û ramanên me yên li ser rastnivîsîna peyvan jî qet nebûya dê pir û pir kêm bibûna. Di gel vê rewşê, divê em bibêjin ku xebatên li ser rastnivîsînê tên kirin hene, saziyên bi van waran eleqedar dibin, xema pêkanîna zimanê standard dixwin jî hene û hewce ye em keda wan bişêkirînin. Lê belê der heqê rastnivîsîna hin peyvan de hîn lihevkirineke tam nîn e û di warê zimanê nivîskî de jî ev dibe sedema bikaranîna ji hev cuda ya hin peyvan. Loma ez dixwazim li ser rastnivîsîna çend ji van peyvên hanê fikirên xwe derpêş bikim. Mînaka pêşî awayê rastnivîsîna “der heqê… de” û “di heqê… de” ye, ku di zimanê nivîskî de ew wekî “di derheqê… de” yan jî “di der heqê… de“, tên bikaranîn û rastnivîsîna wan ji aliyê hin sazî û kesan ve wisan tê tercîhkirin. Min navê ez behsa paşdaçeka “de/da“yê bikim, ji lew re ew “de” yan jî “da” kîjan bê tercîhkirin jî tesîr li awayê rastnivîsînê nake. Carekê di zimanê devkî de, di zargotina me de tevî lêkolînên xwe ez rastî awayê “di der heqê… de/di derheqê… de” nehatime. Her wisan min xwast ez bala xwe bidim berhemên nivîskî bê ka wan çi şêwe tercîh kiriye. Mesela di kovarên Hawar û Ronahiyê yên Celedat Bedirxan de, li ser vekîta wan hevgiriyek nîn e. Gava bi “di“yê hatiye bikaranîn ew her bi awayê “di heqê… de” ye, îcar gava bi “der“ê dest pê hatiye kirin, bi piranî wekî “der heqê” û bê paşdaçeka “de/da“yê, kêm caran jî ew tenê pevve hatiye nivîsîn. Di ferhenga Qanatê Kurdo ya bi Kurdî-Rûsî (1960) de, bi piranî ew bi awayê “derheq”, “derheqa…” û bê paşdaçek hatiye bikaranîn û derpêşkirin. Li aliyê din di Rojnameya Kurmancî ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê de, ew bi awayê wekî “derheqê… de“, “di derheqa… de” û “di derheqê…. de” hatiye bikaranîn, di vê organê de jî ahengek li ser rastnivîsîna wê xuya nabe. Di ferhenga Kurdî-Fransizî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de, ew hem bi awayê “derheq“, “derheqê…” hem jî “der heqê” heye û bêpaşdaçeka “de/da” ye, lê herçî bi şêweya “di heqê… de” îcar bi bazinedaçekê hatiye bikaranîn. Berginda vê peyvê ya din jî “der barê… de” ye ku ew jî eynî mîna wê ne xwedî standardeke nivîsînê ye. Ev peyv ji kurdiya naverast ango ji soranî derbasî kurmancî bûye û bi piranî di vî zaravayê me de bi awayê “le bareyî…” li kar e. Bi mebesta “heq” bi erebî ye, meyla me bi giştî çûye ser wê û me eynî miemele pê re jî kiriye. Wekî awayên “di derbarê… de”, “derbarê… de” û “der barê… de.” Kêşeyek heye û divê em jê re di çarçoveya rêsayên zimanê xwe de çareyekê bibînin. Carek wek peyveke bi serê xwe “derheq” di zimanê me de tune ye, li hêla din gava ew bi bazinedaçeka “di… de“yê re tê bikaranîn, hema her kes wê bi şêweya “di heqê… de” dinivîse. Lê çima rastnivîsîna wê gava bi “der“ê be ew hem wek “di derheq… de” hem jî “derheqê … de” tê tercîhkirin? Li gorî îdiaya hin kesan “der” ji zimanê farisî ketiye zimanê me û berginda wê ya di zimanê me de jixwe “di“ya me ya pêş daçek e. Eger em wisan qebûl bikin, nexwe em çima du caran “di“yê di gel hev dinivîsîn û wî awayî tercîh dikin? Lê em îtiraz li awayê rastnivîsana “di heqê…de” qet nakin. Dîsan bibêjim eger “der” jî ji aliyê watayê ve “di” bi xwe be, nexwe ha “der heqê…de” ha “di heqê… de” çi ferqa wan ji hev heye?! Hîç nîn e û “derheq” jî wek peyvek ango leksemeke bi serê xwe tune ye. Eger hebûya û gava ji hev cuda û bi hev ve bihatina nivîsîn divê mehneya wan jî ji hev cihê bûya. Mîna van çend nimûneyan: bidil û bi dil: Ew bidil e, jê vegerin; ew bi dil û can jê hez dike. jidil û ji dil: Tu niha jidil î?; ji dil dinalim. jixwe û ji xwe: Jixwe ez dihatim; ji xwe bipirse. lihev û li hev: Çi qas yekî lihev e; li hev aşt bûn. lipêş û li pêş. Saet deh deqîqe lipêş e; ew li pêş me sekiniye. yekcar û yek car: Ne me got ev tişt yekcar nabe; ev bû yek car an du car? yekser û yek ser: Hema yekser çû malê; yek ser e yek dûvelang e. Çend peyvên me yên din jî hene, ew yan bi hev ve yan jî ji hev cuda tê nivîsîn: Mîna “çi qas” û “çiqas“, “ew qas” û “ewqas“, “her wiha” û “herwiha“, “her tim” û “hertim“,”kar û bar” û “karûbar“, “lê belê” û “lêbelê“. Min navê ez wisan bi hûrgilî li ser van jî rawestim, ji ber ku rêzik û qayde aşkera ye, ew jî ev e: Eger pevve û ji hev cuda bên nivîsîn, divê mehneya wan ji hev û din cihê be, nexwe çima bi hevve bên nivîsîn û rastnivîsîn jî bê zorkirin? Wek mîna “dê û bav”; gava pevve û cuda bên nivîsîn, mehneya wan diguhere; dêûbav ango ebeweyn (parent). Dîsan bi dayîna du nimûneyan em balê bikişînin ser vê dabaşê: Min çi qas ji wan re got jî lê belê wan bi ya xwe kir. De ka em vê hevokê îcar “çi qas” û “lê belê“yê bi hev ve binivîsîn û pirsa xwe bikin, bê ka ji hêla mehneyê ve çi diguhere: Min çiqas ji wan re got jî lêbelê wan bi ya xwe kir. Mînaka din jî bila li ser awayê “her tim” û “hertim“ê be: Ez her tim (an jî hertim) dibêjim zimanê me navê hebûna me ye. Ji aliyê semantîk ve gava hêmanên wê pevve yan jî ji hev cihê bin, gelo guherînek di hevokê de çêdibe? Ez bi xwe nabînim. Eger hebe bila pevve be, lê eger nebe nexwe hewce ye hêmanên wê ji hev cuda bin. Zimanê standard zimanekî rêsayî ye, ev rêzik jî xalbendî ne tê de, bi piranî ji bingeha zimên tên peydakirin û li gorî morfolojî û semantîkê jî miemele bi rastnivîsîna peyvan tê kirin. Loma bi ya min divê qayde wiha be; eger mehneyeke din ji peyvê neçe hewce ye her cureyê peyvê bi tena serê xwe bê nivîsîn û rastnivîsîna zimên jî zêde neyê dijwarkirin. Ji lew re alozbûna vekîtê ji bo hînbûna rastnivîsînê dibe sergêjî û kêşe. Lê pêwîstiya me bi rastnivîsîneke hêsan jî heye.
Ji me re hişmendî û xemxwariya zimanî hewce ye
https://botantimes.com/ji-me-re-hismendi-u-xemxwariya-zimani-hewce-ye/
Meseleya zimanî, meseleyeke wisan e ku di ser hemû partî û rêxistinan re ye. Loma jî bêyî cudahî divê hemû derdorên kurdan bi şêweyeke jidil dest biavêjin vî karî û daxwazên mîna statuya kurdî, perwerdeya bi kurdî û di xizmetên gelemperî de bikaranîna kurdî tim di rojevê de zindî bihêlin heta mirad bi van daxwazan bê kirin. Der heqê zimanê kurdî de me navê em bibêjin sal bi sal xwezî bi par yan jî ro bi ro xwezî bi do. Ji ber ku her roja diçe ji kîsî zimanê me diçe, yê kêm dibe zimanê me û pê re jî gencîneya zimanê me ye. Ew gencîne jî di encama serdemên dûr û dirêj de pêk hatiye. Eger ziman nebe ew gencîne jî diqede diçe. Îsal li gorî par û salên çûyî, hêviya min a li ser xwedîbûna li zimanê kurdî zêdetir bû. Sedem jî ew e ku hem ji ber çalakiyên ji bo dersên hilbijarî hem jî ji ber çalakiyên bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, hewlên di vî warî de pirtir bûn. Ji van qewam û bipêşketinan jî, ji bo min a herî giring daxuyanînameya Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû. Di vê daxuyanînameya berfireh de, ku ji ber Roja Zimanê Dayikê hat ragihandin, amaje bi kirina gelek çalakiyên cur bi cur dihat kirin û ew wek giştîname jî ji hemû rêxistinên Partiyê re hat şandin. Pejirandina van çalakiyan a bi awayekî sazûmanî, dê bibe bipêşketineke giring û dê teqez teqilekê li têkoşîna zimanî bide. Heta niha ev têkoşîn bi piranî li ser milên çend sazî û kesayetan bû. Ez ne şaş bim cara ewil e bi awayekî wiha berfireh ji aliyê partiyeke siyasî ve biryarên wiha hêja û ew çend jî cidî tên girtin. Meseleya zimanî, meseleyeke wisan e ku di ser hemû partî û rêxistinan re ye. Loma jî bêyî cudahî divê hemû derdorên kurdan bi şêweyeke jidil dest biavêjin vî karî û daxwazên mîna statuya kurdî, perwerdeya bi kurdî û di xizmetên gelemperî de bikaranîna kurdî tim di rojevê de zindî bihêlin heta mirad bi van daxwazan bê kirin. Ji ber mijar hesas e û ew barekî giran e, heta partiya siyasî ya tevgera sereke xwe nede ber vê têkoşînê, dê girseyîbûna daxwazan, çêbûna hişmendiyeke xurt û xemxwariya zimanî jî her qels û lawaz bimîne. Biryargirtina lidarxistina çalakiyên ji bo zimanê kurdî ya li gelek bajaran a bi awayê navendî gavavêtina pêşî ye, lê pêkanîna van biryaran gava diduyan û ya hîn giringtir e. Ji lew re helwesta DEM Partiyê tiştekî diyarker e da ku ev daxwaz di nav gel û alîgirên wê bi xwe de jî cihgir bibe. Wekî gotina pêşiyên me, bi rastî jî kirineke hêjayî hezar gotinî ye. Ev yek dê hem ji bo hilbijartinên cihkî hem jî ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê kurdî bibe nimûne. Eger ev biryar û daxwazî di wexta hilbijartinan de berceste bibin dê hîkariyeke baş li girseyê jî bike. Me dît bê çawan ji ber Roja Zimanê Dayikê ji berê bêhtir meş çêbûn, daxuyanî hatin kirin, belavok hatin belavkirin, pankart hatin hilawistin, panel hatin lidarxistin û hin çalakiyên din jî çêbûn. Heta Dem Partiyê li Meclisê civîna xwe ya komê bi kurmancî kir û piştre jî bi kirmanckî, suryanî, erebî, gurcî, lazî û ermenî axiftin hatin kirin. Li Meclisê jî, ji ber vê roja hanê axaftin hatin kirin û bi îmzaya her du hevserokên Dem Pariyê ji bo statû û perwerdeya bi kurdî, ji UNESCO’yê re name hat şandin. Heta daxwazeke girseyî nebe, rêjeyeke zêde ya gel li wê daxwazê nebe xwedî, fereca biserketinê jî xuya nabe. Bipêşketineke din jî hema ez li ser xwe bibêjim. Îsal ji bo çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ez bêhtir hatim vexwendin û ez pê re negihîştim herim her cihî jî. Salên borî ji bo cihek an jî du cihan gazî me dikirin. Lê îsal saleke bibereket bû. Di çarçoveya vê rojê de serê pêşî 17’ê mehê li Çewlikê, 21’ê mehê li Ruhayê, 23’ê mehê li Stenbol û 25’ê mehê jî ez li Antalyayê bûm. Mixabin min nekarî ez biçûma Colemerg, Sêrt û Hewlêrê jî. Tew li Hewlêrê ji bo du çalakiyên cuda yên li ser zimanê dayikê daxwazî hebû. Îcar min navê ez behsa daxwaza tevlibûna bernameyên televîzyonan jî bikim. Em pê re negihîştin tevî hin bernameyan jî bibin. Hebûn û çêbûna hişyarî û hişmendiya di vî warî de tiştekî pir dilxweşker û dilşadker e. Jixwe derdê me yê bi partî, rêxistin, sazî û ferdên civakê re jî çêbûna vê yekê ye. Daxwazeke min a din jî ew e ku mijara ziman tu car nebe alav û navgîneke siyasî. Ev xema me, derdê me û hêviya me giştan e. Nabe ew bibe amrazeke têkoşîna ji bo berjewendiyên siyasî. Berjewendiya gelê kurd jî di ser hemû feyde û berjewendiyan re ye. Ziman û nasname, kurd û kurdî jî, mîna goşt û hestî ne. Ziman bi xwe mafekî kolektîf e, ne ferdî ye, her wiha ew mafekî demokratîk, mirovî û çandî yê bingehîn e û ew pêkhênerê aîdiyeta hevpar e. Tiştê herî giring têkoşîna ji bo xuyabarbûna daxwazan e û gava ev daxwaz ji bingehê, ji xwediyê dozê bi xwe were, ne mimkin e qedemeyên raser û lijneyên karbidest ên partiyan jî vê yekê nebînin û xwe neguherînin. Ji lew re ya esas vîna gel e. Hêza gel heye ku rêza berêtiyan biguherîne, tesîrê li siyaseta xwe bike û rojeva xwe jî diyar bike. Em di warê perwerde û statuya zimanî de pir dereng mane. Stêra zimanê me zenûn bûye. Zimanê bêxwedî bimîne, xwedî bi xwe xema wî nexwe, dahatûya wî dikeve talûkeyê. Defa hawarê ya zimanê me lê dikeve. Pêdivî bi geşkirin û xurtkirina zimanê me heye. Gava em vî dengî bibihîzin û zendên xwe ji bo zimanê xwe vemalin, dê çiraya zimanê me jî biîse û geş bibe. Kurd û kurdî bêyî hev nabin. Eger kurdî ji navê here dê piştre kurd jî bibin kesên bi esilê xwe kurd, paşê ew jî namîne dê bibin kesên ji serwerên xwe. Ji bo ev rewş li me neqewime, divê em kurdbûna xwe bi kurdî bijîn û wisan berdewamî bi xwe û xwebûna xwe bidin. Zimanê me nîşana hebûna me ya li vê dinyayê ye, ew dengê pêşiyên me, dengê me û yên peyhatiyên me ye ku divê ew her olan bide.
Etîmolojî û Etîmolojiya Gelêrî
https://botantimes.com/etimoloji-u-etimolojiya-geleri/
Vegerîna li xwe û zimanê xwe, bilîbûna bi zimanê xwe, têfikirîna li peyvên di zimanê xwe de helbet tiştên xweş û baş in. Lê divê ku her kesek bi warê xwe yê pisporiyê bibile, hilberînê di wan waran de bike, ji meseleya îfrat û tefrîtê xwe dûr bide û bi metodên zanistî bixebite. Etîmolojî, ku bi kurmancî jê re rehnasî û rîşalnasî jî tê gotin, şaxeke zimannasiyê ya pir giring e. Ev qada hanê hewl dide çavkaniya peyvên di zimanekî de nîşan bide û li wan dikole bê ka ew bêje kengê derketine holê, ji ku hatine, di kîjan merheleyan re bihurîne, bi van jî namîne ji aliyê teşe û watayê ve jî li ser dîroka peyvan radiweste. Di gel vê yekê ew hem warekî zehf zor hem jî lomeyên jê têra xwe hene. Loma her kesê bi zimannasiyê re eleqedar an jî her zimannasek di heman demê de ne etîmolog e jî. Ew warekî pisporiyê ya taybetmend e. Di platformên medyaya civakî de jî ez pir lê rast têm ku hin kes serê xwe bi mijara binyada peyvên di zimanê kurdî de diêşînin. Bi piranî eleqeya van kesan bi vê şaxa zimannasiyê re tune ye û bêyî haya wan ji prensîpên wê, ji rê û rêbazên wê hebin, wekî etîmologan li ser peyvan radiwestin, wan ji aliyê morfolojiyê ve tehlîl dikin, mehneyên nû li wan parçeyên peyva parçekirî bar dikin û qet jî bala xwe nadin şêweyên wan ên berê, zimanên cîran û tiştên din. Bi ser de jî bi awayekî ji nava xwe têr û ji xwe bawer der barê peyvan û etîmolojiya wan de gotinên qirase dikin û ne îdia lê li ser wan biryarên qethî derpêş dikin. Carinan di van platforman de hin kes li ser binyada peyvan pirsan ji min jî dikin. Ez yekser dibêjime wan ez ne etîmolog im û ev qad jî ji hêz û zanîna min der e. Çawan di kurmancî de hin gotinên me yên pêşiyan hene giringiyê didin şêwirîn û hebûna pispor û hostayan, wekî “bêyî hostayekî neçe çiyayekî” û “bêyî pîrekî neçe dîmana mîrekî”, divê mirov tiştan ji ehlê kar re bihêle. Îcar gava mirov ne pisporê vê şaxa zimannasiyê be, bi ser de bi çend zimanan jî, nemaze zimanên cîran û yên yên ji heman malbata zimanî nizanibe, serî li rêbaza senkronîk û ya diyakronîk nede, kar û xebat heycar zor dibe û îhtimala kirina şaşiyan jî zêdetir dibe. Ji ber peyv tim wekî xwe namînin û hem ji aliyê mehneyê ve hem jî ji aliyê teşeyê ve diguherin, divê qet nebe haya mirov ji rêbaza diyakronîk jî hebe. Ji bo mebesta me hîn aşkera û zelaltir bibe em niha bi mînakekê mijarê zelatir bikin. Mesela eger bi rêbaza senkronîk peyva “dijmin” bê dahûrandin, dê hema pê re bê gotin ew ji “dij” û “min”ê pêk hatiye û bi mehneya “ew kesê li dijî min e” bê ravekirin. Lê rastî tiştekî din dixuye. Di zaravayê kurmancî de guhartoyên “dijmin” ên mîna dişmen, dojmin, dujmin, duşmen, duşmin û di kirmanckî (zazakî) de jî şêweyên heman peyvê yên wekî dijmen, dismen, dişmen û duşmen hene. Ev “dij”, “diş” û “duş”, bi mehneya xerab e, ku ew di avestayê de bi awayê “duş”, di pehlewî de “duş” û di farisî de jî wekî “doş” e. Herçî “men” û “min” e, ew di avestayê de “meneh” û di pehlewî de jî “men” û “meniş” e û ew tên wataya ramanê ango fikirê. Îcar ev “duş-meneh”a avestayê û “duş-men”/“duş-meniş”a pehlewî, bi mehneya ramana xerab e, lê paşê li wataya “kesê ramanxerab”, “kesê xerab” û “neyar” dageriyaye. Dibe niha hûn bibêjin te got “Ez ne etimolog im” lê va ye tu jî bi karê etîmologan radibî. Rast e, ez ne etimolog im, lê hinek be jî haya me ji etîmolojiyê heye û min bi saya hin çavkaniyan karî der heqê vê peyvê de van gotinên hanê bikim. Wekî ferhenga Michael L. Chyet a bi navê “Ferhenga Birûskî”, ya Sevan Nîşanyan a bi navê “Nişanyan Sözlük Çağdaş Türkçenin Etimolojisi” a li ser înternetê û notên Malmîsanij ên li ser peyva “dijmin” e, ku wî ji bo Komxebata Rastnivîsînê ya Kurmanciyê pêşkêş kiribûn. Gava li ser binyada peyvekê bê sekinandin, analîza wê were kirin û peyv ji hêmanên xwe bê veqetandin, hewce ye her hêmaneke wê ango morfemeke wê ya watadar bi serê xwe bimîne, ne ku mehne lê bê barkirin. Her wisan bûyerên zimanî jî, çi yên fonetîk çi yên morfolojîk û çi jî yên semantîk divê bêyî zorlêkirinê xwe bi xwe bidin nîşandan û guherînên di wan de çêbûne jî xweş bên şopandin. Niha jî li ser etîmolojiya gelêrî em çend nimûneyên pirole û ekstrem pêşkêş bikin. Mesela diangêjin ku navê bajarê Mêrdînê ji “merê dîn” ango “mêr+dîn”, navê sumeran ji “sê+mêr”, peyva muzîkê ji “mû+zîq”ê, “kur” û “kirîv” ji organê cinsî yê mêran tê. Heta hinek hene hingî zêde pê de diçin mirov ji xwe re şaş û mehtel dimîne. Li gorî wan navê Çemê Mississippiyê ji “masiyê spî” û navê Afrîkayê ji “a firîkê nokan”, navên bajarên Meke û Medîneyê jî dîsan ji gotinên kurmancî ji “meke” û “me dîne”yê tên. Dibêjin gava Bavê Adem xwastiye bi Dêya Hewa şad bibe, wê jê re gotiye “Kuro meke, me dîne.” A navê van her bajaran jî ji van gotina wê çêbûne… Jixwe em bi Teoriya Zimanî ya Rojê (Güneş Dil Teorisi) û bi etîmolojiya hin “zanyar”ên tirkperest dizanin bê çawan li gorî wan navê kurd jî ji “kart û kurt”a tirkî peyda bûye, ji lew re divê em di vî warî de qet pêyên xwe li pêyên wan nexin! Heta hez dikim behsa serpêhatiyeke xwe jî bikim bê hişê hin mirovan çawan bi awayekî seyr dixebite. Wexta Navenda Çanda Mezopotamyayê hîn nû hatibû avakirin, kesek raselitî me bûbû dihat saziyê û digot zimanê kurdî nîn e û bi dayîna mînakên ecêb pê de diçû. Tevî vê jî Feqî Huseynê rehmetî bi awayekî cidî lê guhdarî dikir. Bêyî xwe jê aciz bike bersiv didan wî û hewl dida da angaştên wî jî pûç û bêbinyad nîşan bide. Me nedizanî ka ew kî ye, gelo sîxur e, yan yekî dînik e, çi ye, ji teba ye. Bi israr digot “bijî” ji “bûjî”ya erebeyê û “civat” jî ji “cîvata”yê tê, ku ev mînak niha di hişê min de mane. Vegerîna li xwe û zimanê xwe, bilîbûna bi zimanê xwe, têfikirîna li peyvên di zimanê xwe de helbet tiştên xweş û baş in. Lê divê ku her kesek bi warê xwe yê pisporiyê bibile, hilberînê di wan waran de bike, ji meseleya îfrat û tefrîtê xwe dûr bide û bi metodên zanistî bixebite. Bi rastî etîmolojî ne karekî wisan hêsan e da her kes bikare hespê xwe li wê meydanê birewiqîne û tê de bide xaranan. Ji bo mirov bikare bi hunerê xwe bişîre divê bi qabiliyeta xwe jî bizane.
Sînordarkirina her tiştî taybetmendiyeke serdestan e
https://botantimes.com/sinordarkirina-her-tisti-taybetmendiyeke-serdestan-e/
Kibr û karakterê serdestan naguhere. Danîna sînor û tixûban xûyê wan e. Ji ber a giring hebûn û ramana wan e, yên din jî hewce ye li gorî daxwazên wan di nav sînorê diyarkirî de bijîn. Dilşadiya wan eger li ser dilneşadiya hinekî din be jî, ji wan re hîç ne xem e. Kurd ji ber kul û birîna xwe ya zimanî dinalin, gazinan ji xwe û serdestan dikin ku zimanê kurdî wekî berfa li ber baranê dihele. Ji kêmbûna rêjeya axiftina bi kurdî ya di navbera nifşan de û ji têkçûna zimanî behs dikin, lê kesin hene îcar ji xuyabarbûna vî zimanî, ji daxwaza maf û azadiyên vî zimanî xwe nerazî dikin û xemeke din dixwin. Ne em ji kirinên wan razî ne, ne jî ew ji daxwaz û bertekên me yên li sepanên siyaseta wan a asîmileker. De were bi cilên canê xwe nekeve, de were xwe li nebihîstin û aciziya wan dayne û dengê xwe neke. De were ji van kesan re qet tiştekî nebêje bê çawan duh wan ji xwe re digot “mezlûm”ên sîstemê, lê îroj ketine şûna “zalim”ên xwe yên berê. Ayşe Bohurler, ku yek ji damezirînera AKP’yê û niha parlamentera wê ye, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li ser platforma X’ê parevekirinek kir. Bohurler bi mitedeyîniya xwe û bi hesasetiya xwe ya dînî jî tê zanîn. Wê ji derî zimanê tirkî, ji zimanên din re sînorek danî û got “Ji bo neteweyek were ba hev û mişterekên esxerî bên afirandin, yek ji parçeyên herî bingehîn jî ziman e. Nabe bê fikirkirin ku Fransa bêyî fransizî, îngiltere jî bêyî îngilîzî hebe. Ji ber ew xala me ya hevpar e, divê em ji jiyana karî heta bi jiyana perwerdeyê, ji jiyana civakî heta bi îdareya gelemperî (amê) hişk bi tirkî bigirin. Tu mafekî me nîn e em têkilî bi zimanê dayikê yê yekî bikin ku ew di nav mala xwe de pê dipeyive, lê em dê ji wan kesên fizûlî re meydanê nehêlin ku îdia dikin bêyî zimanê me yê fermî yê hevpar hebe jî netewe û dewlet dê bikarîn hebûna xwe bidomînin, ku niyeta wan felckirina milet û dewletê ye.” Gelo ka çi cudahiya van fikiran û vê helwestê ji yên kemalîstan û statukoparêz heye? Nîn e, zêhniyet eynî ye. Xwedêgiravî qedexe nake û di dilê xwe de jî litifkar û “mafparêz” e jî. Lê xwedî sînor e, xetên wê yên sor ên tênebihur hene. Sînor jî tenê bi nava malê daniye. Yanî maf jî, zimanekî hepskirî ye. Baş e, wekî berê negotiye “welatîno li her derê bi tirkî bipeyivin.” Ji bo berdewama hebûn û şadiya xwe ya serdestiyê, têbihurînê ji yên nejixwe dixwaze. Tiştê ji xwe re heq dibîne, ji yên din re nabîne, tiştê ji xwe re sedema berdewamiya hebûna xwe dibîne, ji bo yên din nabîne, tew bi ser de wan ji xwe re talûke jî dihesibîne. Ez tim dibêjim eger mirov bixwaze rûçikê bera yên kesan bibîne, niyeta wan a di dilî de bizane, wan ne li mixalefetê lê divê mirov wan li desthilatê bibîne. Ji bo ew bibin miktedîr û kara, tim ji heqiyê, ji rastiyê behs dikin. Li gorî dilê her kesî lê dixin, xweşekiyan dikin û dilan xweş jî dikin. Elbet ev yek heta karê wan bi mirovan biqede didome, piştî digihîjin mexseda xwe ew rûpoşa li ser rûyê wan dikeve, ya di dilê wan de tam aşkera dibe. Me got ev kes qaşo dîndar e, lê di meseleya zimanî de qet guh nade ayeta Quranê ya der heqê zimanan de jî. Domandina asîmilasyonê diparêze, pirrengî û çeşîdiyê na, lê ji bo pergala heyî tekperestiyê, feraseta monîstiyê li mirovan ferz dike. Eger mirov li dijî daxwaza pirzimaniyê rabe, nehêle zimanên din di warên perwerde û xizmetên gelemperî de bên bikaranîn, nexwe navê vê yekê ne helandin, pişaftin û asîmîlasyon e, îcar çi ye? Ma ev ne xwastina dewamkirina pergala berê û qebûlnekirina mafan e? Ne li çarşî, bazar, daîreyên dewletê û li qada perwerdeyê, bi kurtasî ne li her derê fermî lê tenê azadiya bikaranîna zimanekî ya li nava malê çi qencî û litifek e. Eger zimanek hepsî nav malê bibe, ne dûr e fatihayek li serê bê xwendin. A rewa tê dîtin ev e. Berê kurd nebûn, ew tirkên çiyayî bûn, zimanê wan jî jixwe ne tu ziman bû. Zimanekî col bû ku ji erebî, farisî û tirkî pêk hatibû. Kurdan bi têkoşîn û berxwedana xwe ev feraset têk birin û nema roj bi bêjingê bê veşartin. Îcar feraseteke din a heman desthilatê xwe da der ku kurdî ne zimanekî şaristaniyê ye, loma nabe pê perwerde bê kirin û ew bibe zimanekî xwedan statu yan jî zimanekî fermî. Li gorî wan kurdî zimanekî bêkêr e, ne zanist pê tê kirin, ne perwerde, werin hişk bi tirkî bigirin, pê perwerde bibin, pê biaxivin û bextewer bibin. Ji lew re di kurdî de nan jî nîn e, tirkî dê hem zikî têr bike hem jî kes pê dibin medenî. Ev kes li hundir behsa tekîtiya di her warî de dikin û ji gel û neteweyên din dixwazin dev ji xwebûn û nasnameya xwe berdin, di her tiştên xwe de bibihurin. Lê belê li derve, ji welatên din ji bo tirkên li wir daxwaza perwerdeya bi zimanê tirkî dikin, dibêjin asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye û nizanim çi û çi. Her tişt ji bo wan heq e û ziman ji bo wan sedema pêkhatina neteweyê û berdewamiya tirkbûna wan e. Herçî yên bindest in, ew ên ku ne ji nijada wan û di bin serweriya wan de dijîn, hewce ye di nav sînorên diyarkirî de bimînin û zêdegaviyan nekin, divê ji rewşa heyî jî memnûn û kêfxweş bin. Kibr û karakterê serdestan naguhere. Danîna sînor û tixûban xûyê wan e. Ji ber a giring hebûn û ramana wan e, yên din jî hewce ye li gorî daxwazên wan di nav sînorê diyarkirî de bijîn. Dilşadiya wan eger li ser dilneşadiya hinekî din be jî, ji wan re hîç ne xem e. Ferqa wan ji hev tune ye. Çi kemalîst, çi dîndar, çi neteweperest, nizanim çi û heta piraniya çepgirên wan jî wekî hev in. Eger dabaş bibe maf û azadiya gelê kurd, tev dibin yek û bi yek dengî dibêjin bila kurd dêya xwe nebîne, bila kurd qet mirad bi mexseda xwe nekin û aqûbeta wan jî tu car çênebe. Gotina xwişk û biratiyê, heq û hiqûk, edalet û mexdûriyetê ji ser zimanê wan nedihatin xwarê. Aşkera bû ku ev rabêjiya wan sexte ye, ji bo xapandin û nixamtina rastiyan e. Gava raye dikeve destê wan, dikin mirov xweziya xwe bi yên berî wan bîne. Kum ketiye keçelî derketiye, bi gotina din kum ketiye serê zelût wa ye tazî ye. Avê delava xwe dîtiye û rim jî di têran de venaşire. Êdî kes ne bi wan gotinan, ne bi wan sedem û hincetan û ne jî bi tiştik miştikên beredayî dixape. Xwediyê heq bi ser heqê xwe ve bûye, serê malê xwe qefaltiye û hişyarî jî çêbûye. Eger gelek, neteweyek hebe bi maf û azadiyên xwe, bi ziman û pêdiviyên nasnameya xwe heye. Tu tiştek heta bi hetayê li ser kewna xwe jî namîne.
Çanda me ya xwarinan û hin şîraniyên me yên kêmnas
https://botantimes.com/canda-me-ya-xwarinan-u-hin-siraniyen-me-yen-kemnas/
Her tiştê me tê talankirin. Serdest wan li ser navên xwe tescîl dikin û wekî zengîniya xwe ya çandî bi dinya û alemê didin naskirin. Bi kirina xebatan, bi weşandina berhemên bi kurdî em dikarin piçek be jî rê li ber vê yekê bigirin û nehêlin wisan bi hêsanî vê diziya hanê bikin. Kirina xebatan jî qeydkirin û tescîlkirinek e. Gava dabaş tê ser çandê, her kes ji zengîniya çanda xwe behs dike û pê dipesine. Bi vê jî namînin, dadixuyînin ku divê mirov li nirxên xwe yên çandî bibe xwedî. Rast e, çand giring e. Ji lew re ew yek ji wan hêmanên netewebûnê ye. Ji xeynî çanda hevpar, çandeke madî û manewî ya xweserî gelan an jî neteweyan heye ku ew di nav pêvajoya dîrokî û civakî de pêk hatiye. Çand ku têgiheke berfireh e, hemû cureyên xwarin û vexwerekan jî li xwe digire. Her wiha awayê amadekirin, pêşkêşkirin û şêweyê xwarin û vexwarina wan bi xwe jî dîsan çandek e. Em kurd jî, bi piranî ji ber wan sedemên diyar û aşkera, balê dikêşin ser çanda xwe, taybetmendî û pêwîstiya xwedîderketina li wê. Ji ber ku nirxên çandî nîşanên hebûna nasnameyê ne, bi awayekî mafdar em heyfa xwe lê tînin ku çanda me tê talankirin û têra xwe em lê nabin xwedî. Jixwe li dinyayê hegomonyayeke çandê heye ku bi zanebûn ew di bin navên çanda gerdûnî û jêrçandê de hatiye senifandin. Îcar bi ser de dagirkirin û îstilaya çanda serwer heye ku ew çandên bindest jî dikin yên xwe. Mesela navên gelek xwarinên aîdî çanda me ya mitbexê hatine guhartin û dizîn. Ev rewş hîn jî didome, talan berdewam e û ew bi navên din tên binavkirin. Nimûneya herî dawî boreka kurdan e ku bi tirkî çendî ev nav wekî “Kürt böreği” tescîlkirî be jî, wê dikin “küt böreği.” Hin xwarinên me jî hêdî hêdî tên jibîrkirin û nifşên nû mixabin bi wan û navên wan nizanin. Ev jî derdekî din e ku dilê mirovan xemgîn dike. Xweşbextane ku çendî ne zêde bin jî di warê çanda mitbexê ya kurdan de hin xebat hatine kirin û hîn jî tên kirin. Mamosta Dr. Cemşîd Benderê rehmetî, ku divê em wî û keda wî bişêkirînin û tim bi bîr bînin, yek ji wan kesên pêşî ye ku di vî warî de dest biribû xwe. Berhema wî ya bi navê “Kürt Mutfak Kültürü ve Kürt Yemekleri” (Çanda Mitbexê ya kurdan û Xwarinên Kurdan) di sala 1992’yan de ji aliyê Weşanên Melsayê ve hatibû weşandin. Ev xebata ku xwe dispart xebatên meydanî û bi kedeke kolektîf hatibû amadekirin, gava hatibû çapkirin gelek deng vedabû. Divê ez diyar bikim ku ev berhema hêja wê gavê ji bo ferhenga min a Tirkî-Kurdî ya Mezin nemaze di warê navên xwarin û eşyayên mitbexê de, bûbû çavkanî. Van salên dawî li ser mitbexa kurdî berhemên giring hatin weşandin. Wekî pirtûka bi navê “Kürt Yemek Kültürü” (Çanda Xwarinên Kurdan) ya Mirella Galetî û Fuad Rahman, berhema bi navê “Geleneksel Kürt Mutfağı” (Mitbexa Kurdan a Nerîtî) ya berhema Ali Geyik. Ev bipêşketinên xweş in ku dibin sedema qeydkirina wan xwarinan jî. Lê ji bilî berhemên ku ji bo danasînê bi zimanên cur bi cur hatine amadekirin, ez bi xwe nirx û qîmetê bi wan xebatan didim ku ew bi kurdî hatine amadekirin. Sedem jî ev e; gava ev xebat bi kurdî tên kirin, ne tenê navê xwarinan û vexwerekan bi kurdî tên nivîsin û qeydkirin, pê re termînolojiya vî warî jî tê bikaranîn ku hewcehiya me pir bi vê yekê heye. Pirtûka bi navê “Meyîr, Li Amedê Çanda Xwarin û Vexwarinê”, ya Mehmet Oncu, di dema şaredariya Osman Baydemîr de ji aliyê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû weşandin ku Mem Mîrxan jî wê çaxê serokê wê daîreyê bû. Bi ya min ji vî aliyî ve ev xebateke şayanî teqdîrkirinê ye û ez şanaz im wekî min redaksiyona vê berhemê kiribû. Pêwistiya me bi pirtûkên wiha pir heye ku hem bi kurdî bin hem jî bi saya van cure xebatan em bikarin zengîniya xwe ya çanda xwarin û vexwarinê derxin holê û vê çanda hanê xuyabartir bikin. Helbet ev merheleya pêşîn e, ya duyem jî divê ku em wan xwarin, vexewerekên xwe yên ku dikin ji navê rabin zindî bikin, wan ji nav sînorên cihkî ango mehelî derxin û li xwaringehan jî pêşkêşî mişteriyan bikin. Helbet ne tenê xwarinan, divê ku em şîraniyên xwe jî ji windabûn û jibîrkirinê rizgar bikin. Zêdebûna cureyên şîraniyên me jî bi rastî mirov ji xwe re diheyirîne û heşmetkar dihêle. Mirov dikare navê gelek şîraniyên me bihejmêre ku ew bi dims, hingiv, şekir û penîr jî tên çêkirin. Wek nimûne em navên çend heban ji wan bidin ku ew zêde nayên naskirin: Azik: Ji genimê zîldayî yê kutayî, rûnê nivîşk û şekir tê çêkirin ku wekî pilorê ye. Cacir: Navê şîraniyeke gûzan e, ku kakilên gûzan ên kutayî di nav hingiv de tên tên kelandin heta ku helîme bide. Cimêlîk: Cureyek şîraniya nanî ye ku ji nanê tenûrê yê hûrkirî, rûn û dims (an jî şekir) tê çêkirin. Nan bi qasî ku binermije tevî wan tê kelandin. Gozebez: Ev jî cure şîraniyek e ku ji kakilê gûzan, dims an jî hingiv tê çêkirin. Qalezengî: Malzemeyê vê ard, rûn, hêk û dims e, tev di nav hev de tê kelandin û wisan tê çêkirin. Qeyserûn: Ji çîrê arûngan (mişmişan), rûn û şekir tê çêkirin, ev malzeme gişt tevî hev tên qelandin. Sêrmî: Ev şîraniyeke penîr e ku ji penîrê helandî, rûn û şekir tê çêkirin. Li hin deveran jê re selmî jî tê gotin. Zengîl: Dişibe şîraniya wekî loqmeyan ku ji hevîr tê çêkirin. Zingilîk: Ev şîraniyeke ji ard e; ji dims û ard tê çêkirin ku ardê di rûn de hatiye qelandin. Zulfî: Şîraniyeke wisan e ku ji kakilên gûzan, bindeq, mewij û ard tê çêkirin. Behskirin û balkişandina ser dewlemendiya çandî baş e, lê ne bes e. A giring ew e ku mirov bikare bi xebatan wan derxe holê, wan berbiçav û xuyabartir bike, wan bigihîne nifşên nû û berbelavtir bike. Her tiştê me tê talankirin. Serdest wan li ser navên xwe tescîl dikin û wekî zengîniya xwe ya çandî bi dinya û alemê didin naskirin. Bi kirina xebatan, bi weşandina berhemên bi kurdî em dikarin piçek be jî rê li ber vê yekê bigirin û nehêlin wisan bi hêsanî vê diziya hanê bikin. Kirina xebatan jî qeydkirin û tescîlkirinek e.
Ji ber zimanê tirkî bilêvkirina şaş a peyvên erebî yên di kurdî de
https://botantimes.com/ji-ber-zimane-tirki-bilevkirina-sas-a-peyven-erebi-yen-di-kurdi-de/
Ew peyvên ku bi binyada xwe erebî ne û bi sedên salan e ji aliyê kurdan ve tên bikaranîn û kirasê fonetîka kurdî li wan bûye, ji ber serwerî û perwerdeya bi zimanê tirkî û helbet ji ber qedexebûn û nebûna perwerdeya bi kurdî, hin ji wan ji aliyê me xwendeyan ve êdî wekî telefiza tirkî tên bilêvkirin. Ziman ji ber sedemên cur bi cur ji hev peyvan werdigirin û hîkariyê li hev dikin. Ev diyardeyeke wisan e ku hema bibêje di hemû zimanan de heye û bi çavekî erênî jî li vê rewşê tê nihartin. Nemaze bi dan û standina peyvan ziman xwe dewlemend dikin, pêdivî û kêmasiyên xwe jî bi vê yekê temam dikin. Ji ber pêker, ango faktorên wekî dîrokî, civakî, bazirganî, siyasî û baweriyê gelên ku cîranên hev in, di nav hev de dijîn û di heman cografiyaya çandî de ne, ji aliyê zimanî ve hîn bêhtir dikevin bin hîkariya hev û din. Mesela zimanê kurdî ji ber îslamiyetê ketiye bin tesîra zimanê erebî û ji ber edebiyata klasîk jî di bin kartêkirina farisî de maye. Bi qasî ku peyvên zimanê erebî, ji bilî termînolojiya dînî, ketine nav zimanê devkî, lê mirov nikare vê yekê ji bo zimanê farisî jî bibêje ku vî zimanî wisan bi wê berbelaviyê tesîr li kurdî kiribe. Gava mirov ji aliyê dîrokî ve li têkiliya di navbera zimanan de hûr dibe, dibîne ku hin ziman bûne lingua frankaya hewzeyeke çandî. Wekî çawan li Ewrûpayê ji ber xirîstiyaniyê serweriya zimanê latînî hebûye û wê rengê xwe daye zimanê gel û neteweyên bi ola xwe xirîstiyan, a wisan erebî jî heman hukimî li zimanê gelên misliman kiriye û jixwe ev her du ziman jî wek zimanên “pîroz” hatine pejirandin. Ji bilî vê “pîrozî”yê, carinan ji ber sedemên din jî hin ziman bûne lingua franka. Mîna firansizî û niha jî îngilîzî. Berê li nav cografyaya kurdan, zimanê hevpar ê ermen, asûrî/suryanî û ereban jî bi kurdî bû. Hîn berî îslamiyetê, têkiliya di navbera kurdî û erebî de çawan bû, ez bi xwe baş pê nizanim ku bi ya min ev war jî hewceyî lêkolînê ye, lê qet nebe ji sedsala 7’an ve çawan li jorê jî behs jê hat kirin, ji ber îslamiyetê tesîreke pir zêde ya erebî li kurdî bûye. Peyvên ku ji vî zimanê ketine nav kurdî ne tenê di zimanê devkî de mane û hene, her wisan ew ketine nav zimanê kurdî yê nivîskî jî. Îcar gava peyv ji zimanekî tên wergirtin û standin, ew wekî xwe namînin, ji aliyê telafiz û heta mehneyê ve jî diguherin. Ziman wan peyvan li fonetîka xwe tîne, kirasê zimanê xwe li wan dike, li gorî rêsayên zimanê xwe wan dişibîne xwe ku carinan wisan dibe êdî xwediyê peyvê jî nema dikare peyva xwe binase. Ew peyvên ku bi binyada xwe erebî ne û bi sedên salan e ji aliyê kurdan ve tên bikaranîn û kirasê fonetîka kurdî li wan bûye, ji ber serwerî û perwerdeya bi zimanê tirkî û helbet ji ber qedexebûn û nebûna perwerdeya bi kurdî, hin ji wan ji aliyê me xwendeyan ve êdî wekî telefiza tirkî tên bilêvkirin. Ev ne rewşeke asayî ya tesîrkirina li hev a zimanan e, lê rewşeke neyînî û têkdana fonetîka kurdî, teribandina qirik û xencereya kurdî ye. Heta radeyekê ji ber asîmîlasyonê mirov dikare tehemulî zimanê devkî yên hin kesan bike ku ew di bin tesîra tirkî de ne û xencereya wan derbe xwariye. Lê belê di zimanê nivîskî de hebûna vê rewşê ne tiştekî qebûlbar e û hîç nebe divê edîtor û redaktorên weşanên medyaya çapkirî û dîjîtal der heqê vê yekê de zêde hişyar bin û bêyî teredud midaxele lê bikin. Ji bo aşkerabûna mebesta me ya ji vê yekê, ez dê çend peyvên erebî yên ku jixwe di zimanê me yê devkî de hene, wek nimûne derpêş bikim. Pêşî awayê wan ê rast, di nav kevanekê de jî telafiza wan a ji ber tesîra zimanê tirkî bidim: exlaq (ehlaq), hikmet (hîkmet), his (hîs), hisiyat (hîssiyat), îhanet (îxanet), ilm (îlm), îsbat (Îspat), îqtidar (îktîdar), katib (katîp), midaxele (mudahale), mihendis (muhendîs), milaqat (mulaqat), mixalif (mûhalîf), mixalefet (mûhalefet), mixetab (mûhatap), şair (şaîr), şehîd (şehît), tecrube (tecrûbe), tekamil (tekamûl), texeyul (texeyûl), tib (tip), tesbît (tespît), teswîb (taswîp), xazî (gazî), zêhn (zîhîn) û zêhniyet (zîhniyet). Ez vê jî bibêjim ku ev rewş li min bi xwe jî qewimiye û di çapên berê yên ferhengên min de jî ev şaşî çêbûne. Li me wisan hatiye ku heta yek mirov bi rewşê nehisîne em bi xwe hema bibêje qet lê wernaqilin, jê haydar nabin. Lê gava mirov di xwe difikire tê derdixe bê em çi qas ketine bin kartêkirina zimanê xwe yê perwerdeyê, yanî tirkî. Ev ne rewşeke erênî û asayî ye, tesîreke negatîf a vî zimanê serdest e. Îcar meseleya bê ka zimanê tirkî di warê sentaksa kurdî bi xwe de jî çi qas li me tesîreke neyînî kiriye, mijareke din e û hewce bi hişyarbûna li vê yekê jî heye. Loma der barê zimên de pêwîst e ku em gişt hay ji xwe hebin û ji bo bikaranîna zimanekî hîn rast û duristtir hişyar bin. Helbet çawan ku hewce ye nivîskar bi xwe ji bo vê yekê hişyar bin, divê ku edîtor û redaktorên weşanan hîn bêhtir hişyar bin û qet nebe tawiz nedin xetayên beloq. Ji danûstandina zimanî ya erênî re erê, lê ji ya neyînî re na.
Du têgihên têkildarî hev: Çand û ziman
https://botantimes.com/du-tegihen-tekildari-hev-cand-u-ziman/
Gel û neteweyên ku bindest in, li hemberî serdestên xwe ji bo bikarin hebûna xwe bihêvişînin û biparêzin, wateyên din li çand û zimên bar dikin û wan wek diyardeyên nasnameya xwe bi nav dikin û tê dikoşin, bi wan li ber xwe didin da ku nehelin. Çand û ziman, du têgihên wisan giring in ku qet ji rojeva cîhana akademîk û xebatên wan ên teorîk dernakevin. Ev her du têgih, ku wan bi şoreşa fransiz û damezirîna netewe-dewletan re hîn zêdetir bal kişandiye ser xwe, ji hêmanên sereke hatine hesibandin ku neteweyan dikin netewe. Di gel vê yekê, ji ber hebûna têkiliyeke gelek xurt a di navbera wan de, ew mîna pênaseyên gel û neteweyan jî hatine dîtin. Ev rewşa hanê, çawan hîn li ba gelek neteweyan tê dîtin, li cem gel û neteweyên bindest jî tê dîtin ku pêvajoya netewebûnê yan jî netewedewletbûna wan hatiye astengkirin, hebûna wan jî hatiye red û înkarkirin û polîtîkayên pişaftinê bi tundî li ser wan tên sepandin. Tevî ku di heqê giringî û fonksiyona têgihên çand û zimên de ji lihevkirineke giştî bê behskirin jî, lê terîfeke wan a hevpar nîn e. Aloziya mijarê, bi taybetî ya zimên û têkiliya di navbera zimên û çandê de, wekî pirsa ka berê kîjan hebû û nêzikîtêdana zanyaran a ji aliyê teoriyê ve, dike ku di vî warî de nêrîn û ramanên ji hev cihê çêbin. Îcar ji ber ku tê gotin her çi qas ziman berhem û hêmaneke çandê be jî, lê yê çandê hildiberîne û vediguhêze ew e û ziman warê hêzên civakî ye ku heta bi hestiyan tesîrê li mirovan dike û wan dişêwîne. Loma ya baş ew e ku serê pêşîn ji pênaseya zimên dest bi mijarê bê kirin. Ziman hêmaneke wisan e ku nabe mirov bêyî wî bê fikirandin. Ji lew re ew pêkereke sereke ye ku mirovan ji candar û afirandiyên din vediqetîne û bi saya zimên mirov dikare bifikire, hest û nestên xwe, ramanên xwe, tek û bertekên xwe bide der. Ziman ku bi awayekî klasîk mîna amraza fehmkirina ji hev û ya lihevkirinê tê terîfkirin, mirov pê raman û bihîstinên xwe bi rêya bêje û îşaretan radigihîne. Lê kesên eleqedarî mijarê, ku serê xwe gelek li serê êşandine, bi awayên din ên ji hev cuda, zimên pênase dikin. Dogan Aksan, di xebata xwe ya Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim (Ji Her Aliyî ve Ziman, Bi Xetên Sereke Zimannasî) de, bi berfirehî li ser pênaseya zimên radiweste û li gorî wî ziman saziyeke welê ye ku em nikarin zimên ji mirov, ji civakê û ji mirov û civakê cihê bifikirin û têkiliya zimên bi warên wekî zanist, huner û teknîkê re heye. Gava ji aliyê mirov ve lê bê nihartin ew cihê mirov ê li dinyayê diyar dike, ji aliyê qabiliyeta axaftinê ya mirov ve jî, ziman ji wan wesfên sereke ye ku mirovan dike mirov. Ji aliyê ragihandin û danûstandinê ve jî di nav sîstemên pevragihanê yên cur bi cur de ya herî bipêşketî û bêpal û bal e. Dîsan ji aliyê civakî ve ew saziyeke wisan e ku berî her tiştî tê û eger ziman nebe civak jî pêk nayê. Ji lew re civatekê dike civak û yê ku civakê dike netewe jî dîsan ziman bi xwe ye. [1] Martin Heidegger, zimên tenê wek amrazeke ragihandinê ya ku fikir pê tên îfadekirin, nabîne. Li gorî wî ziman rehenda jiyana mirov bi xwe ye û ew tişt e ku dinyayê pêk tîne. Dibêje ku cihê ziman lê hebe, li gorî wateya xweserî mirovan, dikare “dinya” hebe. Ew dadixuyîne ku hebûneke taybetmend a xweserî zimên heye û gava mirov tevî wî dibin û bi beşdarîkirina li zimên, ew ancax dikarin bibin mirov. Ziman her tim berî kirdeyê (bikerê) heye, kirde di nav qada zimên de geş dibe û diperise. Ziman ne tenê amraza ragihandina zanyariyên rast e, ew “heqîqetê” vedihewîne ku xwe pêşkêşî ramana me dike. [2] Îcar Iain Chambers jî li dijî pênaseya ku ziman amrazeke ragihandinê ye radibe û dibêje ew amrazeke çandî ya avakirinê ye. [3] Li hêla din Bozkurt Güvenç, ziman wek xerca ku civakê bi hev ve dizeliqîne, gencîneya hevpar a ku çandê radigire û eyneya ku civakê vedibeyîne, dişayesîne û diyar dike ku têkiliya di navbera kom û ferdan de ew sererast dike. [4] Ji van pênaseyan dixuye ku têgiha zimên û pênaseya wî gelek berfireh e. Ew ne tenê amraza ragihandin û têkilîdanîna mirovan a bi hev re ye. Ew yek ji diyardeyên herî mezin ên şaristaniya însanî [5] ye. Her wisan bêyî ku ziman aîdî yekî be, mirov di nav civakekê de tê dinyayê û bi rastî ziman aîdî wê civakê bi xwe ye. [6] Ji bilî van yekan, Ferdinand de Saussure ku ew hîmdarê zimannasiya binyadgeriyê ye, balê dikişîne aliyê fizîkî, fizyolojîk û ruhî yên melekeyên zimên û dibêje ku pêwendiya zimên bi warên ferdî û civakî re heye. [7] Ev fikir û ravekirinê li ser zimên in, lê bê ka çand çi ye ku ew pirî caran di gel zimên tê bikaranîn û tim ji têkiliya navbera wan a xurt tê behskirin. Li gorî Mermî Uygur, çand ew heqîqet e ku mirov wê tîne holê û mirov di nav de bûnewer dibe û dibêje ku her tiştên mirov ew anîne meydanê, çand e. [8] Claude Lévi-Straus di xebata xwe ya Yapısal Antropoloji (Antropolojiya Binyadî) de, der barê pênaseya çandê de, ji Edward Burnett Tylor vediguhêze û dibêje çand tevahiyeke aloz e ku navgînan, saziyan, baweriyan, nerîtan û her wisan zimên jî digire nav xwe. [9] Nexwe bi alîkariya van tesbîtan dibe ku bê gotin, tiştên bi destê mirovan hatine hilberandin û afirandin, ew dikevin nav çarçoveya çemka çandê, ku ew çi madî çi jî manewî bin û mirov van hêmanên çandê vediguhêzin nifşên dahatûyê. Wekî hemû amûrên teknîkî, aborî, hiqûq, zanist, estetîk, huner, muzîk, dewlet, metod, sazî, rêxistin, mîmarî, avahî, cil û berg, xalî û ber, qir û qaf, xwerek û vexwerek, nirxên civakî, bawerî, zanyarî, rêzik, dab û nerît, reftar, rabûn û rûniştina mirovan, hêma ango sembol û hwd. Ev hemû kir û kiryarên hanê, ev hemû tişt û avahî, ev hemû nirx û rêzik/rêsa ku mirovan ew di dem û serdemên gelek dûr û dirêj de afirandine û çêkirine, gelo bêyî zimên û qabiliyeta karîna axaftin û hizirînê ya mirov mimkin e? A ev pirseke wisan e ku bersivandina wê gelek zor dixuye. Loma Claude Lévi-Strauss ji kêşeya têkiliya navbera zimên û çandê behs dike û dibêje ku yek ji kêşeyên herî aloz ev têkiliya hanê ya di navbera zimên û çandê de ye. [10] Nermin Uygur li ser têkiliya zimên û çandê dide xuyandin ku pêwendiyeke pihêt û xurt di navbera zimên û çandê de heye û diyar dike ku ziman tenê war û qadeke çandê û rehenda wê ye. Ji kîjan aliyan ve lê were mêzandin bila bê mêzandin, di avakirina/çêkirina çandê de ziman xwedî roleke zehf giring e. Ji lew re jî, gava ji hêla zimên ve li çandê bê nêrîn, tu çand ne bêyî zimên e û ew mîna çîmentoyekî ye ku dike avaniya çandê bi hev ve bimîne. [11] Di gel vê yekê, kesên ku bi taybetî li ser hevbandoriya van têgihan jî radiwestin hene û amaje bi têkiliya wan a beranberî hev dikin ku ziman hem çandê ava dike hem geşe pê dide û her wisan bi hev re jî di nav çerx û geranekê de ne ku hîkariyê li hev dikin. Bozkurt Güvenç balê dikişîne ser alozî û pirsa ka kîjan têgih berî ya din e û dibêje ku çi di nav civak û çandê de hebe, di zimên de îfadeya wê heye, di nav zimên de çi hebin, di nav civak û çandê de esil an jî vebeyînên/eqsên wan hene. Ji van her duyan ka kîjan berê tê, miemayeke wisan e ku felsefenas û dîroknasan jî pê dernexistiye.” [12] Lê ew dîsan wekî pêşikiyê bide çandê, vê tesbîtê dike ku bi bipêşketina çandê re ziman, bi geşbûna zimên re jî çand geşe bi xwe dide û zengîn dibe. Her çi qas ji bo vê têkiliya dabaşê, sînorên misoger di navbera pênaseya çand û zimên de neyê danîn û lihevkirineke giştî li serê nebe jî, di navbera kesên eleqedarê mijarê de hemfikiriyeke gelemper heye ku ew her du têgihên navborî xwedî pêwendiyeke pihêt û bendekî hişk in. Çendî ziman wek hêman û parçeyê çandê bê pejirandin jî, îcar ên ku çandê wek berhemeke zimên [13] dinirxînin jî hene. Terry Eagleton di xebata xwe ya bi navê Kültür Yorumları (Şiroveyên Çandê) de, amaje pê dike ku rehendeke avakirinê ya çandê heye û zimanê hevpar û çand jî xwedî roleke yekîtiya civakî ne. [14] Bi xebat, lêkolîn û dahûrînên li ser zimên û çandê, hem raboriya mirovahiyê hem jî ya neteweyan dikare bê ronîkirin ku li gorî K. Vossler “ziman, eyneya çandê ye.” [15] Jixwe ji zûde bi giringiya xebatên li ser çanda devkî û ya nivîskî hatiye hisandin ku W. J. Ong jî di berhema xwe ya bi navê Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi (Çanda Devkî û Niviskî Teknolojîbûna Peyvê/Gotinê) de îşaret bi ranêzî û helwesteke balkêş a lêkolîneran dike. Diyar dike ku kesên zimên vedikolin û ditiwîjînin, li şûna zimanê devkî berê xwe didin metinên nivîskî ku ev yek ne bêsedem û tesadifî ye. Ev rewş ji pêwendiya pihêt a cîhana lêkolînê ya bi nivîsê diqewime, ji lew re kesên ji nivîsê bêhay in û di nav çanda devkî de dijîn, lêkolînê nakin. [16] Bi rastî jî, gava em bi taybetî li ser zimên û çanda kurdî bifikirin, em ê bibînin ku ev peyteke gelek rast e. Heta zargotina me nehatiye qeydkirin, ango derbasî nivîsê nebûye, em bi awayekî analetîk û lêkolînî li serê têr nesekinîne. Gava bi awayekî giştî li ser teoriyên zimên û çandê mirov hûr bibe, mirov dikare bigihîje encameke wisan û bibêje ew gişt ranêziyeke gelemper a nêrîna li mijarê ye. Ji mirov tirê ku ew wekî kesên endamên civaka serdest û serwer bin, wisan mijar tiwîjandibin. Lê ji aliyê gel û neteweyên bindest ve, ku ziman û çand pênaseya wan e, dêhna xwe nedane mijarê bê ka ziman û çand ji bo wan tên çi mehneyê. Bi kurdî gotinek heye, dibêjin “birîndar bi birîna xwe dizane.” Gelo kesê ku ziman lê nehatibe qedexekirin, hebûna wî nehatibe redkirin, çi qas dikare bi êşa yê din bihise?! Mesele li vir hinek jî ev e. Di gel giringî û rola çand û zimên, em dizanin ku neteweyên serdest çand û ziman wek amrazên asîmilasyonê bi kar anîne, nemaze ew gelên ku netewe-dewleta wan xwedî karakterekî monîst e. Îcar gel û neteweyên ku bindest in, li hemberî serdestên xwe ji bo bikarin hebûna xwe bihêvişînin û biparêzin, wateyên din li çand û zimên bar dikin û wan wek diyardeyên nasnameya xwe bi nav dikin û tê dikoşin, bi wan li ber xwe didin da ku nehelin. Li encamê, ji van xebatên navborî û teoriyan dixuye ku di heqê çand û zimên de terîfeke qebûlkirî nîn e. Jixwe danîna sînorekî qethî ya ji bo pênaseya wan jî pir zor e. Lê di gel vê rastiyê, her kes hemfikir e ku çendî ziman hêman û parçeyekî çandê be jî, ew afirîner, hilgir û veguhêzerê çandê bi xwe ye. Her du hîkariyê li hev dikin û hev bi pêş dixin. Têkiliya zimên û mirov jî, têkiliyeke nîqaşbar e, lê qet nebe hîngî ku ziman peyde bûye bi şûn de, mirov di nav zimên de tên dinyayê, di nav zimên de çêdibin û ziman mirovan dişêwîne. Ji ber vê em parçeyekî zimên in û paşê jî em dibin navgîna zimên. Ji lew re ziman hem li derveyî me ye, hem di hundirê me de ye hem jî di navbera me de ye. Ziman berî fikirînê ye, bi rêya ziman mirov dirame, ya dilê xwe derdibe, radigihîne yekî din û hemû berhemên gotinkî, hunerên ku xwe dispêrin gotinê, bi saya zimên diafirîne. Mirov bûnewereke çandî, ziman jî ji aliyê sosyolojik ve dameziraweyeke civakî ye. Çand ku encama xebat û hilberîna mirovan e, hem xwe pê bi pêş ve dibe hem jî bi alîkariya wê mirov serweriya xwe ya li ser siruştê xurt dike. Xwe pê azad dike. Ew têkiliya ku di navbera zimên û mirov û di navbera çand û mirov de heye, nêzî wê pêwendiyeke beranberî di navbera çand û zimên de jî heye. Bi qonaxa demê re her du jî tesîrê li hev dikin û hev bi pêş ve dibin. Ji bilî têkiliya jêbehskirî, tiştekî zehf asayî ye ku dibe çand û ziman ji bo neteweyan xwedî wateyên cuda bin an jî mirov bi çavên cihê li wan binêre û terîf bike. Li gorî rewş û hewcehiyan, li gorî serdestbûn û bindestbûnê, li gorî azadbûn û nebûna nasnameya ferdên civakekê, pûtepêdana van diyarde û çemkan dibe ku biguhere. Neteweyên serdest ên xwedî dewlet an jî netewe-dewlet, bi rêya zimên û çanda xwe gel û neteweyên din ên di nav sînorê serweriya xwe de dipişivînin û wan dişibîn xwe. Bi wan nasname û aîdiyeteke hevpar ava dikin. Têkoşîn û berxwedana li dijî sepandina van polîtîkayan û bi rijd hildana alaya zimên a li dijî kirinên wan, ji ber vê yekê ye. Ji bo gelên ku ew ji mafên xwe yên zimanî, çand û nasnameyê bêpar hatine hiştin, ziman hêma û nîşaneya hebûnê ya cihêwaziyê ye. Çavkanî: [1] Dogan Aksan, Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu Yayınları, 4. Baskı, Ankara 2007. [2] Veguhêzer Terry Eagleton, Edebiyat Kuramı Giriş, Ayrıntı Yayınları, 4. Baskı, (Wergêr Tuncay Birkan), İstanbul 2014. [3] Iain Chambers, Göç Kültür Kimlik, Ayrıntı Yayınları, 2. Baskı, (Wergêr İsmail Türkmen & Mehmet Beşikçi), İstanbul 2014. [4] Bozkurt Güvenç, Kültürün ABC’si, Yapı Kredi Yayınları, 4. Baskı, İstanbul 2007. [5] Ernst Cassirer, Devlet Efsanesi İnsan Üstüne Bir Deneme, Say Yayınları (Wergêr Necla Arat), İstanbul 2005. [6] Terry Eagleton, Edebiyat Kuramı: Giriş, Ayrıntı Yayınları, 4. Baskı (Wergêr Tuncay Birkan), İstanbul 2014. [7] Ferdinand de Saussure; “Genel Dilbilim Dersleri”, ji nav XX. Yüzyılda Dilbilim ve Göstergebilim Kuramları 2. Temel Metinler (Berhevkar Mehmet Rifat), Yapı Kredi Yayınları, (Wergêr Mehmet Rifat-Sema Rifat) İstanbul, 1998. [8] Mermi Uygur, Kültür Kuramı, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul 1996. [9] Veguhêzer Claude Lévi-Straus, Yapısal Antropoloji (Wergêr Adnan Kahilogulları), İmge Kitabevi, İstanbul, 2012. [10] Claude Lévi-Straus; Yapısal Antropoloji (Wergêr Adnan Kahilogulları), İmge Kitabevi, İstanbul 2012. [11] Mermi Uygur, Kültür Kuramı, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul 1996. [12] Bozkurt Güvenç, Kültürün ABC’si, Yapı Kredi Yayınları, 4. Baskı, İstanbul 2007. [13] Mermi Uygur, Kültür Kuramı, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul 1996. [14] Terry Eagleton, Kültür Yorumları (Wergêr Özge Çelik), Ayrıntı Yayınları, 2. Baskı, İstanbul 2011. [15] Karl Vossler, veguhêzer Dogan Aksan; Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu Yayınları, 4. Baskı, Ankara, 2007. [16] Walter J. Ong, Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi, (Wergêr Sema Postacıoğlu), Metis Yayınları, İstanbul, 1995.
Meseleya Nêçîrvaniya Min a Peyvan
https://botantimes.com/meseleya-necirvaniya-min-a-peyvan/
Eger navekî xweş li mirov bê danîn divê mirov heqê wî navî bide û li gorî berpirsiya wî navî tev bigere. Ez hîn jî vî xûyê xwe didomînim û tim bala min li ser devokên din ên kurmancî ne ku ez baş bi wan nizanim. Ji ber zimanê me ji hemû devokên me, ji gencîneya wan devokan pêk tê, loma pêwîst dike mirov ji bo vê yekê jî pir hesas be û di ferhengan de cih bide hemû peyvên zimanê xwe. Nav û bernavk, an jî nav û nûçik diyardeyeke civakî ye û ev rewş jî bi piranî ji ber taybetmendiya kesan diqewime. Çi erênî çi neyênî be, ji aliyê ferdên civakê ve navek an jî bernavek li kesan tê danîn. Ev danîna nav û bernavkan ku di nav civaka me de jî adetek e, îcar carinan ji ber karên mirov dike ew li mirov tên kirin. Ev navê “nêçîrvanê peyvan” jî ji ber karê min ê berhevkirina peyvan li min hat kirin. Eger ez ne şaş bim Mazlum Dogan ev navê hanê layiqî min dît û ev nav jî bi min ve ma. Ez qet jê nagazinim, heta ji min tê dixwazim layiqî wî navî bim û ji bin barê vê berpirsiya giran rabim. Der heqê mijara giringiya berhevkariya zargotinê de, min di pêşgotina ferhenga xwe ya pêşî ya Tirkî-Kurdî de jî diyar kiriye ku heta xebateke baş û berfireh a vekolana berhemên nivîskî, berhevkirina zargotinê û ya qadî/meydanî pêk neyê mirov nikare ji ferhengeke tekûz behs bike. Min di sala 1997’an de dest bi xebatê kir û di sala 2000’î de ferheng ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin. Ne wê demê ne jî niha, ew derfetên me nebûn da em bikarin xebatên qadî bikin, gund bi gund, bajar bi bajar, herêm bi herêm bigerin û gencîneya xwe ya zimanî berhev û qeyd bikin. Min jî xwast qet nebe ez di çapana xwe de bikarim vê kêmasiyê ji holê rakim, loma min giraniya xwe da nêçîra peyvan jî. Bi zanebûn min berhemên nivîskî yên nivîskarên ji herêm cur bi cur şopandin, ji wan peyv, biwêj û gotinên qalibî berhev kirin ku ev rewşa min hîn jî didome. Li hêla din di sihbetan de jî her hişê min tim li axiftin û qisedanan e, li xeberdanê kesan, nemaze yên kal û pîran, ên salmezinan e ku ew hîn kêmtir di bin tesîra zimanê serdest de mane. Çawan wê çaxê kaxiz û qelama min bi min re hazir bûn da ez peyvan qeyd bikim, hîn jî heta ji min tê ez xwe bêyî wan nahêlim. Lê gava ew ne bi min re bin jî ya ez kaxiz û qelemê dixwazim an jî ez wan di hişê xwe de qeyd dikim. Ji bo ji bîra min neçin jî ez tim wan di dilê xwe de dubare dikim. Lê gava ez wan li cihekî nenivîsim, ji ber tirsa jibîrkirinê, îcar tebatî nayê min. Ev xûy û kurmê min, di wexta amadekirina ferhengê de zêde bû, lê hîn di dema destpêka dibistana seratayî ve bi min re hebû. Ji bo ez ji wan zimên hîn bibim û bikarim kurmanciyeke xweş bipeyivim bala min tim li xeberdanên mezinan bû. Ev rewş li dibistana navîn û lîseyê jî domiya. Lê zanîngeh ji min re bû wekî laboratiwarekê. Ji her derê welêt heval hebûn û ez baş pê hisiyam ku hemû kurmanc wekî hev napeyivin, heman peyvan bi kar nayînin û devokên zimanê me jî hene. Jixwe ez li ser zimên dixebitîm û her wisan min gencîneya xwe ya bêjeyan jî zengîn dikir. Êdî wisan bûbû her cihê ez lê bûma, teqez mijar dê bihata ser zimên jî. Ji ber vê yekê, ji aliyê hin hevalên me yên radîkal ve rexne jî li min dihat girtin ku ez zêde bi karê sivik û yên “tirşikçî”yan mijûl dibim. Li gorî wan a esas kirina şoreşê bû û piştî şoreşê jî jixwe ev mesele gişt çareser dibûn. Min jî digot wan ku têkoşîn piralî ye û ev jî yek ji xebatên çandî ye, nabe karê îroj ji sibeheke nediyar re bê hiştin. Piştî ku di sala 1992’ê de Rojnameya Welat dest bi weşanê kir û ez bûm yek ji xebatkarê wê, ev nêçîra min a peyvan hîn zêde bi pêş de çû. Di destpêkê de min bêhtir karê redaksiyonê kir ku ev jî ji bo min bû tecrube û min êdî dikarî ji nivîsar û gotarên nivîskarên ji devokên cuda yên kurmancî sûd wergirta. Min ji van nivîsaran peyv, biwêj, gotinên pêşiyan, gotinên qalibî li ba xwe tomar dikirin ku min bi wan nedizanî. Li gorî derfetên xwe min berhemên kurdî dişopandin û ew dixwendin. Lê niha ez êdî pê re nagihîjim, ji lew re wan deman hejmara berhemên kurdî pir kêm bû. De wê gavê mîna niha înternet û medyaya civakî jî tune bû. Yan min dê bi rêya faksê û postayê ji xwediyê nivîsaran re ew bişandina yan jî min dê bi telefonê xwe bigihanda wan. Rêya din jî ew bû ku hin nivîskar bi xwe dihatin serdana me, heta min pirsên xwe ji wan nekirina min ew bernedidan. Mesela Helîm Yûsiv yek ji wan kesan bû. Carinan gava rêya wî bi Stenbolê biketa û bihatiya rojnameyê min pê digirt û pirsên xwe yên der heqê peyvên di nivîsarên wî de jê dikirin. Piştî salan, gava li Stenbolê me hev dît, “kul”eke xwe ya di dil de mayî ji min re got. Gote min ku “Gava te gazî min dikir min digot qey tu yê der barê naverok û çawaniya nivîsara min de ji min pirsinan bikî, lê te peyv ji min dipirsîn.” Min jî gotê:”Li min bibore, lê derdê min jî tiştekî din bû, kî bi çi karî eleqedar be hişê wî her li ser wî karî ye.” Niha bi saya derfetên teknolojiyê wekî înternet û platformên medyaya civakî di heman demê de mirov xwe digihîne xwediyê nivîsarê. Ez çi berhema bixwînim ji bo nêçîrê îleh qelem û kaxiz an jî deftera notan li ber destê min e. Bêyî girtina notan ez nikarim nivîsareke kurdî bixwînim. Her wisan parvekirinên li ser Twitterê (Xê) jî ji ber min xelas nabin, ez wan jî nêçîr dikim û tavilê ji xwediyên wan dipirsim. Helbet heta teyîd nekim, ji wan emîn nebim ez hema wisan hişk bi wan nagirim û di ferhengên xwe de bi cih nakim. Ji lew re hewce ye ez xwe ji peyvên xeyalî, ji gotinên rastnedêrayî jî biparêzim. Loma ez li her peyvê diboyînim, yanî bi nişmîtî tev digerim. Ev nêçîrvaniya min a peyvan bû mijara karîkaturekê jî. Di hejmara 17’an a kovara Pîneyê (1-15 Tîrmeh 2000) de, li rûpela 5’an, bi îmzaya A. Çîçek, ku ez ne şaş bim ew Dogan Guzelê danerê Qirix bû, karîkatureke qerfî li ser vê rewşa min xêz kiribû. Ez wekî roniya çavên xwe li vê hejmarê dinêrim û wê hîn jî li ba xwe xwedî dikim. Eger navekî xweş li mirov bê danîn divê mirov heqê wî navî bide û li gorî berpirsiya wî navî tev bigere. Ez hîn jî vî xûyê xwe didomînim û tim bala min li ser devokên din ên kurmancî ne ku ez baş bi wan nizanim. Ji ber zimanê me ji hemû devokên me, ji gencîneya wan devokan pêk tê, loma pêwîst dike mirov ji bo vê yekê jî pir hesas be û di ferhengan de cih bide hemû peyvên zimanê xwe. Ez vê jî bibêjim, gava ez peyveke nû, biwêjek an jî gotineke qalibî ya zimanê me peyda dikim an jî hîn dibim, ji kêfan dikim bifirim, beşerê min xweş dibe û dibe fîkefîka min, ha dibînim wa ye min reqandiyê, stranekê jî dibêjim. Bi rastî jî şadiyeke cuda ye, wisan li mirov tê wekî mirov tiştekî xwe yê windabûyî bibîne ew qas pê kêfxweş dibe.
Kurdiya akademîk!
https://botantimes.com/kurdiya-akademik/
Ev gotina hanê ku min ew kiriye sernavê nivîsara xwe, hingî tê bikaranîn ez dibêjim qey kesê nebihîstibe êdî nîn e. Ez bi xwe jî pir bûme mixatebê vê tebîrê. Jixwe gava mirov bi kurmanciyeke standar diaxive, îcar ew kesê ku tu pê re diaxivî eger zêde bi wê ne aşna be, hema te dît yekser behsa “kurdiya akademîk” kir. Der heqê vê tebîrê de, bêyî dirêj bikim, hema di serî de dixwazim bibêjim ku “kurdiya akademîk” tune ye û nabe li şûna “zimanê standard” ew bê bikaranîn. Ji lew re ya ku dabaş li ser e, zimanê standard e, bi gotineke din zimanê nivîskî ye. Ew zimanê destlêgeriyayî yê standard e ku ji bo me giştan êdî ew zimanê hevpar e û ew ji devokan cuda ye. Lê mirov dikare ji “zimanekî akademîk” behs bike ku mebest jê jî şêwazeke akademîk e. Ew ziman li derdorên akademîk tê bikaranîn. Di warê zanist û dîsîplînan de xwedî bikaranîna termînolojiyeke xweser e, nivîsîna bi uslûbeke akademîk û ya astbilind e. Îcar bêm ser vê gotina ku jê re dibêjim şaş e. Bi texmîna min sedema bikaranîna vê îfadeyê, ji ber kurdiya/kurmanciya nûjen e. Çinku gava kurdiya standard berbelav dibe, cudahiyên di navbera wê û ya devokan de jî hîn bêhtir xuya û zelaltir dibin. Ev kêşeya em jê behs dikin, rewşeke asayî ye û li wan hemû zimanan qewimiye, ku wan hewl daye xwe standard bikin, bibin zimanê nivîskî û perwerdeyê. Tenê ferqeke me ji wan heye ku em di vî warî de pir dereng mane. Herçî ziman e du aliyên wî hene: Yek jê zimanê devkî, yê din jî zimanê nivîskî ye. Standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de ev yeka hanê nîn e. Em ferz bikin ku ziman neyê standardkirin û ji bo zimanê nivîskî jî devokek wek bingeh bê hilbijartin, dîsan dê heman tengavî û gelş li me biqewimin û axêverên devokan jî dê bên pêşberî hev, di navbera wan de jî dê pevçûn û lihevnekirin çêbin. Ji ber ku her devokek di nav xwe de xwedî standardekê ye, loma standardiya wan a navxweyî dibe sedema neqayîliya wan a bi hev û din. Ji bo standardkirinê, çendî bi rêbazên akademîk/zanistî û bi rêzikên (qaydeyên) rêzimanî yên ku ji binyada zimên hatine peyitandin, midaxele lê bê kirin jî, dê dîsan di vî warî de gelemşe rûdin. Bi gotina kin û kurt, kîjan rê û rêbaz bê tercîhkirin jî dê her nerazîbûn û arîşeyên di vî warî de hebin. Ev rewşa em jê behs dikin, ne bi tenê ji ber têgih û termên nû yên dariştî ye. Gava ku li gorî rêzikên di binyada zimên de hene, li gorî taybetmendiya gramatîk dest li zimanê devkî bê gerandin û ew bê edilandin, jixwe tiştekî asayî ye ku di navbera zimanê devkî û yê nivîskî de cudahî pêk were. Ev tiştekî bivênevê ye. Bi ya min, a giring ew e ku di bin navê sadekirinê de divê mirov zêde pê de neçe, bi nexweşîna “kurdiya petî/sade” nekeve û bi ranêzikiyeke wisan têkilî zimên nebe. Tehde li zimên neke û wî neêşîne. Tiştekî din ê ku divê tim di hiş û bîra me de be, ew jî ew e ku hema bibêje di her zimanî de peyvên biyanî hene. Ev jî ne kêmasî ye, berevajiyê vê, tekûzbûn û kemilîna zimên e, dabînkirina pêdivî û hewcehiyên zimanî ye. Ziman xwedî reh û rîşalên wisan e ku wan xwe berdane kûrahiya dîrokê. Loma ew xwedî raboriyeke çandî ye û ruhekî wî jî heye. Têkiliya me ya bi raboriya me ya dîrokî re jî, ji zimanê me ne cuda ye. Ji lew re raboriya her neteweyekê hinekî di zimanê wan de veşarî ye. Piştî ev çend gotinan em careke din vegerin ser mijara xwe ya bingehî. Ji bo zimanê standard, zimanê nivîskî, gotina “kurdiya akademîk” an jî “zimanê akademîk” ne rast e. Ma kî ji we bîstiye ku ji bo zimanê standard/nivîskî yê wekî tirkî, erebî, farisî, fransî, îngilîzî, almanî, rûsî û hwd. tebîra “zimanê akademîk” hatibe gotin? Hema em li van zimanan binêrin û wisan ji xwe re pê de herin û bipirsin: Gelo kî ji me yê ku bi tirkî perwerde bûye, kesên ji gel û neteweyên din jî tê de, ji zimanê tirkî re dibêje “tirkiya akademîk”? Eger bersiva we na be, nexwe çima em ji ya xwe re dibêjin “kurdiya akademîk”?
Zana Farqînî li Botan Timesê ye!
https://botantimes.com/zana-farqini-li-botan-timese-ye-2/
Lêkolîner û zimanzan Zana Farqînî dê her hefte ji bo Botan Timesê binivîse. Zana Farqînî kî ye? Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye. Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye. Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê. Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin. Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin. Berhemên wî: Xebatên kolektîf
Ji Zimanên Pîroz ber bi Zimanên Neteweyî û yên Qedexekirî ve
https://botantimes.com/ji-zimanen-piroz-ber-bi-zimanen-neteweyi-u-yen-qedexekiri-ve/
Yên kêm, biçûk, nehêja û xwedî wesfên xerab tên dîtin û binavkirin, lê herçî yên serdestan in, ew ên herî bipêşketî, baş û çê tên wesifandin. Serdest xwe bi her tiştên xwe ve di ser bindestan re digirin. Lê têkbirina vê ferasetê bi nerazîbûn û têkoşînê mimkin e. Ji hin kesan kirê zimanên serwer ku ji wan re zimanê neteweyî û zimanê fermî jî tê gotin, tim wiha tekûz, kemilî û xwedî vê rewşa xwe bûne û wekî hev jî hêja bûne. Lê dîrok tiştekî din dibêje û ev asta zimanan a roja îroj ew gihîştinê, nebûye. Îcar kesên netewe-dewleta xwe ava kiriye, bi tesîra rabêjiya fermî, zimanên bêstatu mane kêm dibînin û li dijî wekheviya zimanan radibin. Zimanê xwe wek zimanê şaristaniyê û zimanên din jî wek zimanên hoveber, îptidayî û lipaşmayî dibînin. Em careke din daxuyînin, rewş qet ne wisan e û yên haya wan der heqê vê de ji dîrokê heye jixwe baş bi vê yekê dizanin. Gelek zimanên neteweyî yên a niha, berî modernîteyê xwedî rewşeke zimanên cihkî yanî lokal bûn. Wek nimûne, li cîhana Rojava ev zimanên neteweyî yên niha li ber zimanê latînî û yûnanî, ku ew wek “zimanên pîroz” dihatin pejirandin, bêprestîj bûn û hîç paxav bi wan nedihat kirin. Di encama tevgerên Reform, Ronesans û Modernîteyê de, ku ew li Ewrûpayê bi pêş ketin û geşe bi xwe dan, gelek tişt û têgihîştin guherîn. Piştî ramanên neteweperwer û tevgerên neteweyî derketin holê, ew zimanên ji wan re dihat gotin zimanên cihkî, zimanên gelêrî yan jî zimanên amê, giringî bi wan hat dayîn û ew bi qîmet bûn. Bi qonaxa demê re, bere bere serweriya wan “zimanên pîroz” jî têk çû. Hem di birêvebirin û perwerdeyê de hem jî di warê çalakiyên aborî û jiyana rojane de zimanên cihkî li şûna wan zimanan cihê xwe xweş kir û ew bûn zimanên serwer. Di pey Şoreşa Fransiz re, gava dewletên neteweyî hatin damezirandin bi şûn de, nirxeke pir zêde bi zimanê neteweyî û çandê hat dan û qedirê wan hat girtin. Der heqê vê yekê de fikir û nêrînên fîlozofê alman Johann Gottfried Herder gelek balkêş in, wiha dibêje: “Ew ê mirov dike mirov ziman e. Berî hebûna zimên behskirina ji mirov bêmehne ye, ji lew re ziman di heman demê de raman e. Mirovên zimanê hevpar dipeyivin, merheleya pêşî ya neteweyê pêk tînin.” Loma jî ziman yek ji wan hêmanên herî sereke yên ku neteweyekê dikin netewe, hat dîtin û ji bo bipêşxistina zimên dest bi xebatan hat kirin. Ji nav zaravayan jî ya herî berbelav, a pir zêde pê dihat axaftin hat hilbijartin, ew hat standardkirin û geşkirin/vejiyandin. Bi taybetî ji sedsala 18’an pê ve li ser zimên xebat zêde bûn, pirtûkên li ser rêziman û ferhengan hatin amadekirin. Di navbera zimanan de jî wekhevî hat çêkirin û “zimanên pîroz” û zimanên cihkî jî bûn xwedî heman statuyê. Lê ev wekhevî piştre tenê bû ya di navbera zimanên fermî/neteweyî de. Bi kurtasî li cîhana Rojava rewş wiha çêbû. Îcar “zimanên pîroz” ên cografyaya me jî hebûn. Wekî erebî û farisî (nemaze ji bo wêjeyê). Bi sedên salan ev her du ziman zimanên herî raser û serdest ên alema îslamê bûn. Lê belê ya herî “pîrozwer” zimanê erebî bû. Wisan dihat bawerkirin ku ew ne tenê zimanê vê dinyayê, yê axiretê ye û roja mehşerê jî mirov bi wî zimanî mehkeme dibin. Heta dibêjin gava mirî tê definkirin, melek bi zimanê erebî jê pirsan dikin û yê bi vî zimanî nizanibe bersiva xwe bide, weylik li wî û halê wî be! Ev erebiya ku lînguya frankaya pîroz a cografyaya îslamê bû, gava xelîfeyê ebasiyan El-Memûn di sedeyê 9’an de navendeke bi navê Beytul Hikme ava dike, ji ber çalakiyên wergerê yên li vê saziyê, gelek di bin bandora farisî û yûnanî de jî dimîne. Tevgerên nûjen ên ji Rojava derketine, civakên derî Rojava jî xistin bin hîkariya xwe û wan kir ku di wan civakan de jî pêvajoyên mîna wan biqewimin. Netewe-dewletên xwe li ser tekîtiyê, bi gotina din li ser monîstiyê damezirandine, çendî di destpêkê de wekheviya di navbera zimanan de parastibin jî lê piştre wan ew gelên ji netewetiyên cuda yên hildan bin serweriya xwe, tevî hemû mafên wan red kirin. Bi polîtîkayên asîmîlasyonîst, bi qedexekirina zimanan, hewl dan gelên ne ji xwe di nav etnîsîteya serdest de bibişêvin. Bi teorî û pênaseyên ku bi nêrîn û çavên serweran hatine çêkirin jî bend li pêşiya givirîn û geşedana wan kişandin. Bi van jî neman, angaştin û hîn jî îdîa dikin ew xwedî çanda herî raser in, zimanê wan jî yê herî bipêşketî û tekûz e û nemaze yên ne ji wan kêmî xwe dibînin, wan biçûk dikin û dikin da ew xwe kêm bibînin, xweziya xwe bi serdestên xwe bînin, bibin yek ji wan û bi vî awayî jî şad û bextewer bibin. Daxwazên wan ên mîna ziman, çand û nasnameyî ku mafên wan ên mirovî, çandî û demokratîk ên yên herî bingehîn in, bi nijadperestiyê, bi neteweperestiya etnîkî sûcdar dikin. Ew ên dibêjin zimanê wan zimanê zanist û şaristaniyê ye, naxwazin bizanin bê tevî ew qas hewl û xebatên sadekirin û xwerûkirina zimanê xwe jî hîn li ser zimanê wan hemûyan tesîreke pir a wan “zimanên pîroz” heye û wan ji van zimanên hanê gelek peyv û term wergirtine. Çendî zimanekî saf û xwerû nebe jî lê gava ji zimanên bêstatu, zimanên bêdewlet tê behskirin, ev rewş ji bo van zimanan dibe kêmasî. Lê qisûr qedexekirina zimanan e, çêkirina hiyerarşiya ya di navber zimanan de ye. Ew tiştên berê li wan hatibû kirin, niha ew bi xwe li yên bin destî xwe dikin û zimanê xwe hêja û pîroz lê belê yên din jî kêm û bêqîmet bi nav dikin. Di dema împaratoriyan de, di wexta serweriya wan “zimanên pîroz” de bêqîmetkirin, bêîtibarkirina zimanan hebû, qedexekirin tune bû. Di dema modernîte û demokrasiyê de îcar hem bêîtibarkirin hem jî asîmîlasyon û qedexekirin heye. Lê navê vê serdemê serdema demokrasî û netewe-dewletan an jî dewletên neteweyî ye, ku xwedêgiravî ev serdem ji serdemên bihurî bipêşketîtir e, mirov gihîştine maf û azadiyên xwe, ew bûne ferd û ji evd û bendetiyê rizgar bûne. Ev hişk vir e, tenê wesfên serdestî û bindestiyê guherîne. Kî bindest be bi her tiştê xwe ve bindest e û li ber yê serdest ne xwedî tu tiştekî xwe ye. Bi kurt û kurmancî bêstatutî tiştekî wiha ye. Yên kêm, biçûk, nehêja û xwedî wesfên xerab tên dîtin û binavkirin, lê herçî yên serdestan in, ew ên herî bipêşketî, baş û çê tên wesifandin. Serdest xwe bi her tiştên xwe ve di ser bindestan re digirin. Lê têkbirina vê ferasetê bi nerazîbûn û têkoşînê mimkin e.
Serpêhatiya peyva solê
https://botantimes.com/serpehatiya-peyva-sole/
Ziman çawan ku diyardeyeke efsûnî ye, her wisan ew heyîneke zindî ye jî. Loma em dikarin vê guherbariya zimên di hin peyvan de bi hêsanî bibînin ku bê çawan bi pêvajoya demê re di warê morfolojîk û semantîkê de ew guheriye. Peyva “sol”ê jî yek ji wan peyvan e ku hem ji aliyê teşeyê hem jî ji aliyê mehneyê ve îroj di rewşeke din de ye. Sol, ku sînonîma wê pêlav e, di rastiya xwe de binê pê ango ling e. Di vê nivîsarê de ez dê behsa vê rewşê bikim û wek arkeolojiya zimên hewl bidim da ku vê yekê aşkera bikim. Lê berî behskirina teşe û wateya wê ya berê, hez dikim pêşî balê bikêşim ser du wateyên wê yên niha. Ev peyva hanê ya ku dabaşa me li ser e, îroj bi piranî wek berginda pêlavê tê bikaranîn. Lê mehneyeke wê ya din jî nal e. Ji bo tesbîta vê ez dê hem serî li zargotinê hem jî li ferhengan bidim. Peyvên sol û solbend, ku bergindên nal û nalbendê ne, di berhemên me yên folklorîk de derbas dibin. Wek nimûne, di strana bi navê “Nalbendo” ya gelêrî de, ku ew a devera Behdînan e û hunermend Hesen Şerîf wê dibêje, ev her du bêje jî bi mehneya nal û nalbend in. Wek nimûne, ji bo peyitandinê, bendeke vê stranê wiha ye: Hey nalbendo, heyrano solbendo Nala nalbendî ya mezin e Sola solbendî ya mezin e Te binê nalê dibêm asin e Keçikê tu keç bûy, ev sale jin e Zeriyê tu keç bûy, ev sale jin e Hoy dey dey nalbendo Ho dey dey solbendo. Di hin ferhengan de jî, pênaseya sol û solbendê, wekî nal û nalbend hatiye kirin. Wek mînak, di ferhenga El- Hediyyetu’l Hamidiye ya Yûsif Ziyaeddîn Paşa de solbend, di Ferhenga Kurdî – Kurdî ya Celadet Alî Bedirxan de jî sol û solbend hene, ku îcar Celadet Alî Bedirxan ji bo vê hevoka nimûneyî bi awayê “Min hespa xwe sol kir” jî daye. Di ferhenga Kurdistan a Gîwî Mukriyanî de her du peyv mîna sola hespî û solbend hene. Di Ferhenga Kurdî-Kurdî ya Kamêran Botî de tenê peyva solbend heye û wî ew bi mehneya solker û nalbend daye nîşandan. Mehmet Tanrikulu jî di ferhenga xwe ya Tirkî-Kurdî de berginda nalbantê ya ji bo kurmancî nalbend û solbend dane. Ji bo “nal kirin”ê wî hem “nal kirin” hem jî “sol kirin” derpêş kirine. Dîsan di Ferhenga Kurdî-Fransî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de sol hem pêlav hem nal, solbend jî hem solker hem nalbend e. Ez bêm ser ferhengên xwe. Min bi xwe jî di her sê ferhengên xwe de her du mehneyên vê peyva hanê dane. Her wiha min guhartoya (varyanta) solê ya bi şekilê sole jî di ferhenga xwe ya Kurdî -Tirkî ya Mezin de bi kar aniye. Xala balkêş ew e ku ev sole, peyva “sole”ya îngilîzî tîne bîra mirov ku ew bi mehneya binê pê ye. Sedemeke din jî ku vê fikirê bi mirov re xurt dike, hebûna peyva “zol”ê ye. Ev peyv di kurmancî de rasterast ji bo binê pê tê bikaranîn. A ziman, ku jê re tê gotin ew organîzmayeke zindî ye, tiştekî wiha ye. Ew ne sekan e, lê tim di nav rewşa guherînê de ye. Ji ber vê taybetmendiya zimên, bi demê re mehneya hin peyvan berfireh carinan berteng dibe yan jî bi temamî diguhere û wateyên nû li xwe digire. Wekî ji vê mînakê jî dixuye, ev guherîn bi xwe du alî ye. Guherîna teşeyî û ya wateyî. Wek encam; ji ber guherbariya zimên, guherîn di peyva “sol”ê de çêbûye ku hema bibêje ew êdî bi temamî ji mehneya binê pê û nal dûr ketiye û wateya pêlavê wergirtiye. Serpêhatiya solê û rêwîtiya wê ya dîrokî nîşanî me dide ku ew ji aliyê mehneyê ve tewqdar ango qatqatî ye. Loma divê me tim jê hay hebe ku ziman ne tiştekî sekan e û di rêwitiya xwe ya dûr û dirêj ya dîrokî de dikeve rewşeke guherbar. Sola ku di esilê xwe de binê pê ye, bi qonaxa demê re bûye nal, ji wir jî dageriyaye bûye pêlav. Tewqdariya peyvan û terman jî tiştekî welê ye.
Tarîxa Meyafarqînê û Şerefname
https://botantimes.com/tarixa-meyafarqine-u-serefname/
Xebatên Mela Mehmûd ji hêla analîza kurmancî ve jî giring in û mirov dikare ji gelek hêlan ve rêwîtiya zimanê xwe, qewam û rûdanên di van deman de bi ser de hatine bişopîne. Wan guherînên şekilî û watayî tê de tesbît bike, ji qalib û rêyên vegêranê yên zimên agahdar bibe. Tarîxa Meyafarqînê û Şerefname du berhemên hêja û ew çend jî giring ên li ser kurdan in ku divê li mala her kurdekî di pirtûkdankê, di quncikê xuya de hebin û hewce ye her kes wan bixwînin û bidin xwendin. Ev pirtûk berê jî hatine çapkirin, lê ev her duyên ji aliyê Weşanên Nûbiharê ve hatine weşandin, cudahiya wan ji yên berê hene. Berî ez behsa van her du xebatan bikim, hez dikim çend gotinan li ser Nûbiharê jî bibêjim. Bi ya min ew di nav weşangeriya kurdî de xwedî cihekî mistesna ye. Wê ev yek jî bi xebat, weşandin û çapkirina pirtûkan bi dest xistiye. Ji xwe re nav û nasnameyek afirandiye û ev jî ne tiştekî wisan hêsan e. Gava weşanxaneyek bibe markayek, eger nivîskar ne zêde naskirî be, xwîner bêhtir bala xwe didinê bê ka pirtûk ji kîjan weşanxaneyê derketiye, kê jê re edîtorî kiriye. Her wiha ez bi çavekî din jî li Nûbiharê dinêrim, bê çawan Pirtûkfiroşiya Medyayê (Medya Kitabevi) ne tenê cihek ji cihên firotina kitêban e, eynî wisan ew jî ne tenê weşanxane ye, cihê civan û hevdîtinan, şûna sihbet û danûstandinên rewşenbîriyê ye jî. Ji destpêka salên 90’î ve têkiliya min bi hevalên Nûbiharê re heye û ez Kek Silêman jî ji wan salan ve dinasim. Min navê ez wisan dûr û dirêj behsa nefsbiçûkî, camêrî û gelek xisletên wî yên din bikim, her wisan hemû kedkar û xebatkarên wê jî mirovên welê ne ku êdî ji mêvandarî û mazûvaniya xwe re hew dibin. Îcar her cara rêya min bi Nûbiharê bikeve, hema bibêje tu car ez destvala jê venegerim malê. Çendên berê jî, piştî Fuara Pirtûkan a Amedê, ez çûm serdana Nûbiharê. Dîsan civata me lê geriya, li ser ziman, çand, dîrok û mijarên din mijûlahî û sihbet çêbûn. Di tûrikê me de çi hebûn, me vala kirin, me kurmê xwe şikand û dil jî li xwe şad û rehet kir. Ha ez vê jî ji bîr nekim, vê carê cihê Huseyn Zana jî li min xuya bû. Ji ber ku bi giranî sihbeta min û wî li wir her tim bi piranî li ser meseleyên zimanî bûn, lê ew êdî li Amedê ye. Helbet wexta xatirxwastinê tûrikê me jî tijî pirtûk bûn. Ev her du kitêbên hanê ku hez dikim ji wan bi kurtasî behs bikim, di tûrik de bûn. Tarîxa Meyafarqînê ya Îbnu’l-Ezreqê Fariqî ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî li kurmancî hatiye wergerandin ku Nûbiharê berê jî çapa wê ya erebî weşandibû. A ev çapa bi kurmancî wergera wê xebata Dr. Kerîm Farqûl el Xûlî û Yusuf Baluken a bi erebî ye. Wekî tê zanîn beşa wê ya li ser Desthilata Merwaniyan a vê berhemê, hîn berê di destpêka salên 70’yî de M. Emîn Bozarslan bi xwe ew ji erebî wergerandibû ser zimanê tirkî. Niha çapa wê ya duyem a sala 1990’î li ber destê min heye ku ji nav weşanên Koralê, bi navê Mervanî Kürtleri Tarihi (Dîroka Kurdên Merwanî) hatiye weşandin. Lê ev çapa nû, temamiya berhemê û bi kurmancî ye. Huseyn Zana, wexta jê re edîtorî dikir, çend caran di sihbetên me de behsa wê dikir bê çawan serê xwe pê re diêşîne û di ber de ditehibe. Berhema duyem jî wergera Şerefnameya Şeref Xan e ku Mela Mehmûdê Bazidî ji esilê wê beşek jê tercumeyî kurmancî kiriye. Ev jî bi navê Şerefname: Tewarîxê Qedîmê Kurdistan ji nav Weşanên Nûbiharê derçûye û ji aliyê Seîd Dêreşî ve ji bo weşanê hatiye amadekirin. Bi rastî ji bo Mela Mehmûdê Bazidî çi bê gotin hindik e. Em pir deyndarê wî ne, ji ber hem bûye wesîleya berhevkirina materyalên kurdolojiyê, mîna koleksiyona Aleksandre Jaba hem jî wî bi xwe di warên cur bi cur de gelek berhem jî nivîsîne û di dîroka rewşenbîriya kurdan de xwedî cihekî bilind, hêja û heqkirî ye. Mesela du xebatên wî ji aliyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve hatin weşandin. Navê yekê Xeberdana Zimanê Kurmancî ye û ya din jî Tûhfetu’l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan e. Nirxandin, tîpguhêzî û faksîmîleya wan her duyan jî ji hêla Mîkaîl Bulbul û Mustafa Ozturk ve hatine kirin. Çendî zimanê esil ê Şerefnameyê bi farisî be jî, hem çapên wê yên bi tirkî hem jî yên bi kurdî jî hene. Wek nimûne M. Emîn Bozarslan jî ew ji erebî qelaptiye ser zimanê tirkî û çapa wê ya sala 1990’î ya “Hasat Yayınları” di nav pirtûkên min de ne. Ziya Avci jî ev berhem wergerandibû ser zaravayê kurmancî û di sala 2007’an de ji aliyê Avestayê ve hatibû weşandin. Min ev her du berhem jî xwendine. Lê ez pir şad im wekî ez ê vê berhemê ji zimanê Mela Mehmûdê Bazidî bixwînim ku ji bo min ev çap xwedî taybetmendiyeke diyarker e. Min helbet berhemên Mela Mehmûd ên bi kurmancî xwendine, lê dîsan jî ez zimanî wî meraq dikim ku qet nebe qirn û nîvek berê wî ne tenê berhem nivîsîne her wiha berhem jî ji zimanekî din wergerandine ser zaravayê kurmancî. Loma xebatên wî ji hêla analîza kurmancî ve jî giring in û mirov dikare ji gelek hêlan ve rêwîtiya zimanê xwe, qewam û rûdanên di van deman de bi ser de hatine bişopîne. Wan guherînên şekilî û watayî tê de tesbît bike, ji qalib û rêyên vegêranê yên zimên agahdar bibe. Ev berhemên nivîskî yên bi zimanê me, ji bo lêkolînên li ser zimên jî pir nirxdar in ku ji ferhenga zimanê me bi xwe re jî çavkanî û keresteyên tênebihur in. Bi rastî jî ev her du berhem, ku bi berg û mîjanpaja xwe jî bi awayekî xweşik hatine amadekirin, ji bo me gelek giring û têra xwe hêja ne. Ji lew re li dijî hewlên tarîkirin, perdekirin û bindoşekkirina dîroka me, ew wek çirayên geş in. Bi saya wan em îroj gelek aliyên dîroka xwe dizanin û bi hebûna wan şanaz dibin. Loma dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî wan hemû kesan bikim ku keda wan tevî van çapên hanê bûne û bûne wesîle da em van berheman bi zimanê xwe jî bixwînin. Xwendin kêfxweşî ye, têrkirina ruh û mêjî ye, agahdarbûn, ronîbûn û berfirehkirina asoya xwe ye. Her wiha xwendin zanîn, zanîn jî pêkarîn e. De îcar gava ev yek bi zimanê mirov bi xwe be, kêf û zewqa ji xwendinê jî hîn zêdetir e.
Mîtolojî û Giringiya Wê
https://botantimes.com/mitoloji-u-giringiya-we/
Teoriyên li ser kok û çêbûna komên etnîk û neteweyan û rexneyên li van teoriyan em deynin aliyekî, rastiyek heye ku çanda hevpar a civak û neteweyan hîkariyê li ferdên xwe dikin û dikin ku bi wan re ruhekî mişterek çêbe. Wekî ziman, çand jî di vî warî de kartêker e û mît di gel efsaneyan, hêmanên çandê ne. Mîtolojî ku beşek ji çandê ye, bi xwe bala min pir dikişîne ser xwe û kêfa min ji xwendin û xebatên li ser mîtolojiyê re, nemaze yên li ser kurdan tê. Ji ber ku ew jî reng û taybetmendiyeke çanda me ya cudaker e ji yên gelên din û di avakirina aîdiyeta hevpar de jî roleke wê ya avaker heye. Îcar mît tiştên aşopî ne û xeta di navbera wê û dîrokê de bi giştî şêlû ye, heta qet tune ye (Smith, 1994: 44). Mît, ku ji ber hewla mirovan a şirovekirina siruşt û bûyerên siruştî, çêbûna dinya û gerdûnê ya li ser afirandinê derketine holê, xwedî gelek aliyan in. Ew bi tenê ne li ser siruşt û bûyerên siruştî ne, berhemên xeyala mêjiyên mirovan in ku dixwazin qabiliyetên dersiruştî jî bidin mirovan û wan bikin kesên derî adet. Yek ji pîrên xebatên li ser mîtolojiyê Erns Cassirer, ku çarçoveyeke teorîk jê re daniye, wiha dibêje: “Di nav hemû bûyerên çandî yên însanî de, ew ên ku herî hindik ji analîzên mentiqî re misaîd in, mîtos û dîn in” (Cassirer, 2005: 74). Di gel vê rewşê di jiyana mirovan de cih û tesîreke wê ya berbiçav jî heye û Cassirer dibêje tu bûyereke siruştî û tu bûyereke jiyana mirov nîn e da li şiroveyeke mîtolojîk neyê û şiroveyeke wiha nexwaze (Cassirer, 2005: 75). Bûyer û lehengên mîtolojîk ku ji serdemên gelek berê mane li aliyekî, di van serdemên modern de jî tiştên xwedî karekterên mîtîk tên afirandin û kes bi xwe jî dibin mît; wekî mîtên dînî, civakî, polîtîk û yên damezirîner. Loma çêkirina mîtan ne tenê aîdî ramana mirovên seretayî ye, çendî wesfên wan biguhere û hinek ber bi aqilîbûnê ve herin jî, di demên modern de îcar bi xuyangeke din dixuyên. Anthony D. Smith di xebata xwe ya “Milli Kimlik” (Nasnameya Neteweyî) de, gotinên “mîta ku xwe dispêre kokeke hevpar” û “mîta nijadeke hevpar” bi kar tîne û dibêje ku “bêyî mîta nijadî pir zor e ku etnî li jiyanê bimînin” (Smith, 1994: 41-43). Der barê mîtên afirînê de, di nav kurdan de jî mîtên çêbûna kurdan a ji bavekî hene. Di hejmara 12’an a Ronahîyê de, bi nasnavê Herekol Azîzan nivîsareke Celadet Bedirxan a bi sernavê “Mil û Zil, Bir û Esasên Eşîrên Kurdan” heye. Di wê de rîwayeteke li ser koka kurdan, nemaze li ser kurmancan vediguhêze ku li Zaxoyê ji kalemêrekî bihîstiye. Li gorî vegotinê, li qûntara Çiyayê Agiriyê zilamek bi navê Kurd hebûye û xwedî malbat bûye. Rojekê şepe bi ser wan de tê û ji bilî du lawên wî, ku wê gavê ne li wir bûne, hemû ferdên malbatê di bin berfê de dimirin. Navên wan her du kesên filitî yek Mil û yek jîZil bûye. Eger em bi awayekî kurtebir bibêjin, hemû kurmanc ji van her du lawên Kurd zêde bûne û paşê bi navê eşîrên Mil û Zil hatine naskirin. Dîsan li gorî gotinan, çendî hemû êl û eşîr wekî Mil, Zil û Silîv bên zanîn jî, Silîv bi xwe ji Zil peyda bûye. Her wiha di heman nivîsarê de serî li Şerefnameya Şerefxan û wê rîwayeta li nav xelkê heyî jî dide ku li gorî wê îcar kurd ji du bavan, ji “Bext” û “Becen” in (Azîzan, 1943: 12-14). Ji xeynî mîtolojiya Kawa û Dehaq a der barê Newrozê de, ya kurdên êzîdî ya li ser afirandinê ku di Mishefa Reş de heye û wekî ya kurdên Ehlî Heq, di çanda me mît û efsaneyên li ser mirovbûna hin ajelan/heywanan jî pir in û ji ber ew ajel pîroz tên pejirandin, nayên kuştin. Her wisan li ser cîsmên esmanî jî mît hene. Wek nimûne; tê gotin ku hirç, pepûk û legleg mirov bûne. Em bi dorê û bi awayekî kurt ji wan behs bikin. Bawerî ew e ku hirç jineke ducanî bûye. Rojekê gava bi xesû û xezûrê xwe re diçe cihekî, li ser sergo çavê wê bi çekûr ango çermekî hişkolekî dikeve. Nebîraniyan dike û dilê wê dibije goşt. Li dû wan hêdî hêdî diçe, heta mesafe dikeve navbera wan û bi awayekî xwe ji wan çepeve dike, vedigere ser sergo û wî çermî dixwe. Xesû û xezûr lê werdiqilin ku bûk ne li dû wan e, li dûşa xwe vedigerin, dibînin wa ye ketiye ser çerm dixwe. Bûk ji şerman li xwe nifir dike û dibe hirç. Ji bo kurdan hirç ne tenê heywanekî gir û debeng e, her wisan ew nîşana dilşewatiyê ye. Ji lew re gotinên wekî “hirçê kezebşewitî”, “hirçê di geliyan” û “hirçê bişewêl” ji bo wan kesan tê gotin ku ew xwe li ser lêzimên xwe qebûl nakin, li dij neheqiya ku li wan bûye radibin û şewata wan ji xizim û lêzimên wan re jî zehf e. Pepûk jî keçikek bûye. Ew û birayê xwe ji dê sêwî û li ber destê damariyê bûne. Ji ber ev pir tê zanîn em hema bi kurtasî bibêjim ku biharê jinbavê ew şandine kerengan, Keçik kerengan diçine, kurik jî dike tûrik, lê tûrik qul bûye û haya wan jê nebûye. Nêzî roj li wan here ava, keçik dinêre ku ji bilî çend liban kereng di tûrik de nîn in. Keçik ji birayê xwe dikeve gumanê ku wî ew xwarine. Newêre bêyî kerengan vegere malê. Çendî lawik dibêjê wî ew nexwarine jî, keçik bawer nake û jê re dibêje ku ew ê zikê wî biqelêşe û hîn bibe bê ka rast e yan derew e. Keçik zikê wî diqelêşe, dibîne piçek jî kereng di mîdeya wî de nîn e. Kurik dimire, keçik rûdinê li xwe dixe û dide giriyan. Nifiran li xwe dike, nifirên wê diçin qebûlê û wekî pepûkekê bi çolan dikeve. Her sal biharê dema kerengan pepûpepûya wê ye û dibêje “kê kuşt, min kuşt…” Gotina pepû/pepûkê wek belengazî û dêraniyê tê bikaranîn. Nemaze gava jin li ser bira û lêzimên xwe yên mêr şînê dikin an ji halê wan re dilê xwe dişewitînin dibêjin “ez pepûk bim”, “li min pepûkê” û hwd. Meseleya ku li ser leglegê tê gotin jî pir seyr e. Li gorî baweriyê ew jî mirov bûye. Beg an jî axayekî têra xwe zalim bûye ku jin û mêr başewal (ji navê berjêr tazî) dane xebitandin. Gava di wexta xebatê de xwar û rast bûne, heyayên wan, ango organên wan ên cinsî xuya bûne û ew jî bi wan keniyaye. Hingê wan bendeyan lê nifir kirine, Xweda lê hatiye xezebê û ew kiriye legleg. Ew leqleqa leglegê jî dengê wan kenên wî bûye ku niha jî didomîne. Di çanda me de cihekî giring ê marê reş jî heye. Rolyefeke marê reş a li ser dîwarê ber dergehê Laleşê tê zanîn. Li gorî baweriyeke berbelav, di heyna Tofana Nuh de, gava keştî qul dibe û av jê dikeve hundirê keştiyê, marê reş xwe xistiye wê qulikê û nehiştiye av bikevê. Bi saya serê mar, hemû candar û ruhliberên di keştiyê de ji xeniqînê rizgar bûne. Îcar baweriya bi êzîdiyan re ew e ku keştiya Nuh li gundê Eynsifnê ku bi qasî 10 km’an li başûrê Laleşê dikeve hatiye çêkirin. Paşê keştî li ser Çemê Dîcleyê dest bi rêwîtiya xwe kiriye, lê li Çiyayê Şengalê keştî li zinarê lûtkeya “Sîn el Kilûb”ê diqelibe û qul dibe. Marek tê xwe di wê qulikê de asê dike, bi vî awayî keştî xwe digihîne Çiyayê Cûdî û li wir radiweste (Guest, 2001: 67). Ne kurdên êzîdî ne jî yên misliman marê reş nakujin. Bawerî ew e ku heta kes belaya xwe di marê reş nede, ew bi kesî ve nade. Eger mirov jê bigerin, ew tê ba mirovan jî, lê eger ziyanekê bigihîninê, ew pir kîndar e û heta tola xwe nestîne ranaweste. Li ser heyvê jî, ku sembola bedewîtiyê ya keç û jinan e û xweşikbûna wan pê tê mînandin, tişt tên gotin. Di dema zarokatiya xwe de me ji mezinên xwe gelek caran li çîroka çêbûna heyvê guhdarî kiriye. Li gorî gotina gotinbêjan, heyv ji dê sêwî bûye û li ber destê damariyê mezin bûye. Zirxweşkeke wê ya ji damariyê hebûye ku mîna wê ne bedew û yeka sik bûye, her wisan ne jîr jî bûye. Loma damariya wê tim jê çavnebarî kiriye. Rojekê gava jinbava wê hevîr dike, ji dexesiyan lemata xwe ya bihevîr di ser çavên wê dide. Keçik ji ber ku pir ji destê damariyê kişandiye û nekariye hew baristan bike, dua dike ku ji ber destê damariya xwe bifilite. Duayên wê qebûl dibin û ew dibe heyv. A ew lekeyên li ser rûyê wê, gava tam gilover û geş dibe baş dixuyên, ew lekeyên hevîr bi xwe ne. Di kurmancî de jixwe peyva heyvê ji aliyê zayenda zimanî ve mê ye û bi biwêja “heyv şîv xwarin” jî ew bi mirovan hatiye şibandin. Gava heyv êvarê bi awayê heyva tijî, heyva şardehşevî derdikeve, ev biwêja “heyvê şîv xwariye” tê bikaranîn. Her wisan heyv pîroz e jî, loma nabe mirov bi tiliyan wê nîşanî hev bide, li hemberî wê bimîzin û bi taybetî gava ku geş û têr e, di rewşa tijî de ye, nabe lê bê mêzandin, nemaze zarok. Wê gavê dibêjin “hûn ê bi heyvê bikevin.” Ketina bi heyvê jî, tê wateya nexweşîneke giran. Nîşanên vê nexweşînê jî bi awayê emelbûn, vereşîn, barandina rondikan, cotbûna nav birûyan û hatina avê ya ji bêvilan xwe dide der. Hin nexweşîn jî dîsan bi nûbûn û kevnbûna heyvê ve tên eleqedarkirin. Mîna nexweşîna bîrovê (cureyek nexweşîna egzamayê). Di gel van, dîsan ew kesên ku xûy û exlaqên wan li gorî tevgerên nûbûn û kevnbûna heyvê ne xweş dibin, ji wan re dibêjin “heyvok.” Di çandên cur bi cur de tesbîtkirina mîtan merhaleyeke giring e, lê ya giringtirîn fehmkirina ji wan e. Loma gelek kesên ku li ser mîtolojiyan hûr bûne û di wan fikirîne, wan hewl daye bingehên wan rave bikin û tê bigihîjin bê ka ji bo jiyana mirovan û heta komên etnîk û neteweyan çi wateya mîtan heye, gihîştine encam û tesbîtên balkêş. Yek ji van jî Anthony D. Smith e ku bi xebatên xwe yên li ser neteweperweriyê tê zanîn û bi awayê etno-sembolîst tê nasandin, li ser koka etnîk a neteweyan pir serê xwe êşandiye û navê neteweyê wiha pênase dike: “Civata ku divê axeke/welatekî wê yê dîrokî, mîtên hevpar û hafizeyeke wê ya dîrokî, çandeke wê ya girseyî, xwedîbûna aboriya hevpar û mafê qanûnî ya hevpar hebin” (Smith, 1994: 70). Balkêş e ku di nav van mercên rêzkirî de cih daye gotina mîtên hevpar jî û ev yek tiştekî pir giring e. Ev teoriyên li ser kok û çêbûna komên etnîk û neteweyan û rexneyên li van teoriyan em deynin aliyekî, rastiyek heye ku çanda hevpar a civak û neteweyan hîkariyê li ferdên xwe dikin û dikin ku bi wan re ruhekî mişterek çêbe. Wekî ziman, çand jî di vî warî de kartêker e û mît di gel efsaneyan, hêmanên çandê ne. Loma jî hewcehiya me pir bi xebatên zanistî yên li ser mît û mîtolojiya me jî hene ku divê ew hem bên qeydkirin hem jî analîzên akademîk li ser wan bên kirin. Çavkanî: AZÎZAN, Herekol, “Mil û Zil, Bir û Esasên Eşîrên Kurdan”, Ronahî, Sal 1, Hejmar 12, Şam, 1943. CASSIER, Erns, Devlet Efsanesi İnsan Üstüne Bir Deneme (wergêr: Necla Arat), Say Yayınları, Stenbol,2005. GUEST, John S., Yezidilerin Tarihi Melekê Tawus ve Mishefa Reş’in İzinde (wergêr: İbrahim Bingöl), Weşanên Avestayê, Stenbol 2001. LESCOT, Roger, Yezidiler Din Tarih ve Toplumsal Hayat, Cebel Sincar ve Suriye Yezidileri (wergêr: Ayşe Meral), Weşanên Avestayê, Stenbol, 2001. SMITH, Anthony D., Milli Kimlik (wergêr: Bahadır Sina Şener), İletişim Yayınları, Stenbol,1994.
Li ser zimanê hin nivîsarên Botan Timesê çend têbînî
https://botantimes.com/li-ser-zimane-hin-nivisaren-botan-timese-cend-tebini/
Ji van cure nivîsaran tenê mebesta min balkêşana ser xalên rastnivîsîn û rêzimanê ye. Ji bo bikaranîna zimanekî rast û pêkhatina zimanê nivîskî yê standard ez bi xwe giringî bi nirxandin û lêhûrbûnên wiha didim. Ez xwe jî dikim navê ku ji ber perwerdeya bi zimanê serdest em ji aliyê zimanê xwe ve derbexwarî ne. Loma bi saya hişyarî û têfikirînan dibe ku em bi kil û kêmasiyên xwe yên zimanî jî bihisin. Ji zûde ye ku min li ser mijarên zimanî yên wekî rastnivîsîn û rêzimanê nenivîsiye. Ev jî helwesteke min a bi zanebûn bû. Ji ber ku min dixwast ez zêde hişê xwe bidim ser kar û xebatên xwe û li wan hûr bibim. Îcar gava min teklîfa Botan Timesê pejirand da ku ez hefteyê carekê gotarekê binivîsim, hin hevalên bi vê yekê hisîn wan ji min daxwaz kir ku ez li ser mijarên zimanî jî binivîsîm. Min jî gote wan dibe, çima na. Ji ber vê daxwazê va min zend û bendên xwe hildan û min got ez dê der barê vê yekê de pêşî ji nav malê dest pê bikim. Min ji hin nivîsarên nivîskarên Botan Timesê ji bo vê nivîsarê çend nimûne “nêçîr” kirin. Ev nimûne jî hema wisan di wexta xwendina nivîsaran de ketin “dehfik”a min. Bi gotineke din ez welê kûr û dûr di wan nivîsaran de li pey meseleyên rastnivîsîn, gramer û gotinên qalibî neketim. Di serî de bibêjim, ez dê ji wan re nebêjim ku ew şaş in, loma ez dê tenê bal bikêşim ser wan û her wisan der heqê wan de ramanên xwe aşkera bikim. Nimûnaya pêşî ji nivîsara mamosta Zulkuf Ergun a bi sernavê “Hêz û Sûda Kanonê” ye, ku tê de hevokeke wiha derbas dibe: “Bi raya min kanon di vir da digihîje hawarîya me.” Di vê hevokê de ya ku ez dixwazim jê behs bikim tabîra “digihîje hawarîya me” ye. Ev qalib bi xwe ji min re xerîb hat. Ji lew re hawar û hawarî ji aliyê mehneyê ve ji hev cuda ne. Hawar îmdat e, lê eger bi awayekî giştî bê gotin hawarî, hem taziye ye hem jî ew kes e ku diçe serxweşiyê. Di van biwêjan de, yên mîna “çûn hawarê, gihîştin hawara (yekî), hawara (yekî) jê re hatin”, hawar bi mehneya îmdatê ye. Lê îcar gava bê gotin “çûn hawariyê”, yan jî “gihîştin hawariyê”, wataya behiyê/taziyê jê diçe. Wexta tê gotin “hawariyên xwe verê bikin”, qest ji hawariyan ew kes in ku ew ji bo sertêdanê hatine mala mirîyan. Ji nivîsara Şener Ozmen jî min du mînak wergirtin, ku navê wê “Têbînîyên Amerîkayê- XVII: Zayîn û mirina ‘Diyar Galeria’yê” ye. Nimûneya pêşî: “6ê Sibatê, li ber destê sibehê kurd û Kurdistanî li kareseteke mezin şiyar bûn,…” Ji vê hevoka nimûneyî, awayê “ber destê sibehê” kir ku ez ji aliyê rastnivîsînê ve tê bifikirim. Eger em bibêjin “Me lêwik da ber destê hostayî”, ev “ê”ya bi dêst ve, îzafeya nêrîtiyê ya yekhejmar a binavkirî ye, lê gava em bibêjin “berdestî sibehê”, ku ev qalibek e, îşaret bi dema berî tavdanê, hilhatina rojê dike û “î”ya wê ne îzafe ye. Ev “î”, bi rola berpêbûnê radibe. Mînaka din a ji heman nivîsarê wiha ye: “Heke Galerya jî hilweşiya be.” Mijar dîsan rastnivîsîna lêkerê ye. Bi kurtî, hemû gireyên demê bi rayek û qurmê lêkerê ve tên nivîsîn, loma li gorî vê rêzikê, divê bi şêweya “hilweşiyabe”yê pevve bê nivîsîn. “Wê heynê rastî êşkenceyeka mezin tê û wiha dibêje:”, ev jî ji nivîsara Selamî Esen e ku sernavê wê “Şêrgeleyê Şîrê Şiîrê Xwarî: Arjen Arî” ye. Ev qalibê “rastî êşkenceyeka mezin tê”, li hesta min a zimanî nayê, bi fikira min ew ji ber tesîra zimanê tirkî ye. Li şûna vî qalibî, awayên “îşkenceyeke pir lê bû, îşkenceyeke pir zêde lê hat kirin” ji min re hîn rasttir tên. Ji nivîsara Tevfîk Bayram a bi sernavê wê “Desthilatdarî çi ye û ev kurd çi dixwazin?” min du mînak hildan. A yekem: “Ji bo azadiyeka kamil divê mirov pêşiyê xwe ji astengî û qeydûbendên dest û lingên mirovan girê didin xilas bikin.” Sedema ku qeyd û bend pevve hatine nivîsîn nizanim bê ka ji ber çi ye. Lê bi qasî pê dizanim duyîne (ango peyvên dunavdêrî) ji bo xurtkirina rewşê tên bikaranîn û divê her peyv ji aliyê rastnivîsînê ve ji hev cuda bin. Gava pevve bên nivîsîn, hewce ye ku bi hev re wateyê biguherînin. Bi nêrîna min eger hevok wiha bê sererastkirin dê ji aliyê watayê ve jî çêtir be: Ji bo azadiyeka kamil divê mirov pêşî xwe ji wan astengî û qeyd û bendan xelas bike, ku ew dest û lingên mirovan girê didin. Mînaka din jî ev e: “Bo mînak, em van gotinên li jêr her roj dibihîsin:” Di kurmancî de qaydeyekî giştî ye, lêkerên ku dawiya wan bi –stinê diqedin, “s”ya wan di rayeka dema niha de dibe “z”. Wekî gestin/gez, parastin/parêz, xwastin/xwazê; loma li gorî vê rêsayê diviya ew “dibihîzin” bûya. Ez bi nimûneyên ji nivîsara bi navê “Belkî jî gilî gotinên li ser…?”ê berdewam bikim ku ew a Yehya Omerî ye. Hevoka ewilî ev e: “… em dibin şahid ku civaka me ya zîval zîvalî zêdetir bi ber bayê ziman û ruhiyetên serdest dikeve,…” Tê de wek “zîval zîvalî” ji hev cihê hatiye nivîsîn. Ev zîval, ku varyantên wê yên mîna zivar û zîvar jî hene, navdêr e û awayê wê yê rengdêr jî zîvalzîvalî ye, loma diviya bi hev ve bûya. Hevoka din jî “…. ku beşek ji wan/me li xwe warqile” ye. Tiştê jê bê behskirin lêker “warqilîn”ê ye. Di devokên kurmancî de varyantên wê yên wekî “varqilîn, vearqilîn û verqilîn” jî hene, lê ji ber ku di kurmancî de pêşgir /-wer/ e, divê ku awayê wê yê ji bo rastnivîsînê “werqilîn” be. Mînaka dawî ji hevpeyvîna Engîn Olmez e ku sernavê wê ev e: “Fahriye Adsay: Xeyala min a pêşî ew e ku ‘em’ek me hebe.” Lê ez dixwazim berî dayîna hevoka wergirtî, li ser sernavê hevpeyvînê jî nêrîna xwe derpêş bikim. Li gorî rêzikên rêzimana kurmancî, bi fikira eger ev wiha be dê xweştir li kurmancî were: “Fahriye Adsay: Xeyala min a pêşî ew e ku ‘em’eke/a me hebe.” Ji bo raveka nediyar/nebinavkirî ya yekhejmar, hewce ye “-eke/ yan jî /-eka/ bûya. Hevoka din a ku bûye mijara vê nivîsarê jî ev a hanê ye: “Ev bixwe wê gavek pir mezin be ber bi xeyalên mezintir.” Carek awayê “bixwe” kêşedar e, ji ber ku ew ne lêkera “xwarin”ê ye û raweya fermanî ya “xwarin”ê jî“bixwe” ye, lê ew (bi xwe) cînavk e û loma jî nabe bi hev ve be. Ji xeynî vê yekê, bi ya min eger ev hevok ji aliyê gramer û îmlayê ve wiha bê sererastkirin dê hîn çêtir be: “Ev bi xwe ber bi xeyalên mezintir ve wê gavekî pir mezin be.” Li ser awayê nivîsîn û bikaranîna nimûneyan hez dikim vê jî diyar bikim ku gelo ev rewşa hanê ji redaktor û edîtoran an jî ji nivîskaran diqewime, ez pê nizanim. Tiştên wisan tên serê min bi xwe jî, loma ez bi hendaze tev digerim û nivîskarên nivîsaran heta berpirsên ji nivîsaran jî jê bêrî dikim. Ji van cure nivîsaran tenê mebesta min balkêşana ser xalên rastnivîsîn û rêzimanê ye. Ji bo bikaranîna zimanekî rast û pêkhatina zimanê nivîskî yê standard ez bi xwe giringî bi nirxandin û lêhûrbûnên wiha didim. Ez xwe jî dikim navê ku ji ber perwerdeya bi zimanê serdest em ji aliyê zimanê xwe ve derbexwarî ne. Loma bi saya hişyarî û têfikirînan dibe ku em bi kil û kêmasiyên xwe yên zimanî jî bihisin. Careke din diyar bikim, mebesta min ne tehlkirina kesan an jî şikandina hewesa nivîsîna bi kurdî ye. Hewce dike ku em gişt bi hişyarî tev bigerin û di vî warî de hay ji xwe hebin.
Dengbêjî: Çavkaniyeke ziman û dîroka me ya devkî
https://botantimes.com/dengbeji-cavkaniyeke-ziman-u-diroka-me-ya-devki/
Dîroka me ya sedsala borî ya berxwedan û serhildanan bi awayekî devkî di kilamên dengbêjan de heye û dîroknasên me yên ku li ser dîroka devkî dixebitin, ev kilam jî ji bo wan belgeyên hêja yên ji destê ewilî ne ku ew bi çavên kurdan hatine resimandin, teswîrkirin û qeydkirin. Dengbêjî û muzîka dengbêjiyê, rengekî xweser ê muzîka kurdî ye ku gelek kesên li ser kurdan xebitîne bal kêşane ser vê taybetmendiya dengbêjan û vî cureyê muzîkê. Muzîkologan bi xwe jî li ser vê yekê lêkolîn kirine û heta dengbêjî û muzîka wan bûne mijara tezên zanistî jî. Lê bi ya min ev hîn qîm nakin û divê ku danasîneke baş a dengbêjî û muzîka wan bê kirin û bi dinyayê bên nasandin. Teknîka bikaranîna deng a dengbêjan, bikaranîna dengê serî û diyaframê, awayê wan ê strînê, xulxulandina qirikê, taybetiya xencereya wan, xurtiya bêhn û henaseyê, birina dest a ber guhan, tewkirina wan a wexta ji bendekê derbasî bendekî din dibin, awayê perwerdeya wan, têkiliya di navbera hosta û şagirdan de, çawaniya vê muzîkê, rîtm û meqam, di gotinên kilamên dengbêjiyê de nebûna kîteyan lê hebûna beşavendê ango qafiyeyê, awayên beşavendê, wesfê wêjeya gotinên kilaman û gelek tiştên din, her yek ji wan bi tena serê xwe mijarên cuda ne ku divê xebatên zanistî yên hîn berfirehtir û bi hûrgilî di van war û biwaran de ji aliyê pisporên van qadan ve bên kirin. Ji ber ku dengbêjî û kilamên dîwankî, bi gotina din kilamên dengbêjiyê, ne warê min e ez wan li derveyî mijara xwe ya eslî dihêlim. Tenê hez dikim balê bikêşim ser du aliyên din ên dengbêjiyê. Ziman û dîroka devkî ya di kilaman de. Ez bi xwe giringiyê bi van her du aliyan jî didim ku hewce ye li derveyî xebat, lêkolîn û analîzan ew neyên hiştin. Min bi xwe îsal li zêdetirî 1400 kilamên dengbêjan guhdarî kir û deşîfrasyona wan kilaman kontrol kir. Ev dengbêjên min li wan guhdar kir jî, ji Reso, Şakiro, Huseyno, Kawis Axa, Teyîbo, Zahiro bigire heta bi M. Salihê Beynatî, M. Salihê Qubînî, Reşoyê Macir, Sidîqê Bozo, Rifatê Darî, ji Miradê Kinê heta bi Huseynê Omerî, Xidirê Omerî, Fadilê Kufregî, Şukriyê Fafî, Şukrî Îzolî, Elî Tîco, Huseynê Farî, Faris Bavê Firas û gelek kesên din bûn. Helbet min ji bo karê xwe jî nêçîra xwe ji van kilaman kir û hin peyv ji wan hildan ku ez bi wateyên wan nizanim û min di ferhengekê de jî ew peyda nekirin. Niha ew di arşîva min a peyvan de ne û eger firsenda min çêbe ez dê piştre lêgerîn û lêkolînên xwe li ser wan bikim. Îcar ez bêm ser çarçoveya nivîsara xwe ya bingehîn û bi kurtasî balê bikêşim ser naverok û zimanê kilamên damezireweya dengbêjiyê. Pêşî ez dê ji zimên dest pê bikim. Gelek kesan ji me bihîstiye ku di civaka me de ji dengbêjan re şair jî tê gotin. Sedem jî, ji ber wan gotinên wan ên edebî ne. Ew bi nişmîtî û nazikiya helbestkarekî gotinên xwe yên kilaman dihonin û li hev tînin, rewşa heyî yan jî ya qewimî bi şêweyeke wêjeyî dişayesînin û şêwazeke taybet bi xwe bi kar tînin. Loma kilamên wan jî beşek ji wêjeya me ya gêlêrî tên hesibandin. Tevî ku gelek tebîrên wan ên klîşe hene jî, lê belê ev yek tiştekê ji wan zêde kêm nake. Temayên kilamên wan, eger bi awayekî giştî bê gotin jî evîn, siruşt, şer û pevçûn, serhildan û berxwedana gelê kurd e. Bi kurtî, hemû tiştên ku di civaka me de rûdane, mijara kilamên wan in. Ji bo zimanê me jî çavkanî ne, hem jî çavkaniyeke pêbawer û ewledar. Gelek peyv, biwêj, gotinên pêşiyan û gotinên qalibî di kilamên wan de hene ku hin jê jî tenê di kilaman de mane. Wekî van çend mînakan: rima newzerî, zêrê findiqî, çençîrk, aqlebaz, kevirê kergebînê, qirika xelawî û qurmilîn. Mixabin îroj roj em di zimanê devkî de rastî wan nayên. Bi qeydkirina van kilaman, ji zimanê me re korpuseke zimanî çêdibe û bi vê yekê re jî ew dibin mijara lêkolînên cur bi cur. Ji hêla din ve, eger mirov bixwaze sosyolojiya civaka xwe binase, jê fehm bike, dab û nerît, rabûn û rûniştin, têkiliyên civakî, têkiliyên dînî, têkiliya di navbera jin û mêran de, zewac û dawet, zewaca bêdil, evîn, evîna qedexe, egîdî û mêrxasî, têkiliya kurdan û nijadên din, bîr û bawerî, cîhanbîniya civakê, her wiha şer û pevçûn, şerê xwebixwetiyê, serhildan û berxwedan, têkoşîna li dijî biyaniyan û heta bi term, têgih û peyvên ku tên bikaranîn, hemû ji bo ronîbûna raboriya me giring in. Raboriya me bi awayekî di nav van kilaman de heye. Bi analîz û hûrbûna li ser wan jî em dişên roniyekê li paşxaneya xwe bigirin û xwe baştir nas bikin. Mijara din jî dîroka me ye. Nemaze dîroka me ya sedsala borî ya berxwedan û serhildanan bi awayekî devkî di kilamên dengbêjan de heye û dîroknasên me yên ku li ser dîroka devkî dixebitin, ev kilam jî ji bo wan belgeyên hêja yên ji destê ewilî ne ku ew bi çavên kurdan hatine resimandin, teswîrkirin û qeydkirin. Çawan ku tê gotin her stranek an jî kilamek çîrokeke xwe heye, çîroka van kilaman jî heye û li benda lêkoleran e ku ji wan sûd bê wergirtin. Dengbêjî û kilamên dengbêjan hem ji aliyê muzîkolojiyê ve hem jî ji hêla sosyolojîk, antropolojîk û dîrokî ve hêja ne ku xebat li ser wan bên kirin û bi rêbazên zanistî û helwesteke zanyarane nêzikahî di wan bê dayîn. Ji lew re bi lêhûrbûn û analîzên cidî mirov dikare raboriya civaka xwe bi van cure xebatan jî ronîtir bike. Ji ber ku ev kilam bi her awayî, çi erenî çi neyênî, wêneyên civaka me ne û dengbêjên me wekî dîroknivîsan yanî weqanivîsan ew bi dengên xwe kêşane û qeyd kirine. Loma ez kilaman tenê wek beş û parçeyekî muzîkê nabînim, ew belgeyên dîroka me ya devkî û çavkaniyek ji jêderk û kanên me yên zimanî ne jî.
Zimanê me çiyê me ye?
https://botantimes.com/zimane-me-ciye-me-ye/
Aya têkoşîneke girseyî û berxwedaneke qewî ya li dijî asîmîlasyonê heye? Gelo em dikarin behs ji hebûna tevgereke hişmendiya zimanî bikin ku tesîr li piraniya kurdan bike, statuya zimanî ji xwe re bike yek ji armancên sereke ya doza kurdî û qadan bihejîne? Çend roj berê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan ji bo Kongreya Yekîtiya Demokratên Navneteweyî vîdeo mesajek şandibû û tê de digot “Vê tu car ji bîr mekin; çeka me ya herî mezin a li dijî asîmîlasyonê ew e ku em zimanê wan ê dayikê, çanda wan û nirxên şaristaniyê hînî zarokên xwe bikin ku ew temînata me ya dahatûyê ne.” Erdogan çend sal berê jî li Kolna Almanyayê, di axiftineke xwe de bal kişandibû ser meseleya asîmîlasyonê û gotibû “Asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye.” Van gotinên hanê kir ku ez rêzika Ehmedê Xanî ya di helbesta wî ya bi navê “Zahidê Xulwetnişîn” de, ya bi awayê “Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye” dibihure, careke din bi bîr bînim. Xanî ev rêzik herî kêm 300 sal berê gotiye, diviya qet nebûya di dewrên modern de wek guharek di guhê me de bûya. Lê ka li ku?! Em hîn jî bi piranî li ser wî guhê berê radizên. Em hîn jî bawer nakin bê “ji pêxemberan bi vir de her kes daweya nefsa canê xwe dike.” Ew nirxên em bi wan dibin em, gava li ber çavên me tên tunekirin hewce ye em wan neavêjin pişt guhên xwe yan jî divê em xwe li nedîtina wan hewl û kirinan daneynin. Lê divê em hişk bi wan bigirin; ji ber ku ew ên me li ser lingan dihêlin ew bi xwe ne. Li dinyaya îroj dewlet li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî tev digerin û bi awayekî pragmatîst hereket dikin. Ev ji bo wan siyaseteke rewa û ew çend jî ji bo wan îcabê siyaseteke reel e. Qanûnên navdewletî hene, peyman û lihevkirinên wan ên bi hev re hene. Li gorî van ew heq di xwe de dibînin da tiştan ji hev bixwazin, lê wan mafên ji xwe re heq dibînin, ji bindestan re heq nabînin. Loma ew tiştê li me hatiye heramkirin û qedexekirin, wan li xwe helal û rewa kiriye. Ji ber ku dizanin bê ziman çi ye, bi kêrî çi tê û xwedî çi hêzê ye, loma wisan bi zanebûn tev digerin. Li nav sînorên desthilata xwe ziman qedexe dikin, polîtîkayên asîmîlasyonê disepînin, bi behaneya unîterî, yekîtiya neteweyî ya tekparêz, li dijî mafê zimanî, ku ew mafekî herî rewa yê mirovî, çandî û demokratîk e radibin, lê bêyî şerm bikin û paxav bi tiştekî bikin, li derveyî serweriya xwe jî, ji bo welatiyên xwe yê ji nijada xwe îcar vî mafî ji serwerên welatên din dixwazin. Ev ji bo wan wek nakokiyekê bixuye jî, lê ne nakokî ye. Ji lew re tiştê ji xwe re mîna şîrê dayikê helal dibînin, ji yên ne ji xwe re wê wisan nabînin. Jimebûn û nejimebûn, karekterekî wan ê neteweperweriya wan e. Îcar du îfadeyên ramana neteweperweriya klasîk hene: Neteweperweriya polîtîk û ya etnîk. Neteweperweriya polîtîk bi berfirehbûna sînorên dewletê çêbûye. Gelên cuda ha dîtine wa ye ew di nav sînorên wê dewletê de ne ku ew dixwaze pêvajoya damezirîna neteweya xwe pêk bîne. Herçî neteweya etnîk e, ew jî ziman û çanda xwe li gelên din disepîne, ziman û çanda wan, bi kurtasî nasnameya wan qedexe dike û feraseta xwe ya tekparêziyê li ser wan ferz dike. Te divê ramana neteweya polîtîk be te divê ya neteweya etnîk be, armanca wan a sereke ew e ku bi îdeolojiya neteweyî homojeniya dewletê û ahengiya neteweyê biafirînin. Palpişta esas a her du ferasetan bêguman ziman e. Zimanê dayikê çawan rukn û hîmê bingehîn ê nasnameyê ye, di heman demê de bingeha çandê ye jî. Dewleta Tirkiyeyê, ku wê xwe bi awayekî netewe-dewlet dîzayn kiriye, bi etnîsîteya tirk û zimanê tirkî, yên din wekî tune hesibandiye, pê nemaye serî li asîmîlasyonê jî daye û bi awayekî sîstematîk û biisrar vê hîn jî didomîne. A ji ber vê fehm û ferasetê, li derve jî siyaseta xwe ya ji bo nijad û etniya xwe dewam dike, ji bo mafên wan ên zimanî û çandî bide wan deng li birêveber û karbidestên wan dewletan dike û hem balê dikişîne ser giringiya zimanî û siyaseta asîmîlasyonê hem jî behsa wê yekê dike ku asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev gotin bi rastî jî gotineke rast e. Lê tiştê mirov ji bo xwe dixwaze divê ji bo yên din jî wek heqekî meşrû bibîne. Xala giring ev helwesta hanê ye ku divê mirov baş tê bifikire. Rast e, di dema pêvajoya aştiyê û ya têketina nav yekîtiya Ewrûpayê de, ji neçarî û bêyî dilê xwe di çarçoveya “qanûnên ahengiyê” de dewleta tirk hin qanûnên xwe guhartin û li prensîpên Yekîtiya Ewrûpayê guncandin. Eger em bi gotina hin siyasetnasan bibêjin, tenê wan siyaseta asîmîlasyonê hinekî sist kir, lê hîç tê nebihurîn û dev jê bernedan. Heta vir me derzî di helwesta wan re kir, niha em şûjinê di xwe re bikin, bi gotineke din me diduyên wan got îcara em yeka xwe jî bibêjin. Me dît û em dibînin bê ziman ji bo xelkê çi ye. Bera îcar zimanê me çiyê me ye? Em bi bersivên “zimanê me hebûna me ye”, “zimanê me rûmeta me ye”, “zimanê me xwebûna me ye” û hwd. dizanin. Ji bo netewe û dewletên serwer, pir aşkera ye bê ziman çawan hêmaneke damezirîner e, pêkhênerê yekîtiyê ye, çeka herî xurt û sereke ya nasnameyê ye, loma wisan li ser vê yekê jidil û rijd in. Gelo kurd jî wisan in? Em hin sazî û kesatiyan bidin aliyekî, axlebî dam û dezgehên kurdan bi qasî serdest û desthilatdaran xemxwerên vê yekê ne? Aya têkoşîneke girseyî û berxwedaneke qewî ya li dijî asîmîlasyonê heye? Gelo em dikarin behs ji hebûna tevgereke hişmendiya zimanî bikin ku tesîr li piraniya kurdan bike, statuya zimanî ji xwe re bike yek ji armancên sereke ya doza kurdî û qadan bihejîne? Em dirêj nekin, eger mirov ji hindikî fehm neke, ji piranî qet fehm nake. Derd pir e, heta mû bi zimanê me ve bê jî divê em bibêjin û durûtiya serweran bidin rûyê wan ku çawan heqê mirovan hem dixwin hem kitim dikin. Dem û dewra sloganan çûye, kirinek hêjayî hezar gotinî ye. Her gotina bê gotin hewce ye cidiyeta wê jî bê nîşandan û siyaseta zimanî jî divê bibe siyaseteke sazûmanî. Ew gotin û siyaset jî bibe ya gel. Gel lê bibe xwedî û gel pêwîst e bi girseyî bibe daxwazyarê van daxwazan. Divê ev kar li ser milên çend saziyan û kesatiyan nemîne. Mesele mezin û meseleyeke gel e, loma jî divê gel bi tevahî mil bide ber vî barî û wê bigihîjîne armancê. Ziman navê hebûnê ye, pêkhênerê nasnameyê ye. Nasname jî kurd û ziman jî kurdî ye.
Sînorên me yên zimanî bila ne devoka me lê kurmanciya nivîskî be
https://botantimes.com/sinoren-me-yen-zimani-bila-ne-devoka-me-le-kurmanciya-niviski-be/
Sînorê mirov ê zimanî divê ne devoka me lê zimanê me yê standard be. Ev standardî jî bi xebatên li ser zimên, bi peyitandina rêzikên wê yên rêzimanî û rêsayên rastnivîsînê çêdibe. Her wiha heta hemû gencîneya zimên neyê tomarkirin û peyv, biwêj, gotinên pêşiyan, hemû qalibên gotinkî û wateyên wan jî neyên tesbîtkirin, ew zimanê standard û yê nivîskî dê tam pêk neyê. Loma divê haya me hemû bikarhênerên zimên ji vê rewşê hebe û devoka xwe hewce ye di ser devokên din re negire. Ji lew re tu devok bi tena serê xwe zimanekî nanimîne, ango nikare wî zimanî temsîl bike. Ji ber hemû ziman xwedî devok in loma ji du aliyê zimên tê behskirin; wekî zimanê devkî û yê nivîskî. Em gişt jî pêşî di nav zimanê xwe yê devkî de tên dinyayê û bêyî haya me ji tiştekî hebe, em serê pêşî wî zimanî ji dê û bavê xwe, ji malbata xwe û ji derdora xwe ya nêzîk werdigirin. Paşê gava mirov fehmberî xwe dibe, eger şaşiyên mirov ên zimanî hebin, bi midaxeleyên kesên li derdorê hingê mirov zimanê xwe sererast dike. Îcar eger bi wî zimanî perwerde hebe, li dibistanê bi dersa li ser wî zimanî, hînî zimanê xwe yê standard dibe û hînbûna zimanê nivîskî û standard jî, hînbûneke berdewam e. Ew zimanê standard û yê nivîskî bi xwe jî bi awayekî îradî piştre dest lê hatiye gerandin ku ew li gorî rêsayên wî ango qaydeyên wî yên tesbîtkirî hatiye edilandin û jê re rêziman û rastnivîsîn hatine amadekirin. Ew her du êdî rênîşanderên peyivîn, nivîsîn û bikaranîna wî zimanî ne. Lê em ji van yekan mehrûm û bêpar bûn. Ne me bi vî zimanî xwend, ne em çûn dibistanê ne jî kesek li dora me hebû da em jê zimanê xwe yê nivîskî bihewisin û ne jî haya me ji paşxaneya zimanê me yê nivîskî hebû; çi ew paşxaneya bi herfên erebî çi jî ya bi tîpên latînî û bi herfên din. Loma kurmanciya devoka me, ji bo me kurmanciya herî rast bû û jixwe zêde haya me ji devokên din jî nebû. Ji me tirê hemû kurmanc mîna hev diaxivin, bilêvkirin û mehneya hemû bêje û biwêjan û her tiştên aîdî gencîneya zimên jî wekî hev bi kar tînin. Em di nav devoka xwe de dijiyan û hin cudahiyên biçûk ên devokî jî carinan dibûn sedema tinazkirina me ya bi hev û din. Ez bi xwe di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de tam bi mijara cudahiyên devokên kurmancî hisiyam. Jixwe min tewanga nêrîtiyê û mijara ergatîfiyê hîç nedizanî. Di devoka me de ji bilî çend peyvan ne tewanga nêrîtiyê heye ne jî ergatîfî. Heta wê demê, hin nivîsên bi kurdî yên min ew xwendibûn jî, ji ber hinek ji wan ne li gorî qaydeyên devoka min bûn, bi min şaş dihatin. Lê kengê gramera kurmancî ket destê min û di hin kovar û weşanan de ez rastî nivîsarên li ser zimanê kurdî, nemaze yên kurmancî hatim, ez li devoka xwe, cudahiyên wê û rastiya zaravayê kurmancî werqilîm. Min dît û bawerî pê anî ku her tiştê devoka min ne li gorî rêsayên rêziman û rastnivîsînê ne. Paşê em ji sînorê kurmancî jî agahdar bûn û me pejirand ku kurmancî ji devoka me tenê pêk nayê. Elbet piştî tecrube û xebata salan ev raman bi me re çêbû. Mesela di sala 1992’yan de gava min li rojnameya Welatê dest bi karê rojnamegeriyê, bi taybetî karê redaksiyonê kir, hem bergeha min a kurmancî fireh bû hem jî gencîneya min a peyvan zêde û zengîntir bû. Bi berfirehtirbûna sînorê min ê zanîna bi kurmancî, ez ji nav qalib û tixûbê devoka xwe derdiketim, her wisan ji teesûba devokparêziya xwe jî dûr diketim. Wek nimûne, gava min li destpêkê karê sererastkirina nivîsaran dikir, min ew maf di xwe de didît da ez peyvên nivîskaran jî biguhêrim. Mesela qet ji bîra min naçe, di nivîsarekê de cara ewilî ez rastî lêkera “werandin/werihandin”ê bûbûm ku ji min re qet ne nas bû û min gote xwe nivîskêr ew şaş bi kar aniye, loma min rabû ew kir “weşandin”. Heta ez hînî prensîbên redaksiyonê bûm, min gelek şaşî jî kirin. Her wisan kengê min karî xwe bigihînim berhemên kurdî, wekî Hawar û Ronahiya Celadet Bedirxan, nemaze gotarên wî yên li ser rêzimanê yên bi navê “Bingehên Gramêra Kurdmancî” yên di Hawarê de û gramer û weşanên din, êdî rê li ber min zelaltir bû û ez jî bêhtir ji mijarên zimanî serwext bûm. Sînorê mirov ê zimanî divê ne devoka me lê zimanê me yê standard be. Ev standardî jî bi xebatên li ser zimên, bi peyitandina rêzikên wê yên rêzimanî û rêsayên rastnivîsînê çêdibe. Her wiha heta hemû gencîneya zimên neyê tomarkirin û peyv, biwêj, gotinên pêşiyan, hemû qalibên gotinkî û wateyên wan jî neyên tesbîtkirin, ew zimanê standard û yê nivîskî dê tam pêk neyê. Loma divê haya me hemû bikarhênerên zimên ji vê rewşê hebe û devoka xwe hewce ye di ser devokên din re negire. Ji lew re tu devok bi tena serê xwe zimanekî nanimîne, ango nikare wî zimanî temsîl bike. Ez li gorî tecrubeya xwe bibêjim, bi taybetî di nav van bîst, sih salên dawî de, di warê pêkanîna zimanekî standard de xebatên hêja û ew çend giring hatin kirin û hîn jî tên kirin. Bi saya van zimanê standard bergeh li xwe fireh dike û bi pêş dikeve. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Ji bo zimanekî xwedî rewşeke qedexekirî û dezavantaj, ev ne tiştekî biçûk e. Tevî hemû hewlên astengkirinê, zimanek ne tenê li ber xwe dide, geşe bi xwe dide, xwe ji kil û kêmasiyan xwe pak dike, hewcehiyên xwe dabîn dike û serî bilind dike. Em bikarhênerên zimanê xwe, ku ew ji bo me navê hebûna me ye, bi ya min pêwîst dike ji her aliyê zimanê xwe haydar bin û hewl bidin xwe da xwe fêrî zimanê xwe yê standard bikin. Bergehê li xwe teng nekin, berevajî berfireh bikin û rîayet li rêzikên xwe yên zimanî bikin. Dîsan dubare bibêjim, devokparêzî li ber pêkhatina zimanê nivîskî astengan çêdike. Sûdwergirtina ji tecrubeyan, meşa me ya di vê rêyê de hêsan û bar jî sivik dike. Tevgerîna bi vê ferasetê jî dike ku em zûtir bigihîjin armancê û mirad bi serkeftina xwe bikin.
Dermanê sarêjkirina zimanê derbexwarî: Zargotin
https://botantimes.com/dermane-sarejkirina-zimane-derbexwari-zargotin/
Rizgariya ji vê birîndariyê, ji vê şikesteka hanê, edebiyata me ya gelêrî ye. Eger em hawara xwe bigihînê dê derdê me pê derman bibe. Em ê hişê xwe yê birîndar pê sarêj bikin. Bi xêra xwendina çîrok û çîrvanokan, mesel û xeberoşkan, destan, qewlêrk û mamikan, berhemên li ser biwêj û gotinên pêşiyan û guhdarîkirina li stranbêj û dengbêjên me yên berê rêyeke çareseriyê ya ji bo filitîna me ya ji vê rewşê heye. Rê û dirbên vegêranê yên xweserî her zimanî hene û her zimanek xwedî mentiq û felsefeyekê ye. Qalib, biwêj û gotinên pêşiyan ên her zimanî û awayê şixulîna zimên a taybet bi wî zimanî hene. Ferd jî gava tên dinyayê di nav wî zimanî de radibin û mezin dibin. Van taybetmendiyên zimanî ji dê û bavê xwe, ji derdor û jîngeha xwe, bi kurtasî ji civaka xwe werdigirin. Lê eger mirov ne bi zimanê xwe, bi yê serdestan perwerde bibe, xwendina xwe ya her pileyî pê bibe serî, bikeve bin hîkarî û kartêkirina wî zimanî gelo ziyan nagihîje zimanê mirov ê dayikê? Ew zimanê pêşî yê ku dinyaya me, fehm û feraseta me pê şêwiyaya, bi saya wî cîhanbîniya me kemiliye û me hem xwe hem jî derveyî xwe pê nas kiriye derbe naxe? Pirsa din jî ew e ku ew kes an bi temamî di nav zimanê xwe de bipêşketina xwe ya zimanî nebiriye serî yan jî qet bi zimanê xwe nizane lê dixwaze ku li xwe vegere û zimanê xwe hîn bibe û bikare bi zimanê xwe bifikire, divê serî li çi berheman bide? Mebesta min ne materyalên hînkirina zimanî ye. Xweazadkirina ji tesîra neyînî ya zimanê serdest e, ji wî zimanê perwerdeyê ye ku ji zimanê xwe bêhtir duçarî wî zimanî bûye û termînolojiya zanistên ji hev cuda bi wî zimanî hewisiye. Helbet mirov dikare ji bo wan kesan gelek berhemên edebî û yên din jî salox bide da ku ew xwe bi wan bigihînin, bi saya wan zimanê xwe bi pêş bixin, kapasîteya xwe ya bikaranîna zimên û hêza xwe ya xeyalan pê xurt bikin, sînorên fikirîna bi zimanê xwe berfireh bikin û qet nebe tesîra neyînî ya zimanê perwerdeyê yê serdest kêmtir bikin. Pirs pir ji min hatiye kirin ku ez çi berheman an jî nivîskaran li wan pêşniyaz bikim. Ji bo destpêkê min tim xwastiye berê wan bidim zargotina kurdî. Ez ji xwe behs bikim. Min zanebûn salên dûr û dirêj berhemên bi zimanê tirkî nexwendin. Mexseda min ji vê yekê ew bû ku ji aliyê zimên ve ez li xwe vegerim, bikarim di nav zimanê xwe de bihizirim loma min bi taybetî giranî da ser xwendina berhemên folklorîk da ku ez li xwe, li binyada xwe vegerim. Divê hîç ji bîra me neçe ku kesên xwenda, ewên bi zimanê serdest perwerde bûne, hema bibêje em gişt derbexwarî ne. Ziyaneke kambax gihîştiye mentiqa me ya zimanê kurdî. Zimanê me birîndar e, tehdelêbûyî ye. Heta hin kes me bi rewşa me nehisînin, balê nekêşin ser vê rewşa me ya ku zimanê me di nav lepên me de dike qareqar û em bêyî hemdê xwe kirasekî ne kurdî lê dikin, em jê agahdar nabin. Em lê hay nabin ku çendî hevokên me li gorî rêzikên rêzimana me bin jî, lê ruh ne bi kurdî ye. Em bûne wekî kesên tehmandî, dara patromekirî ku ji rastiya xwe ya zimanî, ji hestên xwe yên zimanî dûr ketine. Felata ji vê mimkin e. Ew jî vegera li binyada xwe ye. Ew binyada sereke jî bi ya min zargotina me ye. Xweavêtina ber bextê dapîr û bapîran, pîrik û kalikên me ye. Ew bermayiyên ji wan e. Rizgariya ji vê birîndariyê, ji vê şikesteka hanê, edebiyata me ya gelêrî ye. Eger em hawara xwe bigihînê dê derdê me pê derman bibe. Em ê hişê xwe yê birîndar pê sarêj bikin. Bi xêra xwendina çîrok û çîrvanokan, mesel û xeberoşkan, destan, qewlêrk û mamikan, berhemên li ser biwêj û gotinên pêşiyan û guhdarîkirina li stranbêj û dengbêjên me yên berê rêyeke çareseriyê ya ji bo filitîna me ya ji vê rewşê heye. Ev berhemên wêjeya devkî ji aliyê bikaranîna zimanekî rast û dirust, ji bo me hemûyan kan û çavkaniyên bêhempa ne. Ew ji mêjiyê pêşiyên me nizilîne, bi saya fikirîna di nav zimanê kurdî bi xwe de hatine afirandin. Loma ji hêla qalib, rêyên vegotinê, biwêj û gotinên pêşiyan ve malên me yên xwemalî ne. Qet nebe mirov bi dilekî rehet dişê bibêje ku ew ji kaniya zimanê kurdî ne. Ziman ji vî aliyî ve tam otantîk nemabe jî, ji gelek berhemên me yên nûjen zeximtir in. Piştî zargotinê, bi ya min mirov îcar dikare berê wan kesan bide ser berhemên wêjeyî yên pêewle û pêbawer. Çawan axaftin dike ku ziman li me vebe, xwendina berheman, sûdwergirtina ji wan jî geşe bi zimanê mirov dide, gencîneya mirov a peyvan zengîn dike û dibe sedema çêbûna fikirîna bi zimanê xwe. Li ser vê dabaşê wek gotina dawî, zargotin jixwe ji bo me hîm û bingeh e ku divê em xwe li serê ava bikin, hunerên xwe yên gotinkî pê bikemilînin û tekûz bikin, bi ya min çareyeke herî baş û rêbaza herî xurt a rizgarbûna ji vê derbexwarina zimanî û xwerehetkirina ji vê birîndariyê ye. Çi cara dikevim tengasiyeke eleqedarî zimên, ez xwe teslîmî wê dikim.
Ez û medyaya civakî
https://botantimes.com/ez-u-medyaya-civaki/
Di serî de bibêjim ku mebesta min a ji vê nivîsê, ne nirxandina medyaya civakî ye. Jixwe pisporên vê qadê kar û lêkolînên xwe dikin û ramanên xwe diyar dikin. Bi tenê vê bibêjim, bi ya min a giring û diyarker, niyeta bikaranîna vê qadê ye. Çawan îlac ku îlac e mirov ji bo pakbûna ji nexweşînê bi kar tîne, di gel aliyên wê yên erênî tesîra wê ya rexkî jî heye, medyaya civakî jî tiştekî wisan e. Bikêrbûn an jî bikêrnebûna wê, eleqedarî armanca mirov bi xwe ye. Îcar ez bêm ser xwe û mijarê. Min bi salan di ber xwe da ku ez xwe ji vê mecrayê bi dûr bidim. Ji sedemên min yek jê jî ew bû ku ez wexta xwe di vê platformê de zêha nekim û giraniya xwe bidim ser kar, xebat û lêkolînên xwe. Ji lew re min didît ku kesên di vê qadê de xwedî hesab bûn û wan ev qad bi kar dianî, carinan pir tengezar û bêzar dibûn. Hêrs dibûn, nizanim digotin wî çi gotiye, yê din çi bersiv dayê û şirove li aliyekî, îcar behsa heqaret û lînçkirinê jî dikirin. Tevî vê yekê, ji ferdên malbatê bigire heta hevalên li derdora min, ji min dipirsîn bê çima ez jî ji xwe re di medyaya civakî de hesaban venakim û ji bo xebat û warê xwe, jê sûd wernagirim. Dê bê bîra hin kesan ku demekê, gava înternetê berbelav dibû û furyaya bikaranîna odeyên sihbetê û chatê zêde dibû, ez bi xwe jî ketim ber wî bayî. Vê pir wext ji me dixwar, ji ber bersiva pirsan û tiştên din, ez ji karê xwe yê eslî dimam. Loma min nedixwast ev yek careke din bê serê min. Te dît dibêjin “mirov ji çi bireve ew di mirov digere.” Ê min jî wisan bû ku min hew karî jê birevim û li dawiyê tê geriyam. Lê ev ji ber pêwîstiyê bû. Min li îlona 2022’yan di vê qadê de ji xwe re hesab vekirin. Yanî, ji ber daxwaza ji min a beşdariya li jûrên sihbetê, ji neçarî min jî gav avêt vê cîhana girîmanekî/ferezî (virtual world/cyber). Tevî ku hinan ji vê yekê re kêfa xwe anî, yên ez hişyar kirim jî ne kêm bûn. A rast serê min seqirî bû û nediêşiya, lê bi vê biryarê min dê benik li serê xwe yê neêşiyayî girê bida. Her çi qas min digot xwe “gur oxir tu nebînî çêtir e” jî, lê em hatin ketin rewşa “tu li mezelan razêyî tu dê xewnan jî bibînî.” Bi rastî jî bendewariya min a ji medyaya civakî ew e ku ez ji bo warê xwe jê feyde bibînim û pê re jî heta ji min bê bi kêrî kesên eleqedarî warê xwe bêm. Di gel ku çend kesan cihê beredayî di vê qadê belaya xwe di min dan jî, ez ji xeta xwe û ji mebesta xwe naxwazim bi qasî serê derziyê averê bibim. Derdê min, xema min û xemxwariya min a sereke ziman e. Loma qet nakevim nav mijarên siyasî û îdeolojîk. Heta niha kesên ku di heqê zimên û berginda peyvên kurdî de pirs ji min kirine, min ew bêbersiv nehiştine. Ez dizanim ku ferhengên min li ber destê her kesî nîn in, lê ez jî nikarim bigihîjim her kesî û bi pirsên wan re bigihîjim. Ez roj bîst û çar saet ne li ber kompîterê me û ne jî kesekî erkdarkiriyê vê qada zimên im. Her wiha di vê qadê de mamostatiya kurmancî jî nakim. Derdê min ew e ku ji vê platformê nêçîra gencîneya zimanê xwe bikim, kîsikê xwe tijî bikim, lê bala xwe didimê yê dixesire û kîsîkê wî vala dibe ez im. Ha bêyî ji bîr bikim, ez vê jî bibêjim ku wekî dinyaynedîtiyan ez her peyv an jî biwêja dibînim hişk pê nagirim. Pêbawerî, ewlebarî û nişmîtî ji bo min tiştên diyarker in. Heta ez wan rast nedêrînim ango teyîd nekim, ez wan di ferhengên xwe de bi cih nakim. Ew fikareyên bi min re çêdibûn, mixabin rast derdikevin. Kesên ku ji te pirsan dikin, an jî şiroveyan li binê parevekirina te dikin tu nas nakî, nizanî ew kî ne, pisporiya wan çi ye, tu bi jî û temenê wan jî nizanî. Tew bi ser de şîretan li te dikin, heta xwe ne qayil dikin. Wekî tu hevalên wan î zarokatiyê bî reftarê di gel te dikin. Berpirsiyeke te heye, ji bo tu bersiveke rast bidî yên ji te pirsa tiştan dikin, gelek dem li te diçe, ji karê xwe dimînî. Bi ser de jî hin jê razî nabin. Ez dizanim ku ne mimkin e mirov bişê dilê her kesî xweş bikî, lê divê qet nebe rêzdarî ji kedê re hebe. Ji ber vê yekê ez gelek caran tenê dibêjim “pêzanîna min” an jî “fikira min ev e” û tiştekî qethî nabêjim. Bi kin û kurtasî bibêjim ku divê mirov vê platformê, bi hendaze bi kar bîne û ji tehmê dernexe. Her pirsa tê hişê mirov, tew nav jî etîket neke, nepirse, rewşa mirovan jî bide pêş çavên xwe û nebe sedema xwarina wexta wan. Ji lew re carinan ji bo bersiva pirsekê dibe ku bi saetan mirov bikeve dû peydakirina bersiva pirsekê. Fikare û endîşeyên ku min ji vê platform dikirin, tên serê min. Lê xem nake, bi şertê mirov zorê nede hev û ji tehmê dernexe, bila tesîrên rexkî yên neyînî yên vî warî hebin. Eger feyde ji ziyanê zêdetir be, tehliya wê ji şîraniya wê kêmtir be, kêfa wê ji tehlbûnê pirtir be, xweş e û min bi temamî qebûl e. Lê wekî min di twitterê de jî pareve kiribû, gava miemeleya ferhengê bi min dikin, ez aciz dibim. Ji ber ku ez jî yek ji bikarhênerê ferhengên xwe û ferhengên din im.
Rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk û siyaset
https://botantimes.com/rewsa-kurdi-ya-sosyolenguistik-u-siyaset/
Ziman meseleyeke girseyî ya raserî partiyan e û hewceyî bi stratejiyeke hevpar a zimanî heye. Zimanê me navê hebûna me hemûyan e. Êdî dem ne dema tesbîtan û heta amadekirina plansaziya kiryarê ye jî. Çawan ku gotina pêşiyan jî dibêje; di vî warî de êdî kirinek ji hezar gotinî çêtir e. Hiş li ser çi be bal jî diçe ser wî tiştî. Rewşa min bi xwe jî ev e. Ziman ji bo min bûye tiştekî wisan ku bêhemdî dêhna min diçe serê. Ji bilî berhemên nivîskî yên kurdî ku ez dixwînim, di her civat û caxiyê de jî guhên min tim li axêveran, li sihbet û xeberdanan bel û mûç in. Wergirên min tim vekirî ne. Çi peyv û gotinên qalibî yên ku min ew nebihîstine hene tavilê dikevin tora min a zimanî û bi vî awayî ez nêçîrvaniya xwe ya peyvan jî didomînim. Helbet ez tenê ne li dû peyv û meyvan im. Rewşa zimên a civakî jî bala min pir dikişîne. Ez meraq dikim bê ka hemû ferdên civaka me ji bo zimanê xwe xwedî çi helwestê ne, di nav civakê de rewşa axaftina bi kurdî di çi astê de ye û hwd. Eger ez bi kurtî bibêjim, rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk jî min bi xwe dibilîne û mijûl dike. Bêyî ez kesan bi xwe bihisînim, ji vî aliyî ve ez çavdêriya vê yekê jî dikim. Çendek berê ji bo hawariyê (ku li ba me ji bo behî û taziyeyê “hewarî” tê gotin) ez çûm Farqînê. Çend rojan ez li hawariyê bûm, lê hiş û bala min li ser zimên bû jî. Di hawariyê de ziman hema bibêje tev bi kurdî bû. Wezên dînî jî wisan, lê tesîra tirkî ya li ser kurdî xwe bi awayekî aşkera dida xuyakirin. Hin meleyan berî xwendina fatiheyê her tiştên xwe bi kurdî lê hinan jê jî bi erebî digotin. Meleyên ku li medreseyên kurdî xwendibûn, di kurmanciya xwe de serbest bûn, lê belê yên ku li Îmam Xetîban xwendibûn, kurmanciya wan pir di bin hîkariya zimanê tirkî de bû. Di axaftina wan de gotinên bi tirkî, ne yek ne jî didu bûn… Min bi zanebûn xwast ku ez maça Amedspor û Îsparta 32 Sporê li qehweyê temaşe bikim, da ku rewşa zimên a di nav temaşekaran de, bertekên wan û ka bi kîjan zimanî xwe ne qayîl dikin raçav bikim. Ciwanan bi piranî bi tirkî bi hev re didan û distendin, yên din çendî zimanê wan bi kurdî bû jî, lê kurdiya wan kurdiyeke şikestî û asîmîlebûyî bû. Malên ku ez li wan bûm mêvan û çûm serdana wan, min bala xwe didayê bê ka bi giranî zimanê navmalê kîjan e, gelo tirkî ketiye nav malê, ferdên malbatê kîjan zimanî di nav xwe de bi kar tînin, zarok bi kîjan zimanî tên rakirin û mezinkirin, zarok di nav xwe de bi kîjan zimanî dipeyivin, zimanê wan ê leyîstikê kîjan e û wekî din. Mixabin, zimanê zarokan bi giranî bi tirkî bû, kurdiya ciwanan qels û axaftina wan jî zêde bi tirkî bû. Dêûbavan bi zarokên xwe yên biçûk re bi tirkî xeber didan. Dêûbavan di navbera zarokên xwe û dapîr û bapîrên xwe de werger dikirin. Zimanê zarokan bi tirkî, yê dêûbavan bi kurdî û tirkî, lê yê kal û pîran tenê bi kurdî ye. Ev rewş ne tenê li bajar û bajarokan, li deverên gundewar jî wisan e. Zimanê tirkî ji navendê, ji dibistan û daîreyên dewletê, ji çarşî û bazarê berê xwe daye nav malên me jî û cih ji xwe re çêdike. Eger navmalên me jî ji dest biçe, em êdî nikarin behsa xeter û metirsiyê, ji destçûna zimên jî bikin. Ji lew re hespê zimanê tirkî li meydana zimanê kurdî bi çargavî diçe, radibe pêdarê û dişîre. Heta niha hin xebatên sosyolenguîstîk li ser kurdî hatine kirin, ew xebat jî bi me didin zanîn ku rewş qet ne ji xêrê re ye. Hewcehiya me bi xebat, lêkolîn û analîzên hîn berfirehtir heye. Ez bi xwe bersiva hin pirsan pir meraq dikim ku ancax mirov dikare wan bi rêya xebatên rapirsiyê yên şirketên lêkolîn û lêgerînê yê raya giştî bi dest bixe. Wekî van pirsên hanê: Mirov dikare pirsan zêde bike û bi awayekî zanistî wan baş formule bike. Ev hema wisan hatin bîra min û bêyî ez zêde pûte bi rêzbendiya wan bidim min pirsî. Carinan di sihbetan, di panel û çalakiyên cur bi cur de pirsên wiha ji me tên kirin ku me li jorê ji wan behs kir. Ji ber ku daneyên zanistî û yên xebatan zêde li ber destê me nîn in, em jî nikarin pirsan tam bibersivînin. Heta teşxîseke rast neyê kirin, çare jî zor e. Loma pêşî tesbîta rewşê, paşê destnîşankirina rêyên çareseriyê û di pey re jî ji bo pêkanîna nexşerêyê destpêkirina bi kar û xebatan pêwîst e. Ez her cara ku diçim welêt, ji aliyê zimên ve tu carî destvala venagerim. Tiştên ji min re biyan in tavilê dikevin ber radara min a ku ji zimên re hesas e û ez îleh peyv meyvan berhev dikim û diavêjim nav tûrikê xwe. Lê rewşa zimên a ne baş min xemgîn dike. Helwesta dêûbavan ku zarokên xwe bi tirkî mezin dikin, veneguhastina zimên a li zarokan, kêmbûna axaftina bi kurdî û windabûna zimanî ya di navbera nifşan de, dezavantaja kurdî, bêqîmetbûna axaftina bi zimanê kurdî û qelsiya xemxweriya zimên her carê ji cara din bêhtir min diêşîne ku ez naxwazim ji bo vê rewşê bibêjim sal bi sal xwezî bi par. Êdî bes e em gazinan ji siyaseta red û înkarê, ji sepanên polîtîkayên asîmîlasyonîst bikin û hemû sûc bixin stûyê wan. Kêşeya zimên, meseleyeke giran e ku ne bi xebatên takekesî ne jî bi ya çend saziyan çareser dibe. Berî her tiştî ev karê partî û rêxistinan e. Mafê gel jî heye ku gazinan ji partî û rêxistinên xwe bike, rexneyan li wan bigire da ku di vî warî de êdî gavên pratîk biavêjin. Divê em ji xwe bipirsin bê ka em çi dikin, ji bo berevajîkirina vê siyasetê em xwedî çi siyasetê ne, rêyên tedbîr û çareseriya filitîna ji vê rewşa kambax çi ne. Divê ku em serê xwe zêdetir li ser van yekan biêşînin û dest bi avêtina gavên pratîkî bikin. Ziman meseleyeke girseyî ya raserî partiyan e û hewceyî bi stratejiyeke hevpar a zimanî heye. Zimanê me navê hebûna me hemûyan e. Êdî dem ne dema tesbîtan û heta amadekirina plansaziya kiryarê ye jî. Çawan ku gotina pêşiyan jî dibêje; di vî warî de êdî kirinek ji hezar gotinî çêtir e.
End of preview. Expand in Data Studio

Kurdish Kurmanji articles collected from various websites, each row containing an article, for building LLMs or any other language model

Usage

from datasets import load_dataset

dataset = load_dataset("muzaffercky/kurdish-kurmanji-news", split="train")

dataset
Downloads last month
239